Dewleta nû ya Rojhilata Navîn: Kurdistan!

Dilawer Aladîn *

Dîmena siyasî û ewlekarî ya Rojhilata Navîn û tevgera hêzên şerker di dema niha de pir aloz û tirsnak diyar e. Navçe rastî gelek şer û hevrikiyên têkder hatiye. Xelk ji mal û warên xwe hatine derxistin û serwinda bûne. Bi hênceta nasyonalîzm û ol û mezhebê, hêz hevrikiyê li ser desthilat û şiyan û serwet û samanê dikin. Gelek dewlet lawaz bûne û hinek têk çûne. Gelek hêzên radîkal û biyanî xwe berdane nav van hevrikiyan û şiyana guherîna rêya bûyeran peyda kirine.

Ev dîmena qonaxekê ye ku jê re tê gotin qonaxa guhastina navbera du serdem, du pergal an sîsteman an du cure balansa navbera hêzên hevrik. Ya yekem pergala kevin a serdema Şerê Sar e û vêga pûç bûye. Ya duyem jî balansa siberojê ye û diyar e di proseya dirustbûnê de ye. Ji bo serkirdên miletekî wek miletê Kurd, girîng e li rewta geşbûna hêzên livîner ên berê û niha hûr bibin da pêşbîniya pergala siberojê bikin û bandorê li ser rewta guhertinan bikin û amade bin derfetan bikar bînin an derfetan derxînin holê ji bo garantîkirina pişka kurdan di vê balansa nû de.

Ji pergala kevin heta hilweşîna Sovyetê

Beriya sed salî, herdu împeratoriyên Brîtanya û Fransayê nexşeya niha ya rojhilat kişandin û pergalek çespandin ku zû cih girt. Tew derketina Şerê Sar yê Amerîka û Yekîtiya Sovyetê piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, ew pergal wek xwe hîşt. Hevrikiya wan herdu hêzên qerase pîvaneke balansê bû ku ew jî hokareke girîng bû ji bo mabûna rejîmên dîktator û otokrat ên welatên erebî di desthilatê de.

Hilweşîna Sovyeta qerase di sala 1989an de xala werçerixînê bû û bû sedemê guherîna balansa hêzan li ser asta cîhanê, nemaze li rojhilatê Ewropayê. Şepêla Tsunami ya hilweşîna Sovyetê bîst salan dirêj kir heta gihîşt navçeya Rojhilata Navîn û bi guherîna rejîma Iraqê di sala 2003an de derket û dûre jî çend rejîmên din bi dû hev de hilweşiyan.

Dema Amerîka bû hêza qerase ya tenê, dihat çaverêkirin ku valahiya nemana Sovyetê tije bike. Lê ji ber siyasetên wê yên demkurt û ji ber cudahiya beloq di navbera siyaseta serkirdên Komarî û Demokrat de, Amerîka di vê yekê de bi ser neket.

Di serdema herdu George Bushên yekem û duyem de, Komarî bi awayekî aktîf desttêwerder bûn. Leşker anîn navçeyê û rasterast rejîma berê ya Kuwêtê parastin û dûre rejîma Iraqê guherandin.

Tew George Bushê duyem xwest bi nerîneke neokonservatîv pergala Rojhilata Navîn ji nû ve saz bike, daku bi rêya sîstemeke cuda berjewendiyên Amerîkayê ber bi pêş ve bibe.

Lê berovajî wan, Demokratan hertim xwe ji navçeyê dûr dikirin, tenê bi qasî pêwist pê re tevdigeriyan û girîngiyeke zêdetir didan siyaseta aborî ya navxweyî. Eger ne ji peydabûna DAIŞê bûya, îdareya Obama ti carî bi vê giraniya niha venedigeriya Iraqê. Heta niha jî terkîza îdareya Obama ne li ser rêgeha Rojhilata Navîn, lê li ser şerê terorê ye.

Dibe ku hatina Donald Trump ji bo îdareya Amerîkayê rewteke nû dirust bike. Lê vêga siyaseta Trump ne zelal e û ne diyar e ka gelo wê di berjewendiya nişteciyên navçeyê de dibe yan na? Li hêlekê behsa wê yekê dike ku ew dê pişta “mirovên bihêz” digire, wek amaje ji bo kesên mîna Vladimir Putin, Receb Teyb Erdogan û Ebdilfetah Sîsî, yanî guh nade pirsgirêkên navxweyî û mafên neetweyan an rast û çewtiya siyaseta derveyî ya wan serkirdan. Piştgiriya xwe ji bo Îsraîlê jî nîşan daye û ji Îranê û Peymana Atomî ya pê re hez nake. Êdî çar “yan heşt” salên desthilata Trump dê bibin fakterekî girîng ji bo diyarkirina balansa hêzan.

Ji hilweşîna Sovyetê û heta îro, gelek hêzên cîhanî, herêmî û xwecihî yên nû peyda bûn û bûn yarîker û hêzên biryarder. Mîna Rûsya, Îran, Tirkiye û Erebistana Siûdî. Herwiha çend akterên ne dewletî dirust bûn. Êdî bêyî famkirina wan hêzan û dînamîkiya têkiliyên wan, zehmet e sîstema bê ya Rojhilata Navîn bê pêşbînîkirin, nemaze ku siyaseta demdirêj a Amerîkayê xumamî û nediyar e.

Rûsya

Rûsya xwe wek mîratgira Sovyetê dibîne û di serdema serokatiya Putin de, rewşa hilweşiyayî ya aborî û siyasî rast kir û bi tîn û germî hate meydanê ji bo têkbirina planên Amerîkayê li navçeyê. Niha Rûsya wek nîv hêzeke qerase tevdigere û bi saya hevalbendiya wê bi Îranê re û ji pencereya Sûriyê ve li navçeyê bûye biryarder. Di siberojê de jî bihêzkirina têkiliyan bi Îran, Tirkiyê û Iraqê re bi rêya eqda xaz û petrolê yan teknolojiya çekan, rola Rûsyayê li navçeyê zêdetir jî dike.

Îran

Tevî şerê wê yê heşt salî bi Iraqê re û dorpêçên navneteweyî ku li ser wê hatibûn danîn, her ku diçe Îran bihêztir dibe û bêhtir sûdê ji çend valahiyên desthilatê û hevrikiyên navçeyê werdigire.

Îran vêga bûye yek ji hêzên herêmî yên herî mezin û hesabeke taybet jê re tê girtin ji ber zêdebûna desthilata wê û karîna desttêwerdanê di gelek welatên navçeyê de.

Vêga Îran di heman demê de dikare hevrikiya Amerîka, Îsraîl, Erebistana Siûdî û Tirkiyeyê bike. Biryara serweriyê li çar paytextên welatên navçeyê standiye: “Iraq, Sûriye, Libnan û Yemen” Herwiha karîgeriya wê li Filistînê û welatên kendavê û yên din jî heye.

Di demekê de ku siyaset, riwange û stratejiyeke zelal û eşkere ya Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û Erebistana Siûdî nîne, lê belê Îran bi baweriyeke berçav ji bo armancên xwe kar dike.

Bêguman berfirehbûna karîgeriya Îranê û şiyana wê ya debarkirina ziyana madî û siyasî sînordar e. Lê ji ber nebûna stratejiyeke aktîf a hêzên din, dê Îran heta demeke dirêj wek biryardereke sereke di dariştina sazûmana Rojhilata Navîn de bimîne.

Tirkiye

Tirkiye di dîroka sedsala borî de, rejîmeke ji hundir ve lawaz bû û bûbû dûvelanga hêza qerase ya Amerîkayê. Lê ji 2002an û vir ve, rejîma wê û felsefeya wê ya desthilatdariyê rastî guhertineke sereke hat û di aliyê aborî û siyasî de gihîşte lûtkeyê û niyaza belavkirina bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn peyda kir.

Lê Tirkiyê vêga rastî gelek kêşe û pirsgirêkên navxweyî hatiye ku bandorê li ser siyaseta derve ya Tirkiyê jî dikin. Lewma ne dûr e di siberojê de kartêkirina Tirkiyê li ser sazûmana Rojhilata Navîn sînordar bibe. Tevî ku ew dewlet xwedî ceopolîtîkeke girîng e û hertim wek hêzeke kartêker û biryarder dimîne.

Erebistana Siûdî

Erebistana Siûdî û welatên kendavê bi saman û nasnameya xwe ya erebî û rewta xwe ya îslamî ya sunî karîbûn bibin yarîker li navçeyê û bandorê li ser çarenûsa hevrikiyan li Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya, Libnan û welatên kendavê bikin. Heta demeke dirêj a din jî dê ev karîna wan her bimîne.

Şiyana Erebistana Siûdî ya berbelavkirina bandora leşkerî û emnî li ser axê berteng e. Lê bi piştevanî û fînansekirina hêzên xwecihî şiyana desttêwerdanê peyda kir û di heman demê de ji bo parastina berjewendiyên xwe mecbûr e pişta xwe bi Amerîkayê girê bide.

Akterên jêr-dewletî û ne-dewletî

Di dema piştî ketina Sovyetê de, çend yarîkerên jêr-dewletî “sub-state actors” yan ne-dewletî “non-state actors” bûne hêzên kartêker di qada hevrikiyan de. Hêzên jêr-dewletî ew hêz in ku sîfeta wan a fermî û destûrî di dewletên wan de heye fena Herêma Kurdistanê.

Lê hêzên ne-dewletî ew hêz in ku li derveyî dezgehên desthilatê ne û têkiliyên wan ên navdewletî hene û bandorê li ser rewta bûyeran dikin. Ev hêz bi hejmar zêde bûne li vê navçeyê, nemaze li Iraq, Sûriye, Libnan, Filistîn, Yemen û Lîbyayê. Hin ji van hêzan rewatiya civakî û siyasî wergirtine û beşdarî sîstema desthilatê bûne, fena Hizbulaha libnanî yan pêkhateyên Heşda Şeibî li Iraqê.

Hin hêzên ne-dewletî yên din jî hene ku beşek in ji hêzên terora navdewletî. Eger hêzên ne-dewletî stûxwarî yasayê nebin, dibin metirsî li ser hukmê rewa yê dewletê û şiyana wan a lawazkirina dewletê û dîlgirtina proseya desthildariya welatên wan heye. Ew hem dikarin wek proxy (bi wekalet) şer bikin û hem jî dikarin wek hêzên serbixwe xwedî ajenda bin û hevpeymanên navxweyî û navdewletî peyda bikin û bibin hêzeke kartêker di guherandina balansa hêzan de.

Balansên nû û destkariya sînoran

Hêzên cîhanî, herêmî û xwecihî ku di meydanê de bûne yarîker, niha bi tifaqên dualî û piralî û di şer û hevrikiyên hemereng de aliyane û hemû jî beşdar dibin di gihandina rewşa niha bi balanseke nû ya siyasî, leşkerî û aborî li Rojhilata Navîn. Lê ev nayê wateya ku dê destkariya sînoran bê kirin an hemû miletên biçûk dê bibin xwedî dewletên serbixwe.

Bi rastî tenê Herêma Kurdistana Iraqê kandîd e ku di siberojê de bibe dewlet. Wekî din, ne diyar e ti netewe û miletên din ên Rojhilata Navîn heta demeke dirêj kandîd bin ji bo sazkirina dewletan û sînor ji bo xatirê wan nayên destkarîkirin.

Herêma Kurdistanê

Herêma Kurdistanê li navçeyê bûye yarîker û ji ber lawazbûna Iraqê û derketina hêzên terorîst, têkilyên xwe yên navneteweyî yên berfireh bihêztir kirine. Lê ne yarîkereke pir mezin e jî ku bikare balansa hêz an sînoran biguhere. Avakirina dewletê li ser mersefeke zêrîn nayê danîn û rêya wê bi mafûra hevrîşim nayê raxistin. Pêwist e meseleya çêkirina dewletê ji daxwazekê bibe proje, bibe prose û li gor nexşerêyekê ku hemû bereyên lobîkirinê jê re kar bikin.

Vê dawiyê serxwebûna Kurdistanê û referandûm ji berê bêhtir tên behskirin. Lê heta niha ti aliyekî nexşerêyeke pratîk pêşkêş nekiriye. Lewra pêwist e serkird li ser riwange û nexşerêyekê li hev bikin û fakterên derveyî û navxweyî li ber çav bigirin.

Ji bo fakterên derveyî pêwist e bi lêkolîn û planeke tekûz kar li ser proseya biryardanê li welatên kartêker bê kirin, daku piştgiriyê ji bo meseleya avakirina dewleta Kurdistanê misoger bikin. Li Amerîkayê pêwist e di demeke herî zû de kar li ser dariştina siyasetên derve yên îdareya nû ya Trump bê kirin.

Divê li hemû paytextên Rojhilata Navîn û Ewropayê “nemaze London, Parîs, Berlîn û Brûkselê” û Rûsya û welatên din, dest bi karê lobî bê kirin daku biryara siyasî ya hemû hêzên livîner bo piştgiriya dewleta kurdî bê misogerkirin. Ligel yarîkerên ne-dewletî yên rewa pêwendî bên girêdan, bi taybetî hêzên ku li welatên xwe kartêker in û dikarin bi roleke girîng rabin. Lobiya hemereng karekî dijwar e, lê pêkan e biryarderên Herêma Kurdistanê bi hûrbînî berê xwe bidin dînamîkiya hêzên livîner û sûdê ji tevger û hevrikiyên wan werbigirin.

Divê li Bexdayê kar bê kirin ku diyaloga damezrandina dewletê ji aliyê serkirdên paytextê û serkirdên partî û aliyên kartêker ên Şiî û Sunî û Heşda Şeibî nola metirsiyekê neyê dîtin. Pêwist e tekezî li ser Tehranê jî bê kirin û bi awayekî hunerî kar ji bo misogerkirina piştgiriya biryara siyasî ya Îranê bê kirin. Lobî di nav sîstema Îranê de û piştrastkirina wî welatê cîran bi qasî hêzeke qerase nola Amerîkayê girîng e.

Girêdayî plana navxweyî jî divê hîmên sîstema desthilatdariya rast bên xurtkirin û serweriya yasayê bê bicihkirin û herdu rêveberiyên kesk û zer nêzîkî hev bibin û hemû birînan bipêçin. Divê parlamento bê aktîfkirin û yasaya referandûmê bê derxistin û budce ji bo kampanyaya ragihandina dewletê bê veqetandin.

Eger sîstema desthilatdariya Herêma Kurdistanê bihêz be, Kurd bi xwe dikarin insyatîfê bikin û derfeteke baştir a damezrandina dewletê peyda bikin.

* Serokê Enstîtûya Rojhilata Navîn a Lêkolînan (MERI)

Çevkanî: Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest