El-Bab: 14 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Serhed Name: Di operasyonên Mertala Firatê ya li El-Babê da, 14 eskerên Tirkiyê hatin kuştin û 33 kes jî birîndar bûne. Îro berê nîvro Artêşa Tirkiyê ragihandibû, ku 4 eskerên wan hatine kuştin û 15 esker jî birîndar in. Lê vê êvarê hijmara kuştiyan gihîşt 14 kesan û ya birîndaran jî 33,ê ne.

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê ragihand, ku îro danê êvarê DAIŞê bi 3 otomobîlên bombekirî êrişê eskeran kiriye û di encama teqînan da, 14 esker hatine kuştin û 6 bi giranî 33 esker jî birîndar in.

Her wiha Artêşa Tirkiyê radigihîne, ku di pefçûnên navbera artêşa Tirkiyê û çekdarên DAIŞê da, zirarek mezin dane DAIŞê û bi kêmasî 138 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

li gora daxwiyaniyê, Artêşa Tirkiyê El-Bab dorpêç kiriye û pirên taxê bajêr ketine destê Artêşa Tirkiyê.

 

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest