Muşrik bi Xweda bawer dikin

Şirk ew e; ku ji Xweda ra çêkirina heval û hogira ne. Şirîkatî bi kêmanî di navbera du kesan da pêktê. Li ba muşrikan şirîkê yekemîn yê herî mezin Xweda ye û ji Wî ra hin şirîkên piçûk çêdikin.

Wusa bawerdikin ku hin kes li ba Xweda, xwediyê hêz û taqeteka m´enewîne û bi îzna Xweda dikare sifetên Xweda parve bike û kar û zirarê bide merivan.

Xweda di sûrê ´Enkebût di ayetên 61-63an da wiha ferman dike:

وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ خَلَقَ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَسَخَّرَ الشَّمْسَ وَالْقَمَرَ لَيَقُولُنَّ اللَّهُ فَأَنَّىٰ يُؤْفَكُونَ اللَّهُ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ مِنْ عِبَادِهِ وَيَقْدِرُ لَهُ إِنَّ اللَّهَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ وَلَئِنْ سَأَلْتَهُمْ مَنْ نَزَّلَ مِنَ السَّمَاءِ مَاءً فَأَحْيَا بِهِ الْأَرْضَ مِنْ بَعْدِ مَوْتِهَا لَيَقُولُنَّ اللَّهُ قُلِ الْحَمْدُ لِلَّهِ بَلْ أَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ

Gava tu ji wan bipirsî: Kî ye, yê ku azman û erd xuliqandiye û roj û heyvê di bin fermana xwe da digerîne? Wê tev bibêjin; Ellah e. Vêca ew çewa berê xwe ji (heqê) dizivirînin. Xweda, ji ´ebdê xwe kê bivê rizqê wî fereh dike û gava bixwaze jê ra kêm dike. Bêguman Xweda bi her tiştî dizane.

Gava tu ji wan bipirsî: Kî ye, yê ku ji azmanan avê dadixe û piştî mirinê (hişkbûna) erdê bi wê hişîn dike? Wê tev bibêjin; Ellah e. (Ya Muhemmed) bibêje; Wê çaxê, hemd ji Xweda ra ye. Lê belê pirên wan (ji bona fêhmkirin) aqlê xwe bikar naynin.

Ayeta li jor delîlê wê ye, ku muşrikan Xweda înkar nedikirin. Lê hin kesên li ba wan miqedesbûn, ji wan ra pût û pêker çêdikirin û dikirin şirîkê Xweda û di gotin van pût û pêkrana jî bi îzna Xweda dikare alikarî û zirarê bide meriva.

Wekî hin ji kesên ku dibêjin; em misliman in, lê şêx û seydayên xwe kirine pût û dibêjin; vana weliyên Xweda ne û bi îzna Xweda, dikarin kar û zirarê bidin meriva. Qet ferqa kesên wiha û muşrikên Mekê tune.

Feyzullah Yalcîn

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest