Mehdi Eker: Aştî di nav xwînê de gevizandin

Cigirê Serokê Giştî AK Partiyê û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê AK Partiyê Mehdî Eker jî di nav şanda Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim de serdana Bexda û Hewlêrê kirbû.

Mehdî Eker derbarê geşedanên li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, herwiha encamên serdana ji bo Bexda û Hewlêrê ji Rûdawê re axivî.

Di navbera Iraq û Tirkiyê de gelek pirsgirêk hebûn. Çi guhertin çêbûn, ku hikûmeta Tirkiyê ji bo başkirina pêwendiyên xwe serdaneke wiha pêkanî? 

Tirkiye û Iraq cîranê hev in, em birayê hev in. Cîran û bira nikarin ji hev bixeyidin. Ne xêrek di dilhiştinê de heye û ne jî mafê ti aliyekê heye. Pêwîst e têkîliyên me yên ligel hev baş bibin û pêşde herin. Ti danûstandin bêyî pirsgirêk nabin. Di nav malbatê bi xwe de jî pirsgirêk peyda dibin. Lê nabe ji ber vê endamên malbatê ji hev bixeyidin û xeyidî bimînin. Ji ber vê yekê, li herêmê çi pirsgirêkek çêbibe, zirarê digihîne me hemûyan. Zirar digihe kurdan, tirkan, ereban, şîeyan, sunneyan, êzidiyan. Em bi vî zanebûnê dixwazin bi bi cîran, heval û dostên xwe re pêwendiyên xwe baş bikin.

Di hevdîtinan de we çi daxwaz ji rayadarên Iraqê kir û wan ji we çi xwest?

Di serî de ya giring ew e, ku em bi vî serdanî li gel hikûmeta Iraqê rûniştin. Em ligel Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî û ligel Serok Mesûd Barzanî rûniştin û me pirsgirêkên xwe ji hev re vegot. Me behsa wan ziraran kir ku ji ber pirsgirêkên berî gihiştine me û herwiha em ê çawa van pirsgirêkan çareser bikin û pêşiya xwe binerin. Em ê çawa tedbîrên pêwîst ên derbarê ewlekariya xwe û ya herêmê de bigrin. Ew kesên dixwazin li herêmê tevlîheviyan bikin, terorê, kuştinan û teqînan pêk bînin, em ê çawa pêşiya wan bigrin. Ew jî kî ne? DAIŞ e û PKK ye, herwiha hevalbendê wan in. Em dizanin, ku ew ne li ser hesabê xwe vî karî dikin û ew nûnerê hinek aliyên din in?

Nûnerê kî ne?

 

Binêrin, di van 10-15 salên dawiyê de zirar gihişte tirkan, kurdan, ereban, tirkmenan, şîeyan, sûnneyan û êzidiyan, bi kurtahî gelên vê herêmê. Kî ji vê yekê sûd wergirt? Ew aliyên ku bi hezaran kilometer ji dûrve hatine û tiliya xwe dixin nav pirsgirêkên herêmê, ev jî li ser hesabên wan dikin. Ji ber vê jî ev nexweşî û birîn ya me ye. divê em hekîm bin da ku bikarin bi destê xwe birîna xwe derman bikin. Ji bo em bikarin van mijaran bi hevre bi rûbirû biaxivin ev serdan giring bû.

Beriya serdanê mijara hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkayê bû sedema aloziyan. Piştî serdanê jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, ku heta leşker ji Başîkayê venekişin pêwendiyên me pêşve naçin. Li ser Başîkayê çi lihevhatin çêbûn?

Di hemû hevdîtinan de nayê gotin ku em di hemû mijaran de xwediyê heman hizirî ne. Me di vir de ji bo rêkeftinê deriyek vekir. Niyeta her du aliyan jî baş e. Me pirsgirêkên xwe danîn ser masê. Ew dibêjin bila leşkerên Tirkiyê ne li vir bin. Ev nêrîna wan e. Em jî dibêjin leşkerên me ne ji ber kêfa xwe çûne wê derê. Du semenên vê yekê hene; yek jê îstîkrara herêmê û ya din jî ewlekariya Tirkiyê û herêmê ye. Em çima leşkerên xwe bê sedem bişînin 100 kîlometre dûrê welatê xwe. Em li ser daxwazên hev ji hev serwext dibin. Ji bo her du alî jî têr bibin, daxwazên me bên cîh, em hewl didin gav bi gav, roj bi roj gavan biavêjin. Di vir de nîyet giring e, ku divê niyeta aliyan baş be. Ev niyeta baş li gel herdu aliyan jî heye. Hinek mijarên din ên weke aborî, bazirganî, tendurustî, enerjî, îktîsadî û pişesaziyê hene, ev jî tev de hatine gotûbêjkirin.

 

Li ser Şingalê we çi axivî? Bi nêrîna we eger PKK ji Şingalê dernekeve dê hikûmeta Iraqê hêzê bi kar bîne?

 

Me ji wan re wiha got: Bicihkirina hêzên çekdar li Şingalê, amadekirina zemîneya ji bo terorê, zirarê dide me, ewlehiya me tehdîd dike, ku em wê qebûl nakin, ne mumkun e. Lazim e ji ber dostanî û cîrantiyê em ji hev agahdar bin û em zirarê negihînin hev. Heger zirarek bigihîje we, ezê alîkariya te bikim, bigihîje min tu dê alîkariya min bikî. Ji destê min were ezê zanyariyan bidim me, tu dê (zirarê) ji holê rakî. Na, ez nakim, hêza min têrê nake, ez dê alîkariya te bikim. Yan tu bike yan em bi hev re bikin. Her du jî nebin, ev tehdîd û zirar li dijî min e û berevanîkirina ji xwe ji bo min rewa ye.

Tirkiye gav bi gav Qendîlê bombebaran dike. Di aliyê yasayî de, Qendîl di çarçoveya sînorê Iraqê de ye û Ebadî dibêje, ku ji bombebaranan aciz e. Dibêje, mafê serweriya Iraqê dê binpêkirin.

Eger em di aliyekê de tameşe bikin, tu bêjî evder axa min e û leşkerên welatekî din derbasî nav dibin, di vî alî de hûn mafdar in. Lê weke dewletekê, hinek bêyî razîbûna we û îradeya we li wê derê bicih bûne. Hevwelatiyê we ye? Nîne. Ji derve hatine. 25 sal berî niha hatine û bicih bûne, bombe danîne. Li wê derê radibin, mirovên bêguneh ên Tirkiyê dikujin. Paşê jî vedigerin cihên xwe. Li vir kî dê mafên wan mirovên bêguneh biparêze? Dewleta Iraqê bi du şêweyan dikare wê bike. Yan rê nade ew li wê derê bimînin û yan jî dê bên ji me re bêjin, werin em bi hev re wî karî bikin. Çima? Çimku ew dikujin. Rast e, belê bila kes derbasî nav welatê kesî nebe, lê belê welatê te ji bo PKKê bûye baregeh û (ew) bên li Tirkiyê bêgunehan bikujin, tu dê çi bibêjî? Di serdema Sedam de, li wê derê bûn, nedikirin. Ew mafekî xwezayî yê navdewletî ye.

Di hevdîtina li gel Ebadî de, mijara firotina petrola Herêma Kurdistanê derkete rojevê?

Ev mijar di navbera her du aliyan de ye. Mijareke di navbera Bexda-Hewlêrê de ye. Daxwazek ji me bihê kirin, daxwaza navbeynkariyê ji me bihê kirin, em dê bi germî bibin alîkar.

Piştî Bexdayê hûn çûne Hewlêrê. Yildirim got, di navbera her du aliyan de, komisyoneke hevbeş tê avakirin. Ev komisyon dê kengî were avakirin, erkê wê çi ne?

Di navbera her du aliyan de, di çend waran de, ji Wezareta Tendirustiyê bigire heta Wezareta Perwerdeyê, bazirganî, aborî û ewlekarî jî di nav de, biryara avakirina komisyoneke hevbeş hat dan. Tarîx nehat dan, di wan mijaran de dana tarîxekê zehmet e. Lê belê her du aliyan jî rênimayî dan wezaretên xwe. Di şandeya me de têkildarî wê mijarê 6 wezîr hebûn. Serok Barzanî û Serokwezîr Barzanî rênimayî dan. Dê çawan bixebitin? Dê carekê li Hewlêrê û carekê li Enqerê bicivin. Dê serdan werin encamdan, dê biryaran biidn. Ya giring jî ev e ku ew biryar werin cîbicîkirin.

Ez gelek hêvîdarim, ev serdan û hevdîtin dê encamên xwe hebin. Em hem cîran in û hem jî bira. Em ji hev cuda nabin. Dema hûn diçin Hewlêrê, hûn hest dikin ku li bajarekî Tirkiyê yî. Weke ku hûn li Diyarbakir (Amed), Urfa (Riha), Mardin (Mêrdîn) û Ankara (Enqerê) bin.Ez di vê baweriyê de me û dizanim jî ku, wextê birayekî me ji Hewlêrê tê Diyarbakir, Ankara yan Istanbul (Stenbol), matmayî namîne. Wisa hest dike, ku gelek carên din hatiye. Di rastiyê de, dema ku hem cîran û hem jî bira bîn, pêwendî pêş dikevin.

Dibêjin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Tirkiyê daxwaza 3 milyar dolar deyn kiriye. Tirkiye amade ye wê deynê bide, dê çi cure alîkariyan bike?

Ez hejmaran nizanim. Lê belê em dizanin, ku di hin waran de pirsgirêk û kêmasiyên wan hene. Ev mimkun e. Di wan serdeman de, di wan 10 salên dawiyê de û heta îro, her îmkanek hebe, Hewlêrê çi xwastibe, Tirkiye di çarçoveya îmkanên xwe amade bûye, alîkarî daye. Ew tiştên lawekî ne, çi hewce be, dibe biaxavin û were kirin.

Tê gotin, ku Tirkiye li dijî Qendîlê amadekariya operasyoneke weke Mertala Firatê dike. Rewşek wiha heye?

Qendîl, hêlîna PKKê ye. Tirkiye ji Qendîlê ve zirarên dibîne. Roj nîne, ku li bajarekî Tirkiyê, bi destê qatilekî DAIŞê yan jî qatilekî PKKê welatiyên bêguneh nemirin. Li Enqerê, Izmîrê, Entabê (Dîlokê), Stenbulê, li gelek bajaran 2-3 sal e ku li dijî terorê têkoşîn tê kirin. Îro em zirarên dibînin. PKK heqîr e, DAIŞê jî. Dijminên mirovan û bêgunehan in. Rêya ku girtine pêş, şaş e.

Nahêlin Kurd bigihîjin mafên xwe yên demokratîk. Di xizmeta aliyên din de ne. Di ximzeta wan de ne, ku aloziyê li Rojhilata Navîn dixwazin. Tiştek ku hikûmeta Hewlêrê bikare bike, hebe, em dixwazin alîkariya me bike. Hêza wan têrê neke jî, em dizanin dilê wan bi me re ye. Ji ber wê jî em têkoşîna xwe bi tena serê xwe dimeşînin.

Berdewamiya hevpeyvînê dê di nûkirina dahatî de were…

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest