Bi sedan ciwanên kurd bûne çekdarên Heşda Şeibî

Rêxistina Heşda Şeibî li Kerkûkê hêzekî nû yê bi navê Qaîm ava dike û bi sedan ciwanên kurd jî navê xwe di nav vê hêzê de tomar kirine.

Karwan Cefer yek ji wan ciwanên kurd e, ku bûye çekdarê Heşdî Şeibî. Karwan li Kerkûkê bi awayekî xwebexş tevlî hemû şerên li dijî DAIŞê bûye û piştgirî daye pêşmerge lê ji ber bêkariyê niha xwe neçar dibîne ku bibe çekdarê Heşda Şeibî.

Karwan Cefer dibêje; “Eger ez nekarin vê heyamê de kar peyda bikim ez ê birçî bimînim. Ez ji bo debara jiyana xwe çûma nav Heşda Şeibî. Bexda 100 milyonan bide min û min bike fermandar jî ez kurdîniya xwe ji bîr nakim. Niha jî neçar im vî karî bikim.”

Ne tenê Karwan, bi sedan ciwanên din ên kurd li vî bajarî, ji ber ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bi awayekî fermî nehatine wergirtin, navê xwe di nav vê hêza mîlîs de tomar kirine.

Rêveberiya Kerkûkê bi guman temaşeyê hebûna Heşda Şeibî ya li Kerkûkê dike û bi tundî li dijî wan kesan disekine, ku bûne çekdarên vê hêzê. Lewma jî ji aliyê rêveberiyê ve biryara dûrxistina vê hêzê ji Kerkûkê hatiye dayîn.

Serokê Komîsyona Ewlekarî ya Parêzgeha Kerkûkê Azad Cebarî dibêje; “Di demekê de hinek pêşmerge bi awayek xwebexş diçin singa xwe dikin mertal ji bo kerkûkiyan, hinek jî rabin herin her heyv milyonek û nîv dînar werbigrin û çeperan vala bikin, bibin Heşda Şeibî, ev yek nayê qebûlkirin.”

Li baregaha Lîwaya Qaîm a Heşda Şeibî ya navçeya Taze, ji bo şerê hewîceyê amdekarî tên kirin. Heşda Şeibî dixwaze lîwaya xwe ya nû ya ku piraniya wê kurd in, zû pêk bîne û dest bi şer bike.

Fermandarê hêza Qaîm Mehmûd Baqir jî dibêje; “Di nav heşda Şeibî de kurd, tirkmen û ereb hene. Hemû birayê hev in, ev lîwa ne li dijî kurdan e. Em ti caran şerê kurdan nakin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê heta niha nêzîkî hezar kesên kurd navê xwe ji bo vê hêzê nivîsandine. Lê piştî hişyarî û dûrxistinê, beşek ji van kesan dest ji vê biryarê berdane.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest