Li El-Babê şer di navbera Eskerên Azad û rejma Suriyê da derket

Serhed Name: Li Bakurê Siryê li bajarê El-Babê cara yekemîne şer di navbera Eskerên Azad yên mixalefetê û rejma Suriyê da derket. Li gora ajansan, pevçûnek bi sînor di navbera rejma Suriyê û Eskerên Azad yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike derketiye.

Tê gotin ku rejma Suriyê û bi tevê hevalbendên xwe yên Îranî xwestiye ji aliyê başûr û rojava da, El-Babê dorpêç bikin û di wê hengamê da şer di navbera wan û Eskerên Azad da derketiye. Lê şerê wan di demeke kurt da, bi navbeynkariya Ûris bi dawî bûye.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest