Behçet Ateş: GİRİNGİYA RÊBER Jİ BO DEWLET´AN

Rêber û rêhevalên rêber, rêveberiya dewletê gele bi hevre wekî yek beden karê dewletê rêda bibin, ji ber wî Rêber û rêhevalên wî ji bo dewletê pir girîngin.

Dewleta ku gelê wî girêday çanda ”Ol’an be, lazime perwerda zarokan û perwerda nirxên netewîjî bi girêday çanda ”Ol’ê re çewt nebe. Ji ber ku ”Ol kirasê tu zagonên qanûna wî ne girêdey ”Olbe qebûl nake. Ji ber wî Rêber nikarê tevahî gelê dewletê bi saziyên sosyal, aborî, teknîkî, siyasî û her weha rihê netewîtiyê bi awayek zanistiya tehemûla gelan bide qebûl kirinê û rêde bibe. Rêber’ên ku berjwendiyên netewa gelan neparêze, ew rêber û rêhevalên wî di xeta çewt de dimeşin û ew dewleta neçarê hilşandinê dimîne.

Gelê wî dewletê bê parastina ewlekarî û bê rêzikên navbajaran û deverên dinê dimîne û artêşa wîjî baweriya bi doza dewletê hinda dike û neçarê têkçûyînê dimîne. Tevahî dewletên cîhanê de rêber pisporiya wan pir taybetin. Lewra rêber ji bo bikaribe dewletê rêda bibe, lazime berê her xalê di zanabûna rêvebertîya dewletê de be. Zagonên qanûna bingehî jî, ji çanda gelre çewt nebe û bi nirxên baweriya tevahî gelên dibin çatiya dewletê de pir baş bihevre rêde bimeşîne.

Dema Rêber dibe rêberên dewletê, gele bê şert û merc hemû zagonên sistema qanûna bingehî ji bo hemû kesan wekhevî de bikar bîne. Lewra di bin çatiya dewletê de ne tenê gelê wî dewletê dijîn, anjî gelê ku dibin çatiya wî dewletê de dijîn, ne hembaweriya bi yek ”Ol’î bawerin.

Di dewletên cîhanê de tu dewletan de yek gel, yek ”Ol” yek mezheb yek ziman û yek çand nîne. Ji ber wî Pisporiya Rêber ji bo rêveberiyê dewletê pir taybetî û girînge. Di rojhelata navînde Rêber dema dibin serokê dewletê, di demekî kinde zagonên dewletê ji bo berjewendiyên malbat û komîteya bi dora qabîneya xwe bikar tînin. Ji bo wan rêberan gelê wî dikeve plana duyemîn.

Ji ber wî temenê dewletên rojhelata navîn pir kurtin û di yek şevî de dewlet ava dibin û di yek rojekîde hildişin. Aqûbeta tevahî rêberên dewletên rojhelata navîn bi hemanqederê dawî bûne. Gelê kurd ji tevahî dewletên rojhelata navîn pirtir pêwistiya xwe bi rêberekî pispor û zana heye. Lewra çawirdora Kurdistan’ê tev neyarin û dagirkerdê ax û xaka gelê kurdan’in.

Bi salana kîjan hêz û rêxistin ji bo azadiya gelê kurd û welatê Kurdistan’ê derdikevin kolanan, di binê tesîra kirasên birdozan de dimînin û di demekî kinde jiyanên wan hêz û rêxistinan bi dawî dibe û têkterin. Gelê kurd lazime hêzên ku anha li qada siyasetê dane, peyamên xwe pir bi zelalî beyan bikin.

Ger kîjan hêz dibe ferq nîne, lê lazime ew hêz û rêxistinên ku dibêjin em perpirsiyarên tevahî pirsgirêka doza gelê kurd’in, berê her gavan xwe bi girêdey çand, sosiyal, aborî, siyasîya bi gêrêdey çanda ”Ol’a ku gelê wî pê bawere tespîta xwe bike û bide qebûl kirin ku berjewendiyên netewa gelê Kurdistan’ê li ser tevahî birdozan reye, ger tespîta xwe neke, lazime gel bi girsehî destên xwe ji pijgirîya wan hêz û rêxistinan bikşîne.

Di cîhanê de tu gel bi qasê gelên kurd bedelên giranbiha nedane. Koçberî, penaberî, ji xaka axa cîh û warên xwe dûrketine, bi jine zarokan ve hatine kuştin, zarokên wan di temenê xwe ên zaroktiyê de dîl ketine û pirên wan bi tevahî jiyana xwe va û bi cezay mirinê hatine ceza kirin.

Li metrepolên tirkiyê û dewletên biyanîde, neçarê karên herî qirêj û bê exlaqî mane û her weha neçarê entegrasiyona jiyan’a wan heremên ku lê dijîn mane. Loma ji tevahî gelên cîhanê pirtir, hewcedariya gelên kurd bi Rêberekî tevahî netewa Kurdistan’ê hemêz bike û gel baweriya xwe bi wî Rêber û rêveberên rêhevalên wî bine ku bigîhîjin mafên xwe ên azadî û sazkirina dewleta Kurdistan a serbixwe.

Behçet Ateş : 08-03-2017

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest