Serokatiya Kurdistanê li ser Kerkûkê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, bilindkirina Ala Kurdistanê li saziyên fermî yên Kerkûkê karekî yasayî ye û ne tiştekî nû ye, ji ber ku ji dema rûxana rejîma Sedam Hisên ve di sala 2003ê de û heta niha Ala Kurdistanê her li Kerkûkê hebûye û her ev ala bû ku Kerkûk ji terorîstan parast.

Îro 29ê Adara 2017ê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi bîr anî, ku ji ruxandina rejîma Sedam di sala 2003ê ve heta niha, li Kerkûkê Ala Kurdistanê li esmanan pêl dide û her hebûye.

Li gorî daxuyaniyê, her Ala Kurdistanê bûye, ku Kerkûk ji gef û êrişên terorîstan parastiye.

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku divê ev mijar pir zêde neyê mezinkirin, ku bibe sedema nakokî û ji hev veqetiyana navbera pêkhate û aliyan de.

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez dike, ti aliyek nabe ku bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê bo meramên xwe yên siyasî bi kar bîne.

Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de wiha hatiye gotin:

“Bilindkirina ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê karekî yasayî û asayiye û ne babetekî nû ye, her wekî çawa bilindkirina ala Iraqê jî li Kerkûkê babetekî yasayî û asayî ye. Her li piştî rûxana rejîma berê ya di sala 2003ê de û bi taybetî jî piştî hatina DAIŞê ala Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her ew ala jî Kerkûk ji gef û êrîşa terorîstan parastiye.

Ji bo wê yekê pêwîst bi wê yekê nake, ev babet gelek bê mezinkirin û bibe mijara gengeşeyê û ji hevdû veqetandina di navbera pêkhate û aliyan de û hîç aliyek jî nabe ku ji bo merama xwe ya siyasî ya taybet bi kar bîne. Her wekî çawa ala Kurdistanê û Pêşmerge Kerkûk parastin, pêwîst e çanda pêkvejiyan û biratî û tebayî ya di navbera pêkhateyên Kerkûkê de kûrtir bihê kirin û bihê parastin.”

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest