Komela Îslamî: Em piştgirî didin referandumê

Bedevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê Rêbwar Hemed got, ku partiya wan li hember rojevên sereke yên Kurdistan û herêmê ne bê deng in. Hemed daxuaynd, ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkên navxwe yên Başûrê Kurdistanê pêwîste ti partiyek nêrîna xwe nesepîne.

Di heyama vê xula Parlamentoya Kurdistanê û kabîneya heştemîn de, ti caran Komela Îslamî ya Kurdistanê bi qasê van çend mehên dawiyê bê deng nebûye.

Lê Berdevkê Komela Îslamî Rêbwar Hemed dibêje; “Ne rast e mirov bêje Komela Îslamî bê deng e.” Hemed diyar dike, bi berdewamî partiya wî bi rêya bedevk an jî serokatiya partiyê ve derbarê mijaran de helwesta xwe eşkere kiriye.

Hemed ji Rûdawê re behsa helwesta partiya xwe ya liser bilinkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê û herwiha biryara Parlamentoya Iraqê kir û got; “Ev ne daxwazeke yasayî ye. partiya me di Parlamentoya Iraqê de rûniştin boykot kir. Ev yek jî eşkere dike ka helwesta me çi ye?”

Di Gulana sala 2001ê de Elî Bapîr û çend serkirdeyeke din ji Tevgera Îslamî cuda bûn û Komela Îslamî damezrandin. Di sala 2003ê de jî piştî ku baregahên wan ji aliyê Amerîkayê ve hatine bombebarankirin, vê partiyê baregahên xwe yên Hewramanê veguhestine Hewlêr û Silêmaniyê.

Komela Îslamî beriya niha jî beşdarî proseya siyasî ya Başûrê Kurdistanê bû. Piştî 4 salên mûxalefetê di kabîneya dawîn de ligel Tevgera Goran û Yekgirtûya Îslamî beşdarî hikûmetê bûn. Niha li Parlamentoya Kurdistanê ev partî xwedanê 6 kursiyan e û herwiha 2 wezaret di destê wan de ye.

Rêbwar Hemed vê rastiyê naveşêre, ku di salên derbasbûyî de pêwenidyên wan ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne baş bûye. Lê bi erênî pêşwaziya banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ji bo destpêkirina guftûgoya partiyan dike.

Hemed dibêje; “Bangawaziyeke nerm bû û niyeteke baş tê de heye. Me bi erênî pêşwazî kir û guftûgoyên baş dest pê kirin. Weke Komela Îslamî em ji bo danûstandinan amade ne. Divê ev danûstandin pirsgirêkan çareser bikin.”

Berdevkê Komela Îslamî eşkere kirk u ew piştgiriyê didin referandumê û got; “Lê beriya referandûmê divê nakokî û pirgirêkên navxwe nemînin. Beyî çareserkirina pirsgirêkên navxwe, pêkanîna referandûmê zehmet e. Lê zemîn bê sazkirin dê referendum serkeftî be.

Bi nêrîna Hemed pirsgirêka Kerkûkê, kûrbûna nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ti rêyeke din ji aliyên Kurdistanî re nahêle û ew jî neçar in, ku pirsgirêkên navxweyî çareser bikin

Rêbwar Hemed diyar kir, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe jî nabe ti aliyek nêrîn û daxwaza xwe bisepîne.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest