”Em haziriya herekatên nû dikin”

Serokomar Erdogan got: ”Herekata Mertalê Feratê jî bi dawî bû. Niha qediya. Ji vir û pê ve jî wê dewam bike. Niha jî em amadehiya herekatan dikin da ku em herêmên din ji rêxistinên terorê paqij bikin. Emê navên nû li herakatên nû bikin”

Serokomar Erdogan: ”Li Sûriyeyê, piştî El Bab ji terorîstan hat paqijkirin, qisma ewil a Herekata Mertalê Feratê jî bi dawî bû. Niha qediya. Ji vir û pê ve jî wê dewam bike. Niha jî em amadehiya herekatan dikin da ku em herêmên din ji rêxistinên terorê paqij bikin. Emê navên nû li herakatên nû bikin. Ji bo rêxistinên terorê yên ku li hêviya biharê ne çi PKK be çi YPG be çi DEAŞ û FETO be suprîzên me hene. Bi îzna Xwedê ewê mehên pêşiya me ji bo Tirkiyeyê mehên biharê bin; lê ji bo rêxistinên terorê mehên dijwar ên zivistanê bin.”

AA

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest