Li Swêdê êrişeka terorê 4 kes hatin kuştin

Serhed Name: Li Paytextê Swêdê li Stockholmê kesekî hê nasnama wî nehatiye zanîn komyonekî eşyabarkirî ajot ser xelkê sivîl û di encama êrişê da, 4 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Îroj danê êvarê seet di 14:53 deqan da, kesekî ku hê nasnama wî nehatiye zanîn, komyonek ji xwediyê wê direvîne û li Drottningsgatanê dajo ser xelkê û paşê kamyonê dajo nava mixaza mezin Åhléns. Drottningsgatan kolaneke wusaye ku ji bilî wesayîtên resmî yên mecbûrî tu wesayiteke din nakeve wê.

Di dema ku xelk li kolanan zêdebûne keskî komyona eşyabarkirî dajo ser xelkên sivîl û di encama  êrişê da, 4 kes dimirin û bi qasî 15 kesan jî birîndar dibin.

Îroj danê êvarê ji ber sedemê êrişa terorê, hema bigre jiyan li bajarê Stockholmê sekinîbû.

Hê ne diyare ku kê ev êrişa pêkaniye, lê di van demên dawi da, li Ewropa DEIŞ êrişan pêktîne.

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest