Feyzullah Yalçin: Wezîfa muminan ya li hemberî malbatên wan

Divê kesê mumin baş li ser hukmê vê ayeta pîroz bifikire û hewul bide; ku di jiyana xwe û malbata xwe da tetbîq bike, ku hijmara kesên qenc û baş di qada jiyanê da zêde bibe. 

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا قُوا أَنْفُسَكُمْ وَأَهْلِيكُمْ نَارًا وَقُودُهَا النَّاسُ وَالْحِجَارَةُ عَلَيْهَا مَلَائِكَةٌ غِلَاظٌ شِدَادٌ لَا يَعْصُونَ اللَّهَ مَا أَمَرَهُمْ وَيَفْعَلُونَ مَا يُؤْمَرُونَ

Gelî yên ku bawerî anîne! Xwe û malbata xwe ji agirê ku arûdûyê wî mirov û kevir in bi parêzin. Li ser wî (agirî) melaîketên dilreq û dijwar hene. Bê emriya fermanên ku Xwedê li wan kiriye nakin û tişta ku li wan hatiye emir kirin, tînin cîh. Tehrîm: 6

 

Ev ayeta pîroz bi muminan dide zanîn; ku warisê meriva yê herî nêz malbata meriva ye; yanê jin û zarokên meriva ne. Mîrasa daîmî ya herî baş û dewlemend ew e; ku meriv zarokên xwe li gora fitreta ku Xwedê ew li ser xuliqandine, perwerde bike û dîn û diyaneta wan ji wan ra bibêje, ku karibin axreta xwe xilas bikin.

Ji bona ku meriv karê qenc û baş bike, divê li gora herikandina dema nûjen; bi berprsiyariya xwe rabin û bîr û baweriya me di jiyanê da rewa û xwiya be û çarçova jiyana meriva kifş bike.

Bivî awayî em dikarin zarokên xwe ji fitne û fesadiya bi navê çanda hevbeş ya sekuler ku bi destê emperyalîzmê tê belav kirin bi parêze.

Gava meriv mal û serweta  xwe di rêya heqîyê da xerş bike û zarokên xwe li gora fermanên Rebbê xwe perwerde bike, dibe xeml û zîneta dunê. Dema meriv vacûyê wê bi mal û zarokên xwe ra miamile bike, wê ji bona meriv û der û dora meriva bibin fîtne.

Ew kesê ku bi navê azadiyê zarokên xwe bi kêf û zewqa dunê ra, rû bi rû  dihêle, xirab û nebaşiya herî mezin bi zarokên xwe ra dike. Mîrasa herî baş ew e; ku meriv zarokên xwe li gora rê û rêbaza ku Xwedê ji Muhmmed (e.s) ra şandiye ya Qur´anê perwerde bike, bigihîne û kesên dînperwer, bi edeb û heya bin.

Fasadî û fitna ku li dunê bi navê çanda hevbeş û modernîzmê tên belavkirin, ji aliyê dewletên zilhêz, kom û saziyên navnetewî ve tên belavkirin.  Dewletên zilhêz bi her awayê alîkarî û piştgiriyê didin van kom û saziyên ku pêşengiya fitne û xirabiyê dikin.

Şexsekî an jî malbatekî çiqas hewul bide û bixwaze li ber xwe bide jî, wê nikaribe bergiriyê li vê fitnê bigire û wê di nava vê çerxa xirabiyê da bihele û tune bibe.

Ji ber wê, divê kesên mumin bi kom û saziyên xurt li çand û hesasiyetên xwe dînî û mîllî xwedî derkevin. Destpêka saziyên wiha ji malbatên qenc û baş pêktên.

Gava bav û dê û zarokên xwe li hev bikin û li gora terbiya îslamê hatibin perwerde kirin, dibin himê esasî yê van kom saziyên îslamî.

 

Pêxember û Zarokên Xwe

Pêşengê xêr û qenciyê Pêxember in. Gava em bala xwe didin sunnet û jiyana Pêxemberan, ji destpêka pêxemberiyê heya dikevin ber nexewşiya mirinê, ji zarokên xwe ra behsa mal û serweta dunê nake ku hûn ê çewa dewlemend bibin û malê dunê bicivîn.

Gotinên pêxemberan yên dawî ji umet, malbat û zarokên wan ra, wê piştê mirina wan jîyna xwe li ser çi bîr û baweriyê bidomînin û bi kîjan exlaq û edebê rabin û rûnên.

 

Muhemmed Pêxember

Di Heca Wda`ê da, wesiyeta kesê feqîr û bindest li umeta xwe dike û ji wan dixwaze ku li gel mezlûman bin û li dijî zulm û zaliman bin. Piştê wefata wî, divê umeta wî ji eqîda ku Xwedê bingeha wê daniye venegerin û bi hukmê kitêva Xwedê û sunnet wî hukim bikin. Pêxember şîreta dîn û axretê li umeta xwe kiriye û bi gotinek jî be, behsa mal û serweta dunê ne kiriye.

Loqman Pêxember

Şîreta xêrê û qenciyê li kurê xwe dike; ku nimêj bike û ji kurê xwe dixwaze ku tim terefdarê emrê m´erûf ya- yê qenc û başiyê bin û ji tiştên xirab û gemar jî dûr bisekine. Li gora rêbaza îlahî jiyana xwe bidomîne û gava bela û musîbet di ser da hat,  sebir bike û bi sebat be.

Divê mi´amela te bi xelkê ra baş be û gava tu bi xelkê ra diaxife rûyê xwe t´el û tirş neke û bi m´ede û mirûz bi xelkê ra nede û nestîne. Her wiha quretiyê neke û bi fexr û pozbilindî birêve neçe. Lewra Xwedê ji kesê bi pay û fexir hez nake.

Gava tu bi rêve diçî, maqûl û bi awayekî helîm û selîm bi rê ve biçe û bi dengê nizim xiberde, lewra dengê pir zêde bilind yê nebaş dengê kerê ye.

 

Yaqûb Pêxember

Ji zarokên xwe dipirse ku hên ê ji vir şûnda ji kê ra îbadet bikin? Zarokên wî: Em ji Îlahê bav û kalên te yê Îbrahîm, Îsmaîl û Îshaq ra; yanê ji Xwedayek tenê ra îbadet dikin û em tenê teslîmê hukmê wî Xwedayî bûne.

Wekî din jî gelekî nimûne ji pêxemberên din yên wekî Îbrahîm, Nûh û Mûsa  bidin. Tevaya Pêxemberan nesîhet û şîreta dînê Xwedê û eqîda henîf ya rast û durust li zarok û umetên xwe kirine. Jiyana temamê Pêxemberan ji destpêka Pêxemberiyê heya wefata wan, xelk dewetî emrê merûf û nehya munker kirine.

 

Feyzullah Yalçîn 2017-04-09

 

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest