Barzanî: Bi ti awayî em dest ji giştpirsî û serxwebûnê bernadin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cardin got, ku vegera ji giştpirsiyê nîne. Wêne ji Reuters.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku bi ti awayî veger ji lidarxistina giştpirsiyê û paşveçûn ji hewlên bo damezrandina dewleteke serbixwe ya Kurdî nîne.

Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel ajansa Reutersê dibêje, di roja 25ê Îlona îsal de tekez giştpirsî birêve dice. Derbarê ragihandina serxwebûnê de jî, Barzanî ragihandiye, dibe ku dema ragihandina serxwebûnê diyarkirî nebe, lê belê her wisa vekirî jî namîne.

Barzanî herwiha pêşbînî dike, ku dengê Belê (Erê) di giştpirsiyê de serkevtinê bi dest bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kiriye, ku giştpirsiya bo serxwebûnê tenê li Herêma Kurdistanê nayê lidarxistin, belku dê li Kerkûkê û navçeyên din ên  Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî pêk bihê. Mesûd Barzanî li ser heman mijarê dibêje: “Xelkê Kerkûkê di giştpirsiyê de biryar li ser her tiştekê bide, dive rêz lê were girtin.”

Barzanî amaje bi wê jî kiriye, ku piştî birêveçûna giştpirsiyê divê li gel Bexdayê û welatên cîran û welatên cîhanê dest bi danûstandinan bikin, da ku bo rêgirtin ji her aloziyekê, bigihêjin rêkevtinekê.

Derbarê armanca sereke ya lidarxistina referandumê de jî, Serok Barzanî dibêje: “Armanca sereke ya me cîbicîkirin û bidestxistina biryara xelkê me bi rêya aştî û diyalogê ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a vê hevpeyvîna li gel Reutersê de, hikûmeta piranî şîe ya Iraqê tohmetbar dike, ku di rêdana bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji bo ku desthilateke zêdetir hebe, pabendê Destûra Iraqê nebûy.

Mesûd Barzanî di vê bareyê de gotiye: “Heyama 14 salan e ku em çaverê dikin û li ser vê hevbeşiyê diaxivîn, lê belê her dem ji me re hatiye gotin, ku niha demek baş û demek qebûlkirî nîne, her ji ber wê jî pirsyara min ev e; Dema rast kengê ye?”

Barzanî amaje bi wê çendê jî kiriye, ku Kurd amade ne berpirsatiya encamdana giştpirsiyê qebûl bikin.

Di berdewamiya axavtina xwe de, Barzanî dibîje: “Me dîroka bi xirabî serederîkirina li gelê xelkê xwe rast kiriye û ewên ku dibêjin, serxwebûn baş nîne, pirsyara me ji wan re ev e, ku eger ji me re baş nîne, êdî çima ji we re baş e?”

Serokê Herêma Kurdistanê red dike, ku giştpirsiya Başûrê Kurdistanê bibe sedema çêbûna alozî û tundûtîjiyan û dibêje: “Rewatiya xelkê ji rewatiya her partiyeke siyasî û destwerdaneke derveyî mezintir e. Ez bawer nakim, ku ti kes li dijî şepêla mezin a xelkê Kurdistanê raweste, ew jî dema ku biryar li ser çarenivîsa xwe dan.”

Li ser hewlên ji bo şikesta referanduma Başûrê Kurdistanê jî, Mesûd Barzanî gotiye: “Wiha xuya ye, ku çend hewlek bo şikest pê anîna wê hebin. Em hemû hewla xwe didin, da ku rê nedin ew hewl serkevtinê bi dest bînin.”

Barzanî dibêje: “Me selimand (îsbat kir), ku em faktorê aramiyê ne. Her ji ber wê jî ewa ku em bi rêya giştpirsiyê dikin, rêgirtin ji nearamiya di paşerojê de ye. Em dixwazin egera rûdana ti xwînrijandinekê di paşerojê de nehêlin.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî dike, ku tevahiya kêmnetew û olên ku li Kurdistanê dijîn, û ji wan Krîstiyan û Êzidî, di sînorê dewleta Kurdistanê de dê werin parastin û werin hewandin.

Di beşeke din a heman hevpeyvînê de, Mesûd Barzanî li ser rewşa bajarê Mûsilê û operasyona leşkerî ya ji bo kontrolkirina vî bajrî axiviye û gotiye, serkevtin bêyî hebûna planeke taybet bi pêkhatina siyasî li vî bajarî temam nabe.

Barzanî di vê bareyê de dibêje: “Min hişyarî da ku eger we ew plana siyasî nebe, dê rewş berovajî bibe.”

Barzanî dilgiraniya xwe li ser rewşa Mûsilê tîne ziman û tekez dike: “Min dilgiraniyek mezin derbarê rewşa Mûsilê û qonaxa piştî azadkirina wê de heye, çimku bi dawî hatina dewleta îslamî li Mûsilê nayê wateyê bi dawî hatine dewleta îslamî. Ew sedemên ku, ew jîngeha ku DAIŞ anîne nava Mûsilê, neguherîne. Min dilgiraniyek zêde derbarê paşeroja navçeyê heye. Hêvîdarim ku ez şaş bim.”

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest