Nûceyfî: Bi plan Mûsil dane destê DAIŞê

Parêzgarê berî yê Mûsilê Esîl Nûceyfî niha li Hewlêrê dimîne. Ew dema behsa wêrankariya li Mûsilê dike, çavên wî tejî dibin rondik.

Nûceyfî ku bi biryara parlamentoya Iraqê ji kar hate dûrxistin, nikare vegere bajarên rizgarkirî jî. Çimkî ji aliyê dadgehê ve hatiye xwestin.

Esîl Nûceyfî di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa ziyanên canî û madî yên operasyona Mûsilê dike û dibêje, zêdetirî 40 hezar kesên sivîl li bajarê Mûsilê hatine kuştin.

Rojnameya Independent a brîtanî dibêje, hejmara qurbaniyên sivîl ên şerê Mûsilê 40 hezar kes in. bexda vê yekê red dike. Hejmara rast çend e?

Rewşa mirovî ya Mûsilê gelek trajîktire ya ku mirov hizir dike. Hejmareke zêde ya termên mirovan di bin xaniyan de mane. Li gorî qebareya wêranî û şer, hejmara kuştiyên sivîlan ji 40 hezarî zêdetir e. Li Mûsila Kevin otomobîl, dozer û şofêl li ser banê malên xirabûyî diçin û tên. Di bin de termê mirovên sivîl hene. Hêzên Berevaniya Şaristaniyê nikarin bi başî kar bikin û gelek cih hene, ku hê jî negihiştine xirbeyan rakin.

Kîjan hêz an jî alî berpirsê vê wêrankariyê ye?

Me divê rewş aram bibe û jiyana gelê Mûsilê asayî be. Piştî arambûna rewşê dosyayên xeter hene û di dema xwe de hemû jî dê bêne vekirin. Gelê Mûsilê niha tenê dixwaze bijî û naxwaze pirsgirêkan derbixe. Di dîroka Mûsilê de tişteke wiha nehatiye dîtin. Desthilata fermî bajêr radestê DAIŞê kir da ku qesebxaneyekê saz bike. Paşî di pêvajoya rizgarkirinê de Mûsilê wêran bike. Bi nêrîna min plana wêrankirina Mûsilê roja ku dane destê DAIŞê, hatibû amadekirin.

Par dema me hevpeyvînek kir, te digot guman heye Mûsil bibe Heleba duyemîn. Çima we pêşiya vê yekê negirt?

Karesata li Mûsilê ji ya Helebê mezintir e. Berî min pêşbîniya vê karesatê kiribû. Ez mikûr têm ku plana wan kesên ku Mûsil radestê DAIŞê kirin û paşî bajêr wêrankirin, ji plana me bihêztir bû.

Mebesta te hêzeke herêmî ya diyar e?

Belê, mebesta min Îran e, ku dest daniye ser Iraqê. Bê biryarbûna rêveberiya Obama jî karesat mezintir kir. Rêya firehbûna hejmûna Îranê û cîbicîkirina plana wan a li herêmê vekir.

Rêjeya wêranbûna bajêr çend e?

Ji navçeyekê heta navçeya din tê guhertin. Mûsila Kevin ji sedî 100 wêran bûye.

Baweriya xelkê Mûsilê bi hêza we dihat lê rola we pir lawaz bû?

Me gelek alternatîf pêşkeşkirin. Rê nedan em bi hêz beşdar bibin. Me dixwest gelê Mûsilê han bidin da ku li dijî DAIŞê raperînê bikin. Lê plan dûrxistina me bû. Ez nabêjim me tenê dikariya Mûsilê azad bikin. Lê me dikarî bibin hêzekî bi bandor. Niha 3 hezar û 500 çekdarên me yên perwerdekirî hene. em dikarin bi hezaran kesên din jî kom bikin. Nija 10 kolanên aliyê rojhilat û 7 navçeyên rojavayê Mûsilê di bin kontrola hêzên me de ye. Bi nêrîna min hê jî li Mûsilê çekdarên DAIŞê, xaneyên razayî û nehênî yên DAIŞê hene. Ew li hêviya derfetê ne û li hêviya derketina nakokiya navbera hêzên leşkerî de ne.

Rola hêza Tirkiyê ya li Başîkê çi bû?

Di azadkirina Başîkê de wan alîkarî dane pêşmerge. Piştî şerê Mûsilê ew hêz li wir nema û nizanim ka çûne ku derê û çawa hatibûn. Di bingeh de ew hêz di nava serbazgehê de nebûn, komek rahêner di serbazgehê de bûn. Ew hêz bi li hevkirina Enqere, Hewlêr û Bexdayê li wir bûn, em aliyekê mûxatabê vê mijarê nebûn.

Ji bo avakirina Mûsilê ti tiştek hatiye kirin?

Ji bo gihandina xizmetguzariyên sereke, pêwîstiya Mûsilê bi 3 milyar dolaran heye. Ji bo qerebûkirina hemwelatiyan û çêkirina bazar û cihên giştî, bi taybetî jî li Mûsila Kevin, pêwîstiya me bi bûdceyekê pir mezin heye. Bi baweriya min, ji ber krîza darayî, Bexda nikare vê bûdceyê dabîn bike. Parêzgehên din jî ji bo avakirina Mûsilê bûdceya xwe terxan nakin. Lewma mekanîzmaya herî baş, alîkariya navdewletî ye.

Ti welatek amade ye, ku Mûsilê ava bike?

Tirkiyê serokwezîrê Iraqê agahdar kiriye, ku ew amade ne Mûsila Kevin nûjen bikin. Herwiha hinek projeyan jî çêbikin. Çend welatekî erebî jî amadene beşdarî ji nûve avakirina Mûsilê bibin. Bexda pêşiya wan digre û naxwaze Mûsil were avakirin. Hinek aliyên siyasî li hember Heyder Ebadî astengiyan çêdikin û navên Mûsil ji nûve ava bibe.

Di dema ketina Mûsilê de hejmareke dîplomatên tirk ketin destê DAIŞê. Gelo biryar heye ku careke din Tirkiye konsolxaneya xwe ya li Mûsilê veke?

Li gorî zanyariyên min Tirkiyê li gel berpirsên hikûmeta Iraqê axiviye û bi niyet in careke din konsolxaneya xwe li Mûsilê vekin.

Projeya damezrandina Herêma Nînowayê gihiştiye çi astê?

Heta nebe herêmeke federal Nînowa aram nabe. Min pêşniyar kiriye, 5 heta 8 parêzgeh werin avakirin û her parêzgehek jî xwedan taybatmendiyên xwe be. Em dixwazin li gel pêkhateyên din vê mijarê zelal bikin. Maf û destkeftiyên her pêkhateyekê parastî be. Weke mînak Şingal bibe parêzgahek. Zûmmar û Rebî ebibin parêzgahek. Herwiha Tilefer jî bibe parêzgahek.

Biryare li Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, roja 25ê Îlonê referandûm were kirin. Beşek ji van navçeyan dikeve nav sînorê Nînowayê. Helwesta we li ser vê yekê çi ye?

Li hemêrê şer û wêrankariyeke mezin çêbûye. Divê Hewlêr û Bexda vê mijarê di navbera xwe de bi guftûgo çareser bikin. Herêma Kurdistanê ber bi giştpirsiyê ve diçe û Bexda jî xwwe amade dike qebûl neke. Li herêmê hejmareke zêde yê hêzên milîsî hene. Me daxwaz kiriye li wan herêman referandûm neyê kirin. Ji ber ku rewşa berêmê nikare xwe li hember vê pozberî û gengeşiyê bigre.

Beriya operasyona Mûsilê dihate texmînkirin, ku bi hezar çekdarên DAIŞê di nava bajêr de hene. çi ji wan hat? Hemû çûne ku derê?

Belê, bi deh hezaran çekdarên DAIŞê di nava Mûsilê de bûn. Lê neman ûy wenda bûn. Ez nizanim çûne ku derê?

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest