Behcet Ateş: Sîstema Qapîtalîzmê û Mirov

Min vî weney ji rûpela hevalekî tomar kiriye. Waney du alî pir bala min kişand, rastî mirov dema têkiliyên mirovan di xeta sîsteman de şîroveyan dike, mirov li ber çavên merivan dibin du serî di dev du peykir.
Di destpêk a sedsala 19 de sîstema qapîtalîzmê dest pêkiriye û hînajî di jayana mirovahî de bê guherandin cîhê xwe girtiye. Lewra sîstema qapîtalîzmê şekir bi devê mirovahî de daniye, ji ber tema şirîniya şekir wer zû mirovahî dev ji sîstema qapîtalîzmê bernade.
Sîstema qapîtalîzmê mirovan bi sîstema serbestî her kesî ji bo xwe û ji xwere avis hîştiye neçarê jiyana bi wî sîstemê kiriye. Mirov temenê wî anha li gora hijmara jiyîna salên wî orta 65/75 saleyan de dijîn. Destpêka jiyana her mirovan de ji dergûştiyê heta qedandina perwerda sereke anjî diplomeyek baş bigre salên wî dibe 21 / 24 salî. Dema dîplomeya xwe girt bê guman li pêşiya wî destpêka jiyaneke nû û bi pirsgirêk heye, berê dest bî jiyanê bike geleke hinek astên muhîm hene di wan asteyande derbas bibe.
Li gora sîstema dewleta tirkiyê, her zarok dema temenê wî bû 20/21 salî neçare 16 heyv ji bo dewletê leşkerî bike, di şert û mercên îrode ew kesa ji leşkeriyê bi selametî vedigere anjî jiyana xwe ji dest dide ne diyare (ellahû elem) Xweda dizane. Dû leşkeriyê de li gora çand û şeklê jiyanê gele ew zaroka bizewice, dema zewicî şûnde zewaca wî ligora daxweziya wîye û anjî ligora daxweziya dê û bavê wîye ne beliye, ewjî pirsgirêkekî biserê xweye û pir xetere. Li gora sîstema qapîtalîzmê her kes hedef û armanca wî bi keda xebata xwe dema temenê wî bû 65 salî teqawit bibe û dû teqawitbûnê re şûnda hinekî bê pirsgirêk rihet bijî fikrawî de heye.
Lê pir mexabin mirov dema temenê wî bû 65 salî, ji bo lezetekî ji jiyanê bigre tu hêz pêre namîne, an nexweşe tevahî şaney jiyanê nexweş ketine li benda çûyîn a ber dilovaniya xwe ye, anjî tevahî zarokên wî terka wî kirine bi tenê li ber dûwarekî diponice. Vegerim ser mijara weney du serî, sîstema qapîtalîzmê her kesî li gora ked û hunerên wî neçarê jiyana qapîtalîzmê kiriye, di hedef û armanca her kesande jiyaneke aramî bijî heye. Jiyana aramîjî di hebûna mal û dewlemendiyê de derbasî dibe.
Lê ji bo ku mirov hinekî dewlemend bibe anjî li ser kaxizan bejî bibe xweyê hinekî hebûnan, gele di banqeyan de derbasî bibe, sîstema banqê berê ji bona ku mirov xaniyek anjî tiştekî bikire, ji bo kesayetî ya merivan dosiyeke tevajî jiyana merivan amade dike û berê amade kirina dosiya merivan bi nav û paşnav, tarixa dema ji dayîk bûyina merivan hinekî lêkolîn çêdike.
Ger di lêkolînê de navê mirovan paqij derkeve û karê ku mirov pê jiyana xwe berdewam dike pak û hinekî garantiya berdewama wî karê hebe ewê serî lêdana merivan ji bo kirîna xanî û anjî daxweziya mirovan qebûl bibe. Kesekî li gora dîplomeya xwe û anjî li gora hunerên xwe her heyvan dora 2000€ anjî herî zêde 3000€ mehane maeş ji xebata xwe digre. 3000 x 12 =36000€ va reqema xebata wiya salaneye, perey qirêdiya xaniyê wî, fatûra ceyranê, têlefûnê, sîkorta xanî, û xwarin vexwarina nava malê li gora hesabekî orte, 1000+100+80+1500=2580€ Li gel vî hesabê erebeyek merivanjî hebe mesrefa mazotê û sîkorta erebê û hinek mesrefên kêlekê jî bê guman ewê çêbin, wekî kêmanî salê de du caran ji bo xwe û zarokên xwe re hinek kincan bigre. Mirov dema li vî tabloya fatureyan mêze dike heyvê 4500€/ anjî 5000€ maeş bigre dîsa têra merivan nake.
Lewra sîstema qapîtalîzmê jî di xwe da tim xwezaye,her rojan mesrefên zêdeyî li mirovan zêde dike û merivan ji fikirandina nava hesabên fatureyan de difetisîne. Wekî vî weney hanê mirov neçare bifikire û tew xebera mirovan ji mirovan nîne li para serê merivan de çi bûyerê bi serê merivan de tête.
Behçet Ateş:16-08-2017

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest