Feyzullah Yalcîn: Serok û serwerê muminan kî ne?

Xweda Te´ala di Qur´anê da behsa muminên muteqî dike û dide zanîn, ku kitêba Xwedê ji kesê muteqî ra rêber e. Kesê muteqî; yanê ew kesê ku ji Xwedê ra teqwadar e û li pey fermanên Xwedê û sunneta Pêxemberê wî diçin.

Xwedê di sûrê Beqere di ayeta yekê da wiha behsa rêbertiye Qur´anê dike:

الٓمٓ ۚ  ذٰلِكَ الْكِتَابُ لَا رَيْبَۚ ف۪يهِۚ هُدًى لِلْمُتَّق۪ينَۙ

Ev a ew kitêb (Qur´an) e qet tê da guman tune (ku ji cem Xwedê daketiye), ew ji muteqiyan ra rêber e.

Ev a ew kitêb e, ku di emr û fermanên wî da, qet guman tune; ku tê da xêr, xweşî û jiyan û bereket heye. Her wha di tiştên ku qedexe û li muminan heram kiriye da, zerar ji mirovan ra heye û kesê muherematên Xwedê binpê bike, wê di dunê da rastî gelekî arîşe û tengasiyan were û wê di axretê da, rû reş derkeve pêşberê Rebbê Alemê û bibe ji wan kesê ku zerar kiriye.

Ayeta pîroz bi kesê mumin dide zanîn, ku divê tişta çarçova sînorê jiyana wî kifş dike pîvanên kelamê Xwedê yê Qur´anê be. Lewra Xwedê dibêje; ev kitêb ji muteqiyan ra rêber e.

Yek ji ruknê îmanê divê kesê mumin bi Qur´an û kitêbên beriya wê daketine îmanê bîne. Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 4an da wiha ferman dike:

وَالَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ وَمَٓا اُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَۚ وَبِالْاٰخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَۜ

Ew muteqiyên) ku bi kitêba ji te ra û bi kitêbên ku ji (pêxemberên) beriya te ra hatiye daxistin û bi axretê bi dil û can bawerî tînin.

Îmananîn tenê bi dev nabe, divê dilê meriva jî tesdîqa zimanê merive bike. Ev jî tê wê m´enayê; ku meriv bi liv û tevgerên xwe dide îsbat kiri ku meriv di îman xwe da ji dil û can e.

Her wiha yek ji ruknê îmanê divê meriv li pey hukmê Qur´anê û sunneta Pêxember ya sehîh biçe. Gava meriva bi devê xwe got: Ez bi Xwedê, kitêbên Wî û roja axretê bawer dikim û di gel ku derfetên meriva hebe ku hukmê Qur´anê bicîh bîne, lê li pey neçe, wê gavê meriv tenê xwe dixapîne û ne kesekî mumin e. Kesên wiha tenê ji bona berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî û civakî hin wacîbatên dinî bicîh tînîn, lê gava dor hat hukmê Qur´anê, behsa demokrasî, sosyalîzm û sîstemên beşerî dikin. Kesên wiha, di îmana wan da kêmasî û şaşî heye.

Di vî warî da, Xwedê di sûrê Nîsa di ayet 59an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ وَأُولِي الْأَمْرِ مِنْكُمْ ۖ فَإِنْ تَنَازَعْتُمْ فِي شَيْءٍ فَرُدُّوهُ إِلَى اللَّهِ وَالرَّسُولِ إِنْ كُنْتُمْ تُؤْمِنُونَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ ۚ ذَٰلِكَ خَيْرٌ وَأَحْسَنُ تَأْوِيلًا

Gelî yên ku bawerî anîne! Bi emrê Xwedê, yê Pêxember û serok û serwerên ji xwe bikin. Vêca gava we derbarê tiştekî da, devjenî-minaqişe kirin, bi rastî jî gava hûn bi Xwedê û bi roja axretê bawer in, wê bibin ber (hukmê) Xwedê û Pêxember. Ev a ha ( ji bo we) bi xêrtir e û encama wê çêtir e.

Ayeta li jor bi kesê mumin dide zanîn, ku yek ji ruknê îmanê ew e; ku divê bi gotina Xwedê û Pêxemberî Wî bikin. Her wiha bi gotina serok û serwerên ji xwe; yanê ew serok û rêberên we yên ku Qur´an ji xwe ra kirine hakim bikin. Êdî meriv çi mirovên ji rêz bin û çi jî serok û serwerê millet bin, divê li pey hukmê Qur´anê û sunneta Pêxember ya sehîh biçin. Gava ne wiha be, wê çaxê ew kes ne misliman e.

Wê gavê îsbata îmananîna bi Xwedê, bi Pêxember û bi Qur´anê ew e; ku meriv li pey gotina Xwedê û ya Pêxember biçe. Gava ne wusa be, gotina ku ez bi Xwedê û Pêxember bawer im, gotineke pûç û vala ye û tu nirx û bahayê wî li ba Xwedê û muminan tuneye.

Xwedê li ser vê mijarê di sûrê Nîsa di ayeta 60î da wiha ferman dike:

أَلَمْ تَرَ إِلَى الَّذِينَ يَزْعُمُونَ أَنَّهُمْ آمَنُوا بِمَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ وَمَا أُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَ يُرِيدُونَ أَنْ يَتَحَاكَمُوا إِلَى الطَّاغُوتِ وَقَدْ أُمِرُوا أَنْ يَكْفُرُوا بِهِ وَيُرِيدُ الشَّيْطَانُ أَنْ يُضِلَّهُمْ ضَلَالًا بَعِيدًا

(Ya Muhemmed!) Ma tu nabînî ew ên ku qaşo dibêjin; wan bi ya (Qur´ana) ku ji te ra hatiye daxistin û bi kitêbên ku ji (pêxember) ên beriya te ra hatine daxistin îman aniye; ew dixwazin li ber hukmê taxût mehkeme bibin? Hal ew e, ku li wan ferman hatibû kirin ku ew taxût înkar bikin. Şeytan jî dixwaze ku wan bi (rêyên) şaş û nerast ji rêya (heqiyê) dûr bixe.

Taxût: Ew nîzam û hukmê, ku mixalifê hukmê Qur´anê û sunneta pêxember e. Ew kes û komên dibêjin; em misliman in, ew serok û fermandarên dibêjin em serok û serwerên mislimana ne, divê ji bilî qanûna Xwedê û rêya ku Muhmmed pêxember jiyaye li pêy tu hukmekî din neçin, pê bawer nebin û bi sîstemên beşerî hukum nekin.

Serok û serwerên li pey hukmê Xwedê û rêya Pêxember neçin, ew ne serokê kesên mumin in û divê kesê misliman destegê nedin wan, li pey wan naçin û bi gotinên wan nekin.

Her wiha kesên ku hukmê Xwedê û Pêxemberên Wî red bikin û li pey hukmên mixalifê wan biçin, kesên munafiq in.

Xwedê li ser vê mijarê di sûrê Nîsa di ayeta 61ê da wiha ferman dike:

وَإِذَا قِيلَ لَهُمْ تَعَالَوْا إِلَىٰ مَا أَنْزَلَ اللَّهُ وَإِلَى الرَّسُولِ رَأَيْتَ الْمُنَافِقِينَ يَصُدُّونَ عَنْكَ صُدُودًا

Dema ji wan ra tê gotin; ku de werin ber ya ku Xwedê daxistiye û werin ber hukmê Pêxemberên Wî (da ku di navbera we da hukum bikin); tu dibînî munafiq berê xwe ji te vedigerînin (û ji te dûr dikevin).

Kîjan serok û rêberên ku xelkê wî misliman in, bi şerî´eta Îslamê hukum dikin? Îroj temamê serok û serwerê welatên ku xelkê wî misliman in, dema jê ra tê gotin werin ber hukmê Qur´anê, werin ber şerî´eta Muhmmed Pêxember, dibêjin; em bi demokrasiyê hukum dikin û em bi sosylîzmê hukum dikin. Kes û komên wiha li gora hukmê ayetên li jor derbaz bûn ne misliman in û destag dayîna wan ne durust e.

Ev tiştên ku li jorê hatin nivîsandin, ji bona pîvanê îmana kesekî mumin têrê nake, divê kesê misliman hem bi şerî´eta Îslamê hukum bikin û her wiha divê bi hukmê wê jî razî bibin û bi qasî mîsqalekî şik û şuphe ji edaleta hukmê şerî´etê di dilê wan tunebe û derbarê hukmê şerî´etê du dilî nebe.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûrî Nîsa di ayeta 65an da wiha ferman dike:

فَلَا وَرَبِّكَ لَا يُؤْمِنُونَ حَتَّىٰ يُحَكِّمُوكَ فِيمَا شَجَرَ بَيْنَهُمْ ثُمَّ لَا يَجِدُوا فِي أَنْفُسِهِمْ حَرَجًا مِمَّا قَضَيْتَ وَيُسَلِّمُوا تَسْلِيمًا

Naxêr, bi Rebbê te kim,  ew heta di arişe-pirsgirêkên nav xwe da, te nekin hakim û paşê ji hukmê ku te dayî ra şik û tengasiyek di dilê xwe da nebînin û heya ji dil û can teslîmê wê biryara te daye nebin, wan îman neaniye.

Ev tiştên li jor hatin nivîsandin, di dema dewleteka bi Qur´anê hukim bikin, divê kesê dibêje; ez misliman im, ji sedî sed wiha tevbigere.

Lê gava dewletek bi şerî´eta îslamê were îdarekirin tunebe wê çewa bibe?

Divê di fikr û zikrên her muminekî da hebe û ji bona avakirina dewleteka wiha bixebite.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest