Behçet Ateş: AŞÎTÎ CEJN Û CİVÎN

Di tevahî cîhanê de û tevahî civakan musilmanan de îro sê sembolîk en bi wate di heman rojê de tête pîroz kirinê. Yek roja cejna heciyan, roja aşitiyê a tevahî cihanê û roja bawermendên musilman di roja îniyê de di civin bal hev. Rastî hersû roj jî pir bi watenin û bi manîdarin.

Roja aşîtiya tevahî cihanê de, gele ew dewletên ku ger di navxwe de û her weha bi cîranên xwe re bi pirsgirêkin, ji bo wan dewleta û taybetî ji bo tevahî cihanê re rêya çareserî yê gele were berhefkirinê û ji kesên bindest re çareserî ya pirsa wan, were çareser kirinê.

Roja civîna bawermend ên musilman di roja îniyê de, di wexta limêja nîvro de gele li bal hev bicivin û kesek ji rêveberên civakê ji tevahî civakê re xutbe bixûne û wateya xutbê daxûyanî ya civakê a civîna îniyê ye.

Roja cejna heciyan wekî her salên borî cejna qurbanê ye. Li gora baweriya DÎN’ê îslamê qurban dema ew kesên ku terin hecê, ji bo civîna salê de careke li bal hev bicivin û roja dawî de, dema derdikevin duharê girê erefê û wî rojê qûrban serjê dikin. Bi vegera heciyan re şahîtî dikeve nava civakê û ew şahî wekî cejn tête pîroz dikin. Lewra ji bo tevahî civaka busilmanan ew roja wekî roja cejna heciyan tête pîroz kirinê.

Di tevahî cihanê de îro yekê îlonê wekî roja aşîtiyê hatiye kefş û sembolîze kirine. Lê pir mexabin çawa di tevahî dînan de rojên cejnan de gele pevçûn û kuştin tunebe û qedexeye. kesên ku di van rojan de xeraviyan pêk tînin li gel doza dedmendî yê de wekî sûçdarên bê azad tewambar dibin û gele were ceza kirinê. Lewra çalekiyên wan dibê sedemên rêya xerav û pevçûnû kuştinan mirovan. Di roja aşitiya cihanê dejî pevçûn kuştin him sûçe û qedexeye.

Ez bi navê xwe cejna heciyan li tevahî gelê kurd û musilmanên cihanê û heciyên ku ji bo wateya hecê û ji bo ferza ruknên îslamê bi dil û can pîroz dikim.
Ew kesên ku ji bo wateya hecê qûrban serjê kirinê, Xwedê qûrbana wan qebûl bike.
Xwedê heca ew kesên ku ji bo wetaya ruknên îslamê ferze û tevahî heciyên li ser rêya îslam a rast û li gora çerçoveya dînê îslamê ferze qebûl bike. Cejna qurbanê li tevahî heciyan û tevahî malbatên wan pîroz be.

Lê pir mexabin wekî her salên borîn disa gelên bindest û musilman di binê zext û zulmê dene. Dîsa xwyîna gelên mezlûm û bindest tête rijandin. Xwedê text û bextên kes û dewletên zilmê li mezlûman û li gelên bindest dikin bi serê wande hilşîne dewleta wan xerav be.

Hêvîdarim ku dewleteke li gora AŞÎTÎ CEJN Û CİVÎN, were damezirandin û ji bo tevahî cihanê re bibe navnîşana selametî yê û doza dadê ji bo tevahî pirs û pirsgirêkan re çareserî berhev bike, di nava tevahî dewletan de bibe dozgerê dadê.

Xweda tifaqa yekitiya netewa gelê me kurd û Kurdistan’ê bi yekîtî mûqafat bike. Xwedê roja cejn û şahiya xelasiya ji bindestiyê bi gelê me bide jiyîn û bi par bike amîn.

Behçet Ateş: 01-09-2017

 

 

 

 

 

 

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest