Teqwadarî

Serhed Name: Yek ji sifetê kesê mumin teqwadari ye. Muteqîbûn ew e: Ku dive kesê dibêje; ez mumin im, li gora emr û fermanên baweriya xwe bi berpirsiyariya xwe bizanibe û êrk û wezîfa xwe bîneh cîh. Yanê bi gotina Xwedê û Pêxemberê Wî bike û tişta ku çarçova jiyana kesê muteqî kifş kiriye û divê kifş bike, tenê fermanên Qur´ana pîroz, sunneta Pêxemberê Xwedê û ew tiştên ku ne mixalifên rêya Xwedê û Pêxember be.

Teqwadarî ji bona kesê mumin: “Libseke m´enewiye”. Xwedê ji bona ku mirov ´ewretên xwe pê binixêmîne, xwe pê bixemlîne ji mirovan ra libs-cil û berg daxistiye û ev cil û bergên li xwekirinê ji bona mirovan tişteke mecbûri ye. Lê ev ji bona nixamtin û xweparastinê tenê têrê nake. Divê digel van cilên qenc û xweşik cilên teqwadariyê jî hebe, hê tê gotin ku kesê mumin xwe nixamtiye.

Bi gotineke din: “Teqwadarî” ji bona muminan mertaleke m´enewi ye. Divê di hemû kar û tevgerên meriva da, di qisedan û gotinên meriva da, di li xwekirin û xemla meriva da, para Xwedê heb e. Gava para Xwedê di jiyana meriva da tunebe, çi dibêje bila bibêje, ci li xwe dike bila li xwe bike û çewa tevdigire bila tevbigere, li ba Xwedê kêm e, bêxêrê e û ji bilî dunê tu xêreka wê li axretê jê ra tune.

Libsa teqwadariyê çi ye?

Îbn `Ebas derbarê cilên teqwayê da wiha dibêje;

وقال ابن عباس:” لباس التقوى ” هو العمل الصالح

Teqwadar: Kar û ´emelên qenc û baş e.

Hin aliman jî gotine:

لباس التقوى ” الحياء.

Lîbasa teqwayê heya ye. Yanê kesê mumin ew kes e, ku li hemberê ferman û nehya Xwedê fedî û şerm dike ku wan binpê bike û ji sînorê Xwedê derbaz nabin.

Xweda Te´ala di Qur´anê da behsa muminên muteqî dike û dide zanîn, ku kitêba Xwedê ji kesê muteqî ra rêber e. Kesê muteqî; yanê ew kesê ku ji Xwedê ra teqwadar e û li pey fermanên Xwedê û sunneta Pêxemberê wî diçin.
Xwedê di sûrê Beqere di pênc (5) ayetên destpêkê da wiha behsa rêbertiye Qur´anê û wesfê muteqiyan dide:

الٓمٓ ۚ ذٰلِكَ الْكِتَابُ لَا رَيْبَۚ ف۪يهِۚ هُدًى لِلْمُتَّق۪ينَۙ

Xweda Te´ala di destpêka sûrê Beqere da, bi 5 ayetan behsa sifetên kesê mumin dike. Bi du ayetan jî behsa rewşa kesê kafir dike û bi 13 ayetan jî behsa gotin, tevger, helwest û du rûtiya kesê munafiq dike.
Sûrê Beqere ji bilî ayeta 281ê yê mayîn li Medînê daketiye û bi tevayî 287 ayet in. Ayeta 281ê di esnayê Hecul Weda´ê li Mekê daketiye.

Xweda Te´ala di sûrê Beqere da, mirovan dike sê beş: 1- Muteqîn 2- Kafir 3- Munafiq
Ev dabeşkirina ha, ji aliyê Xweda Te´ala ve hatiye kirin û dabeşkirineka şer´î ya muhteber e. Civakên li dunê hukum dikin, ji van hersî beşên hanê pêktên.

Feyzullah Yalçin

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest