Mislimanên Swêdê zulma Mayanmarê şermezar kir

Serhed Name: Îroj danê êvarê mislimanên li Swêdê seet di 16.00an da li Gamla Stanê ji bona piştgirîya xelkê Araqanê numayîşek li darxistin. Di vê numayîşê da, zulma ku ji aliyê dewleta Mayanmar û çeteyên budîsan da li mislimanên Araqanê tê kirin şermezar kirin.

Numayîş ji aliyê hin rêxistinên sivîl yên li Swêdê ve hate birêvebirin û wê sibê hê berfirehtir li Medborgarplatsenê meşeke din were li dar xistin.

Mabest ji meşê bala raya giştî bikişîne ser zulma ku li mislimanên Araqanê têkirin û jê ra çareyek were ditin.

Axaftevanên tev li meşê bûbûn ji dewleta Swêdê xwest ku xelata Nobelê ji seroka Mayanmarê bistînin. Çiku ew jinek ne layîqê xelata aştiyê ye.

Qetlîam bi alîkarî û piştevaniya wê ve bi awayek rêxistinî tê kirin.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest