Heşda Ş´ebî hêzeke mezin anî ser sînorê Kurdistanê

Heşda Şeibî hêzeke mezin anî ser sînorê Herêma Kurdistsanê û li Serbazgeha Kubra yak u dikeve navbera her du bajarokên Seidiye û Gulaleyê bi cih kir.

Li gorî zanyariyan, ew hêzên Heşda Şeibî ser bi her du hêzên Bedir û Seraya Xurasanê ve ne.

Fermandeyê Fewca 1 a Lîwaya 3 a Bejayî ya Hêza Pêşmerge, Eqîd Kawe Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:“Heşda Şeibî hêzeke mezin aniye nava Serbazgeha Kubra. Ew hêz bi otubusên mezin ên 40 kesî hatine veguhastin û du otubus ji wan hêzan li gundê Mercane hatine bicihkirin, ku hemû ser bi hêza Seraya Xurasanê ne.”

Kawe Mehmûd got, “hêzên din jî bo nava serbazgeha Kubra hatine veguhastin û li wê derê hatine bicihkirin.”

Wî fermandeyê pêşmerge destnîşan kir, ku li hember wê tevgera Heşa Şeibî û livandina hêzê, hêzên pêşmerge ketine amadebaştiyê û bo her egerekê amade ne.

Fermandeyê Pêşmerge: “Hêzên Pêşmerge û Wezareta Navxwe ketine haleta amdebaşiyê. Me zanayrî heye ku lîwayeke din a Heşda Şeibî li ser rêya Îmam Weys hatibin bicihkirin.”

Derbarê vê pêşhata nû û livandina hêzê de, Berdevkê hêzên Heşda Şeibî Seydi Mecîd jî ji Rûdawê re piştrats kir, ku wan hêz aniye deverê, lê bi gotina wî hatina hêzên wan asayî ye.

Seyid Mecîd da xuyakirin: “Hêzên me bo rahênanê hatine û ti tirsek ji çêbûna şer nîne.”

Berdevkê hêzên Heşda Şeibî li Seidiyeyê dibêje: “Em weke Lîwaya 110 a Kurdên Feylî yên ser bi Hêzên Bedir, di navbera Pêşmerge û Heşda Şeibî de, li gel şerê bi Pêşmerge re nînin û em nabin jî, em rê jî nadin karê bi vî awayî bihê kirin.”

Her du bajarokên Gulale û Seidiye ser bi navçeya Xaneqînê ve ne û weke deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku dikevne sînorê madeya 140 a destûra Iraqê tên naskirin.

Rudaw

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest