Sersala we ya Hicrî Pîroz be

Serhed Name: Îro yekê meha Muheremê destpêka sersala Hicrî ya 1439an ne.  Di dunê da du cure teqwîm hene, yek ya Mîladiye ku tê gotin dîroka ji dayîkbûna cenabê Îsa (e.s) me û ye dî jî ya Hicriye ku Pêxember (e.s) bi tevî mislimanan ji Mekê koçkirine çûne Medînê.

Li gora teqwîma Mîladî, serê salê ji yekê Çilê Dawî destpê dike û  li gora teqwîma Hicrî jî, ji yekê meha Muheremê destpê dike.

Li gora mehên Qemerî, sersala teqwîma Hicrî ya sala 1439an, di 21ê Îlona 2017an roja Pênşembê destpê dike. Ev jî dikeve yekê meha Muheremê. Bi vê awayî roja Pênşembê yekê Muheremê ye û roja dehê Muheremê jî roja Aşûrayê ye. Sîhyê (30ê) Îlonê roja Şemûyê ya 2017an misliman roja Aşûrayê pîroz dikin.

Navê mehên Hicrî evên li jêr in

Muherem, Sefer, Rebî´ul-ewel, Rebî´ûl-axir, Cîmadul-ewel, Cîmadul-axir, Receb, Şeban, Remezan, Şewal, Zul-qaîde, Zul-hîce

Muhemmed (e.s) 53ê salî bû ji Mekê koçî Medînê kir û rêwîtiya wê hefteyek domand. Sersala Hicrî bû destpêka avakirina dewleteka Îslamî û bi nîşteciyên Medînê yên ku ji file û cihûyan pêk dihatin peymana navdar ya bi navê ”Peymana Medînê” mor kir.

Sersala Hicrî bû destpêka hilweşandina pêker û senemên kendava erebî û hilweşandin paytextê Kisra. Pêxember 13 salan li Mekê û 2 salan jî li Medînê hîmên ´eqîdeyek rast û durust di mejî û ruhên eshabiyên xwe da bicîh kir û di jiyana wan ya rojane da neqişand.

Piştî ku 15 sal di ser perwerda eshabiyan ra derbaz bû, hê Xweda Te´ala îzna şerê xweparaztinê di sûrê Hec di ayeta 39an da, da Pêxember û mislimanan ku gava kafir û muşrikan êrişî we dikin û we ji mal û erdên we derdixînin, hûn jî dikarin şerê wan bikin.

Her wiha di sûrê Beqere di ayeta 190î da, ji wan xwest; ku gava hûn xwe li hemberî muşrikan diparêzin, divê hûn ji hedê xwe dernekevin û ji sînorê heq û heqîqtan derbaz nebin.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest