Serhed Name: Wusa dixwiye ku Îran û Tirkiyê li ser qedera milletê Kurd li hev kirine.

Çewa bi we va jî ´eyane ku berê 7 salan di destpêka şerê Suriyê da, Emerîka, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Qeter li aliyek bû û rejma Esad, Ûris û Îran jî li aliyek bû.

Lê Tirkiye niha li ba dewleta Ûris, Îran û rejma Esad e.

Berê 7 salan xwedêgiravî Emerîka qaşo wê demokrasî bianiya Suriyê û rejma Esad hilweşanda. Lê piştî şeş salan derketê holê, ku ev îdeakî bêbingeh bûye. Ji ber ku armanca Emerîka ne hilweşandina rejma Beşar Esad bû, belkî tune kirine erebên sinî yên dîndar bû.

Çikû bi bahara erebî ra tirsek ket dilê Emerîka ku ji niha û pêva Îxwanê Muslîmîn li Rojhelata Navîn bibe desthilatdar.

Emerîk ji bona vê metirsiyê ji navê rake, bi navê anîna demokrasiyê û hilweşandina rejma Esad, şerê Suriyê da destpêkirin.

Tirkiye, Siûdî Erebistan û hevalbendên wan pir zû bi vê yekê bawer bûn û hatin lîstika Emerîka. Tirkiye û Siûdî wusa bawer dikirin, ku wê Esad biçe û her yekê ji wan pîlanên xwe yên tayîbet li ser desthilatdariya Suriyê hebû.

Erebistana Siûdî wusa bawer dikir, ku ew hevkarê Emerîka yê herî baş e, wê grubên Selefî li Suriyê werin Îxtidarê.
Her wiha Trkiyê jî piştgiriya Îxwanê Muslîmîn dikir û li bendê bû ku Îxwan bibe îxtidar. Eger nebe îxtidar jî, hêza herî xurt li Suriyê Îxwan e û wê bi destê Îxwan bandorek a mezin ya Tirkiyê li Suriyê hebe.

Lê pîlanên Emerîka vaşartî bû û vacûyê pîlanên Tirkiyê û Siûdî bû.

Emerîka Îxwan û grubên Selefî hem berdan heve û hem jî li dijî Esad dan şer kirin. Di destpêkê da li Suriyê Rêxistinek bi navê DAIŞê tunebû, eger hebe jî ne ewqasa xurt bû. Bi lewazbûna mixalefeta Suriyê, rê li ber DAIŞê vebû û wan nivê axa Suriyê kir binê kontirola xwe. Ev yek li pîlanên Emerîka jî dihat.

Ji ber ku di destê mixalefetê da hêzên hewayî tunebû, her roj li hemberî rejma Sûriyê bi sedan kuştî didan û lewaz dibûn.

Emerîka di destpêkê da, her wekî aliyê mixalefeta Suriyê dike xwe dida nîşandan û pir kêm cebirxane û çekên giran dida mixalefetê. Lê di eslê xwe da, Emerîka dixwest wan têk bibe.

Emerîka wusa lê kir ku êdî hêviyên tu kesî ji mixalefeta Suriyê nema, hê pîlana xwe rast a binavê ”A”yê anî rojevê.
Emerîka piştgiriya PYDê kir û bihêzên xwe yên hewayî êrişê DAIŞê kir û di aliyê berê da, hemû alavên cengê yên sivik û giran dan PYDê. Li ser pertekên Tirkiyê Emerîka rêxistineke nû ya binavê HSDê ku ji %90î alîgirên PYDê bûn avakir û bi wê rêxistinê xwest pîlanên xwe bi cîh bike.

Dixwiye ku di şerê Suriyê da, armanca Emerîka ew bûye, ku erebên sunî yên dîndar çi li Suriyê û çi jî li Îraqê bi tayîbet ê nêzê Îxwan bûne ji qada siyasî rakin an jî bêtesîr bikin.

Lewra li gora wan, Îxwan hem li ser ewlehiya Îsrail û hem jî li ser rejmên dîktator yên weke Erebistan Siûdî, Misir û Îmarata Erebî talûke bû.

Piştî mixalefeta Suriyê bi destê Emerîka hat bê şexsiyet kirin û destek dan PYDê, ev pîlan bi kêrî Misir, Erebistan Siûdî û Îmarat jî het. Di gel Îsraîl van dewletana destek dan pîlana Emerîka û niha piştgiriya PKK/PYDê dikin.
Ji ber ku Emerîka û dewletên ereban yên weka Misrê, Erebistana Siûdî, Îmarata Erebî û Îsraîl dixwazin ku xetek siyasî bikeve navbera Tirkiyê û welatên Eereban. Ji ber wê jî destkê didin ku PKK/PYD bibe dewlet an jî bibin otonomî ku bikeve navbera ereb û tirkan.

Gava Tirkiyê ev pîlan fêhm kir, yek ser derbasî nav terefên din bû. Ew jî dewleta Ûris, Îran û Esad e. Tirkiye her tim ji dewleta Ûris û Îranê dixwaze ku xwedî li yekperçeya axa Suriyê derkevin. Lewra gava Suriye perçe bibe, ji sedî sed wê PKK li wê bibe desthilatdar.

Ji bona dewleta Ûris û Îran ji Tirkiyê ra bibin alîkar, şert û mercên wan jî heye û ji Tirkiyê hin tiştan daxwazin ku bike.

Ka Tirkiyê çi soz daye Ûris û ji çi t´ewîz daye em baş pê nizanin, lê ji bona ku Îran piştgiriyê nede PKK/PYDê, ji Tirkiyê xwestiye ku tu jî destegê nede Berzanî û li gel hikumeta Îraqê be.

Di destpêka mijara Referandûma Kurdistanê da, Tirkiyê zêde pertek nîşan nedida. Gava pertek nîşan bida jî, ji bona raya navxweyî ya Tirkiyê bêdeng bike, pertekên lawaz didan.

Lê di meha dawî da, Tirkiye helwesta xwe ji sedî sed guhert û pir bi tundî çû ser kurdan û piştgirî da Îran û Îraqê.
Wusa dixwiye, ku sîyaseta Rojhilata Navîn li ser qedera milletê Kurd reng û rûyê xwe diguherîne.

Ji van bûyerana tê zanîn ku Îran û Tirkiyê li ser qedera Kurdan bazarên kirêt kirine.

Ev bû çend nivîs ez di derbarê vê mijarê da, di malpera serhednamê da dinivîsînim.

Ev pîlanên wan dewletan e.

Ka Xwedê çi hukum dike em nizanin. Wê di rojên pêş da derkeve meydanê.

Şerefdîn Gimgimî 2017-10-25

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest