Feyzullah Yalçîn: Veşartina rastiyê gunehkî mezin e!

Derbarê kesê ku derewa dike û rastiyê vedişêre, gelekî ayetên Qur´anê û hedîsên Resulê Ekerem Xwedê jê razî be hene. Lewra kesê rastiyê vedişêre heye derewa neke, boxtan û boblatan neke stuyê yekê, nikare rastiyê veşêre.

Ev exlaqê ne mirovî ahengiya xweşiya jiyana civakê xirab dike û baweriya ku yek ji hîmê pêkvejiyana civakê ye, qels dike. Ji ber wê jî Xwedê û Pêxember (e.s) misliman hişyar kirine ku bi tu awayî derewan nekin û gotinên derew ne laîqê mumina ne.
Lewra derew bingeha kufrê ye û yek ji exlaqê herî pîs û gemar yê kesê kafir û minafiq e. Yek ji exlaqê herî baş, yê ku li ba Xweda dereca wî bilind e, rastî-sidq e.
Derew ji vî exlaqê Rebanî ra jehr e û li hemberî qudret û hîkmetên Îlahî îftirakî mezin e, ku wî înkar dike. Meriv çiqas bixwaze dikare ewqas vê mijarê dirêj bike, lê bi van çend gotinan, me xwest ku zirara ku ji derew û derewînan çêdibe, zelal bikin.

Xwedê di sûrê Hec di ayeta 30î da, wiha ferman dike:

فَاجْتَنِبُوا الرِّجْسَ مِنَ الْأَوْثَانِ وَاجْتَنِبُوا قَوْلَ الزُّورِ

Vêca hûn xwe ji pûtên necîs bi parêzin û xwe ji gotinên derew biparêzin.

Kesê derewa dike, ne tenê derewîne, di heman demê da zalim e jî. Xweda di sûrê Zumer di ayeta 32an da wiha ferman dike:

فَمَنْ أَظْلَمُ مِمَّنْ كَذَبَ عَلَى اللَّهِ وَكَذَّبَ بِالصِّدْقِ إِذْ جَاءَهُ ۚ أَلَيْسَ فِي جَهَنَّمَ مَثْوًى لِلْكَافِرِينَ

Ma ji wî kesê ku li ser (navê) Xwedê derewa dike û wê rastiya (Qur´ana) ku ji wî ra hatiye derewîn derxîne, kî zalimtir e? Erê ma di cehennemê da ji kafiran ra cîh nîne?

Ayet behsa wan kesên ku baweriyê bi dînê Îslamê neyanin û dixwazin wehya ku Xwedê ji Pêxember ra daxistiye biderewînin dike. Kesê wiha bi înkarkirina rastiyê hem zulmê li xwe û hin kesên din dike û hem jî kesên derewîn in. Ev jî tê m´enayê ku zulm û derew du sifetên ehlê kufrê ne û divê misliman bi her awayî xwe jê himet bikin.
Ji ber wê jî divê kesê biaqil, xwe ji derew û tiştên pûç û vala biparêze û dûr bisekine. Lewra yek ji tayibetmendiyên kesê mumin, divê merivekî rastgo be û pê bawerî were anîn.

Pêxember (e.s) derew yek ji elametê minafiqiyê hesab kiriye û di vî warî da wiha gotiye:

قَالَ رَسُولُ اللّهِ: أرْبَعٌ مَنْ كُنَّ فيهِ كَانَ مُنَافِقاً خَالِصاً. وَمَنْ كَانَتْ فِيهِ خَصْلَةٌ مِنْهُنَّ كَانَتْ فِيهِ خَصْلَةٌ مِنَ النِّفَاقِ حَتّى يَدَعَهَا: إذَا أُؤْتِمِنَ خَانَ، وَإذَا حَدّثَ كَذَبَ، وإذَا عَاهَدَ غَدَرَ، وَإذَا خَاصَمَ فَجَرَ

Pêxember (e.s) got: Çar xwî-xeslet di kê da hebe ew minafiqê xalis e. Di kê da jî yek ji wan herçar xesletan habe, heya wî xesletê bicîh bihêle, di wî da elametê minafiqiyê heye.
Gava pê bawerî tê anîn, bi emanet ra xiyanetê dike, gava diaxife derewa dike, gava soz û peyman dide, bêbextiyê dike û gava bi dijberî xwe ra minaqişe dike, ji hedê xwe derdikeve û derewan dike .
Her çiqas li ser sîheta vê hedîsê minaqişe hebe jî lê dîsa jî ev hedîs gelek fikr û hizir dide kesên bawermend ku divê bi tu awayî derewa neke.

عن صفوان بن سليم ، قال: قيل: يا رسول الله: أيكون المؤمن جبانا؟ قال: ”نعم” قيل له: أيكون المؤمن بخيلا؟ قال: ”نعم” قيل له: أيكون المؤمن كذابا؟ قال: ”لا

Ji Sefwan Bîn Selîm hatiye ragihandin, ku dibêje; ji Pêxember ra hat gotin: Ya Resûlellah, ma dibe ku mumin tirsonek be? Pêxember got: Belê (dibe ku kesê mumin tirsonek be). Jê ra hat gotin, an jî hat pirsîn: Ma dibe ku mumin tima-destgirtî be? Pêxember got: Belê. Jê ra hat gotin: Ma dibe ku mumin derewîn be? Pêxember got: Na .

Her wiha Pêxember (e.s) derew yek ji gunehên mezin hesab kiriye û di hedîsek xwe da wiha dibêje;

عَنْ عَبْدِ الرَّحْمَنِ بْنِ أَبِي بَكْرَةَ ، عَنْ أَبِيهِ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُ ، قَالَ : قَالَ النَّبِيُّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ : أَلاَ أُنَبِّئُكُمْ بِأَكْبَرِ الكَبَائِرِ ؟ ثَلاَثًا ، قَالُوا : بَلَى يَا رَسُولَ اللَّهِ ، قَالَ : الإِشْرَاكُ بِاللَّهِ ، وَعُقُوقُ الوَالِدَيْنِ – وَجَلَسَ وَكَانَ مُتَّكِئًا فَقَالَ – أَلاَ وَقَوْلُ الزُّورِ ، قَالَ : فَمَا زَالَ يُكَرِّرُهَا حَتَّى قُلْنَا : لَيْتَهُ سَكَتَ

`Ebdurehman bîn Ebî Bekir Xwedê jê razîbe ji bavê xwe radigihîne, ku Pêxember (e.s) got: Ka hişyar bin, ez ji we ra behsa sê gunehên herî mezin bikim? Gotin belê ya Resûlê Xwedê. Pêxember got: Ji Xwedê ra çêkirina şirîkan, şikandina dilê dê û bav û Pêxember çarmêrkî rûnîşt û got: Hişyar bin ji gotinên derew. (Ebî Bekir) got: Pêxember gelekî caran ew (gotinên derew) dûbare kir, heya me got xwezila bêdeng biba .

Cenabê Muhemmed (e.s) balê dikişîne ser exlaqekî pîs û nexweşiyekî civakî; ew jî derew e. Divê kesê misliman bi her awayî ji gotin û suhbetên derew dûr bisekinin. Bi henekî be jî, devê xwe fêrî derewan nekin. Derew musîbeteka civakiye û dibe sedemê belavbûna fitne û fesadiyê. Her wiha derew dibe sedemê nemana edaleta civakî. Lewra edaleta civakî, bi saya kesên rastgotî û rastiyê tê meydanê. Vêca ew civaka derew û derewîn bibin serok û serwerê milletek û di civakê da qedr û qîmetên kesê derewîn her biçe zêde bibe, wê çaxê pir tişteke bêqîmet e ku meriv behsa edaletê bike.

Feyzullah Yalcin 2017-11-12

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest