Divê şexs bi xwe bi ´edalet be

Serhed Name: Kesê adil ew ê; ku bi denge ye, çevdêriya heqê dike û heqê pêktîne. Mafê her kesî bêkêmasî bidê û bi ´edaletî bi her kesî ra miamile bike. Çi layîqê kube wê datîne ciyê wê û weka sitêrka sibê ew kesê ku rêya xwe wenda kiribe; ango ji sînorê ´edaletê derketibe, wî bîne ser rêya rast. Yê ku bê rêtiyê dike, û ´edlatê bi berjewendiyên xwe şexsî diherîmîne, kesê bi ´edalet, bi pîvanên mêzîna Îllahî di bin ronaya Qur´anê da rêya heqîyê nîşanê wî dide.

Ji ber ku kesê ´daletê pêktîne meriv e; divê bi xwe kesekî adil be. Kesê li nefsa xwe zulmê bike û xwe misteheqê ezabê Xwedê bike, ma wê çewa bi ´edalet be? Divê ber her kesî ´edaleta wî ji nefsa wî bi xwe ra hebe.

Her wiha ji bona ku ´edalet were pêkanîn, divê bingeha wê hebe. Divê civakek an jî welatek hebe û baweriya wan bi hukmên Îllahî û ´edaleta Îslamê hebe, ku li ser wan hukmê Xwedê were tetbîq kirin. Gava bingeh tune be, di tetbîqkirina hukmên Îslamê da, ji bilî zirarê wê tu karekî nede mirovan.

Lewra gava Xwedê Pêxemberî ji Muhmmed (e.s) ra şand, heya sêzdeh salan ayetên derbarî rêvebirin û hiqûqê da nedişand. Tenê ji bona ku Pêxember bi weyha xwe perwerde bike, 13 salan li Mekê, hîmê baweriyê di mejûyê Pêxember û mislimanan da kola bi cîh kir û îman di dilê wan da xemiland û bi wan da hezkirin. Paşê gava Pêxember koçî bajarê Medînê kir, hê ayetên derbarê rêvebirinê da daketin. Lewra Xwedê 13 salan li Mekê û 2 salan jî li Medînê bingehekî li gora fermanên xwe da amadekirin û merivên ku karibin di binê barê fermanên Wê da rabin gihandê, hê îzna cengê da, Pêxember û milslimanan.

Kesê şahidiyê dide, dibe hakem û dadweriyê dike, dema doz li dijî wî bi xwe be, li dijî xism û kesên wî yê herî pêş be jî, divê îmana wî ya bi qewet û bihêz hebe ku biryarê li gora heqiyê û bi ´edaletî bide û şahidiyê rast bibêje.

Pêkanîna fermanên Xwedê bi eqîdekî saxlem ya bi hêz û qewet ve girêdayiye. Ev jî bi xwendin, fêhm kirin û ´emel kirina bi Qur´anê çêdibe. Ji bona kesê bawermend, divê Qur´an pîvana her tiştî be.

Ew kesê heq û heqîqetên Rebbanî înkar bike, ji ber ronaya Qur´anê bireve xwe bispêre zulumat û taritiya kufr û cehaleta laîksîzm û sekularîzmê, ma wê çiqasî bikare pêşengiya ´edaletê bike û bibe kesekî adil?

Ew kesê di rêya ku Xwedê qedexe kiriye da biçe, ew li nefsa xwe zulmê dike. Êdî çi meriva helal û heramên Xwedê binpê kir û çi jî li xeynê xwe zulm û zordarî kir, bi her awayî meriv hem zulmê li xeynê xwe û hem jî li nefsa xwe dike.

Derbarê vê mijarê da Xwedê di sûrê Nîsa di ayeta 211an da wiha ferman dike;

وَمَنْ يَكْسِبْ إِثْمًا فَإِنَّمَا يَكْسِبُهُ عَلَىٰ نَفْسِهِ ۚ وَكَانَ اللَّهُ عَلِيمًا حَكِيمًا 

Kî gunehkî bike, hingê ew zirarê li xwe dike. Xwedê Zana û hekîm e (her tiştî bi hîkmet û di cîhê wî da ava dike)

Ew kesê ku bê emiriya Xwedê bike, di rêyên ku Xwedê qedxekiriya da biçe û ferzên Xwedê pêkneyne, ji sedî sed kêmasî, qelsî û lewaziyek di eqîda wî da heye. Ji xwe pirên wan ayetên ku behsa kesên zulmê li nefsa xwe dikin, di mijara şirkê, înkar û ne qebûlkirina roja axertê ve girêdayîne.

Lewra muşrikên Mekê mîna navê xwe dizanibûn, gava baweriyê bi Rîsala Muhemmed pêxember binîn, divê dev ji urf û ´edetên bav û kalên xwe, ji fikr û hizrên ku ji xwe ra kiribûn peyker û senem berdin û li pe fermanên Xwedê biçin. Di aliyek da muşrikên Mekê, ji wan kesên ji bona berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ji neçariya û ji gewriya xwe berjor dibêjin; em jî mislimanin, gelekî bibextir û di fikrên xwe da ji dil bûn.

Çikû camêran digotin em ne îmanê tînin û ne jî li pey fermanên wî Xwedayê ku tu behsa wî dike diçin. Lê laîk û sekulerîstên niha, bi aliyek devê xwe be jî dibêijn em mislimanin, lê tucarî rê nadin ku millet bi gotina Xwedê û Pêxemberê wî bikin. Ji ber ku di zanin di zirara wan û sîstemên wan da nîne, tenê ji tevaya dînê Îslamê mijara îbadetan serbest kirine. Ew jî divê li gora rêpêdan û merhemeta wan were eda kirin.

Ji xwe ra çîrokek pûç û betal li hev anîne  û dibêjin: “Canim karê dewlet û karê dîn ji hev cudaye”. Dema kesekî bibêje; ez dixwazim li gora fermanên îmana xwe bijîim û divê em li gora qanûnên Xwedê werin îdarekirin, wan terorîst îlan dikin, dikujin, davêjin zîndanan û wan û malbatên wan tar û mar dikin. Em jî ji wan ra dibêijn; hûn xwe dixapînin û li nefsa xwe zulmê dikin.

Lewra Xwedê derbarê kesên wiha da, di sûrê Hûd di ayeta 101ê da wiha behsa wan dike.

وَمَا ظَلَمْنَاهُمْ وَلَٰكِنْ ظَلَمُوا أَنْفُسَهُمْ ۖ فَمَا أَغْنَتْ عَنْهُمْ آلِهَتُهُمُ الَّتِي يَدْعُونَ مِنْ دُونِ اللَّهِ مِنْ شَيْءٍ لَمَّا جَاءَ أَمْرُ رَبِّكَ ۖ وَمَا زَادُوهُمْ غَيْرَ تَتْبِيبٍ

Me li wan zulum nekir, lêbelê wan bi xwe li xwe zulum kirin. Çi dema fermana Xwedayê te hat, ew ên ku wan ji bilî Xwedê jê hêvî û rica dikirin, tiştekî ji ser wan nedidan alî û ji zirarê pê ve tiştekî din li wan zêde nekir.

Çi meriva fermanên Xwedê înkar kir û çi jî meriva got: Hukmê Xwedê di vê ´esra hanê da, derbaz nabe û pê ´emel nayê kirin, qet ferqa wan tuneye û her dû rê jî meriva dibe ser kufrê. Kesê wiha bawer bike, ew ne misliman e û ji ber vê kufra xwe zulmê li nefsa xwe dike. Kes û komên wiha tu carî nabin sembola heq û ´edaletê û kesên ji merivên wiha ´edaletê bipên, sînorê ehmeqiyê derbas dikin.

Hukumkirina bi hukmên Qur´anê, şarstaniyet e, rewşenbirî ye, zanînek ji zanîna Îllahi ye û wek tirîncên tavê hawurdorê ronî dike û meriva dike kesekî ronakbîr. Ji ber ku tişta pêşiya meriva ronî dike, ronaya Qur´anê ye. Kesê ji bilî Qur´anê bi hukmên din yê taxût hukim bikin, nezan in, cahil in û di tarîtî û zulmatê da li heq û heqîqetê digerin.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 257an da wiha ferman dike:

اللَّهُ وَلِيُّ الَّذِينَ آمَنُوا يُخْرِجُهُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ

Ellah xwedan alîkarê ew ên ku îman anîne. Wan ji tarîtiya (kufrê) derdixîne ronaya (îmanê).

Xwedê bi vê ayetê dide zelal kirinê, ku ew kesên bi rêya Xwedê razî bibin, teslîmê ewleyî û aştiya ku Rebbê wan ji mirovatiyê ra layîq dîtiye bibin, Xwedê jî wan ji tarîtî û nezaniya kufrê derdixîne û ber bi ronaya Qur´an û îmanê ve dibe û jê ra dibe alîkar ku rêya rast hilbijêre.

Rêya Xwedê ne tenê ew e; ku meriv bibêje ez baweriyê pê tînim, lê tucarî Xwedê tev li kar û barê xwe yê şexsî û siyaseta dunê nakim. Ev ne bawerî anîne û baweriyeke wiha li ba Xwedê muheteber nîne. Ji ber ku muşrikên mekê jî digotin em bi Xwedê bawer in, wan jî wekî siyasetmedarê niha yên laîq û sekuler Xwedê tev li kar û barê dunê nedikirin û jê ra şirîk çêdikirin.

Di sûrê Maîde di ayeta 15an da wiha feran dike:

قَدْ جَاءَكُمْ مِنَ اللَّهِ نُورٌ وَكِتَابٌ مُبِينٌ

Bi rastî ji bona we ji cem Xwedê ronayî û kitêbekî (ku her tiştî bi zelalî) vedike hatiye.

Xwedê bi vê ayetê ji temamê mirovên ser erdê yê kafir, ehlê kitêb û mislimanan ra dibêje; Min Muhemmed Pêxember bi rêya rast, dînê heq û pîvanên mêzîna ku heq û batil ji hev diqetîne ji we ra şandiye. Vêca tiştên ji we tê xwestin, teslîmê rêya selamê ya Xwedê bibin.

Her wiha ji bona vê mijarê di sûrê Maîde di ayeta 16an da wiha ferman dike:

يَهْدِي بِهِ اللَّهُ مَنِ اتَّبَعَ رِضْوَانَهُ سُبُلَ السَّلَامِ وَيُخْرِجُهُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ إِلَى النُّورِ بِإِذْنِهِ وَيَهْدِيهِمْ إِلَىٰ صِرَاطٍ مُسْتَقِيمٍ

Xwedê, kesê ku li riza Wî bigere bi wê kitêbê (bi Qur´ana ku ji her tiştî ra vekiriye) dibe ser rêya selam û xilasiyê (ew rêya ku Xwedê ji ´ebdê xwe dixwaze tê da biçe, ew rê bi tenê rêya xilasiyê ye û wekî din tev rêyên batil yên delaletê ne) û bi îzna Xwe wan ji tarîtiyê derdixîne ronayê û rêya rast û durust nîşanê wan dide.

Wekî din jî gelekî ayet hene, ku tenê rêya diçe ba Xwedê rêya xilasiyê ye û di wan ronayî û nûra ku meriv pê pêşiya xwe dibîne heye.

Feyzullah Yalcin 2017-12-12

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest