Behçet Ateş: CİVAKA BÊ DEWLET NABE GEL

Civakên ku heta ji xalên qanûnan fernebin, ew civak tu wextê ne dibin gel û nejî netewa wan di nava netewan de cih digrin, pir mexabin di sedsala 21 de wekî gelê kurd 40/50 mîlyonin bes hîna bê dewlet dijîn.

Gelê kurd ji ber neçartiya bê dewletî, pir ji xalên qanûnan rêvebertiya dewletê fer nebûnin. Lewra dewletên dagirkerdan jî, jivî neçartiya gelên kurd wekî firsend tim sûd wer girtinin û ji bo berjewendiyên dewletên xwe bikar anînin.

Dû herba cîhanê a yekemîn re, di rojhelata navîn de pir sînorên dewletan çêbûnin, ji heman gelê pir dewlet avabûnin. Dewletên cîhanê dû hilşandina sîstemên împaratorîyan û li gora xirîstiyanîzmê rêvebertiya qiraliyet, û li gora qanûna îslamî jî rêvebertiya xelîfeyan jî bi dawî bûnin.

Ji wan dewletên ku dû herba cîhanê a yekemîn de avabûnin qismekî ji wan dewlet’an, Tirkiye, Îraq û Sûriye ye. Van dewletanan her yek ji wanjî, ji pir gelan va û li bal hev dibinê rêvebertiya dewletê de dewlet a ji pir gelan ava kirinin.

Pir manîdare ku ji yek gelê, heman baweriyê bawerin, heman çandê û heman zimanê diaxivin pir dewlet ên wan avabûnin. Lê gelê kurd ardnîgariya wî çar perçeyan perçe kirinin û di nevxwe de bi fikirên birdozên ji hev cûdajî perçe perçey kirinin.

Mirov dema serpêhatiyên ku bi serê gelê kurd de hatine dinirxînin, digihîjê encama ku dewletên navnetewî dibinê rêvebertiya amerîqîyan de dewlet a înglistan û Fransiza gelê kurd tim ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin û ji dewlemendiyên ser erd û bin erd sûd wer bigrin, kurd’an ji jiyaneke bi girêdey rêzikên qanûnan û baweriya wî dûr xistî hîştinin.

Lewra li gora rêzikên zagonên qanûnan tête femkirin ku bi zanatî ax û gelê kurd di navawîde perçe kirinin, û lewra bi vî awayên rihet dibinê qontrolên xwe de girtinin.

Lazime rewşembîr û dîroknas ên gelê kurd ji bûyeran û ji dîroka xwe ders derînin, bi lezgînî dîroka xwe ji nûve lêkolîn çêkin û bi gelê kurd bidin nasîn.

Lewra di dîrokê de çiqas rêveberî ên kevnar henin di tevan de gelê kurd ji bo berjewendî ên netewa xwe bikar anînin, ango kîjan rêveberên kurd daxweziya avakirina dewlet a kurdistan ê kirinin, îla bi destê xayînekî ji kurdan bûye sedema têkçûyîna wî pirojeya dewleta kurdî. Ji ber van îxaneta pir hewceye dîroka gele kurd rewşembîr û dîroknasên kurd’an ji nûve dîroka baweriyan û tevahî împaratoriyan heta herba cîhanê a yekemîn di kîjan rêvebertiyan da kurd hatine bikar anînê were nivisandin.

Lewra civakên bi rêzikên zagonên qanûnan va jiyan dikin, ew civak çi tofan bi serê wan de hatibin jî, bes tim li piyanin û xweyî çand û dîrokin. Lewra dewletên wanjî tim li piyanin û nasnama wan, alaya wan, û her waha hêza arteşa wan ji bo parastin a dewleta wan, di nava yekîtiya netewan de cîhên xwe girtinin.

Behçet Ateş.:20-12-2017

 

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest