Di Îslamê da heqê jinê li ser mêrê wê

Serhed Name: Ji bona ku hûn ji vê nivîsê sûd wer bigirin, divê hûn bi sebir vê nivîsê heya dawiyê bixwînin. Ez jî dizanim nivîsên min dirêj in, lê çi bikim metoda min wisa ye. Ez kar û xebatekî akademîk bi lêkolîn dikin û dixwaz im heqê nivîsê bidimê ku kesê dixwînin jê îstifade bikin. Nivîsên wiha jî bivê nevê dirêj dibin.

Ji ber wê heqê xwe li min helal bikin û kerem kin nivîsê bixwînin.

 

Du cûre heqê jinê li ser mêr hene. Yek: Heqî aborî-malî. Dudu: Heqê ne aborî-yê ne mali ye.

1-     Heqê aborî ew e:

Ku mêr mehrê bide jina xwe. Mehr ew e; ku di esnayê mehr birînê da, zêr an jî bahayê wê peran bide jina xwe. Miqdarê meherê jin bi xwe li gora derfetên mêrê xwe an jî li gora urfê kifş dike. Gava di esnayaê mehr birînê da mehr nehatibû kifş kirin, wê demê mehermîsil; yanê mehra keç û jinên hevalê wê çibe, bi qasê wê mêr mehra mu´ecel- pişin dide jina xwe. Gava pere tunebe, dikre li ser mehra muecel-ya bi deyn nîkahê bibire. Wê çaxê mêr dibe deyndarê jina xwe. Delîlê mehrê jî ayeta Qur´anê ye.

Xwedê di sûrê Nîsa di ayeta 4an da wiha ferman dike:

وَآتُوا النِّسَاءَ صَدُقَاتِهِنَّ نِحْلَةً ۚ فَإِنْ طِبْنَ لَكُمْ عَنْ شَيْءٍ مِنْهُ نَفْسًا فَكُلُوهُ هَنِيئًا مَرِيئًا

(Gelî mêran) Mehra jinan bi dilê (xwe) bidin wan. Eger ew ji (dilê) xwe tiştekî ji wê mehra xwe bidin we, wê çaxê bi dilekî rihet bixwin.

Mehra jinan fermanek ji fermanê Xwedê ye û divê mêr mecbûr bide jina xwe. Ayet dibêje: gava jina we ji dilê xwe ji wê mehra ku we daye wan paşva li we vegerîne, bi dilekî rihet wê bixwin. Divê mêr bi hîlebazî, dek û dolaban mehra ku daye jina xwe, jê nestîne. Gava tê da hîlekarî û fêlbazî hebe, jin were xapandin an jî jinê bi tirsîne û ew jî mecbûr bimîne û meherê li mêrê xwe vegerîne, ev ji mêr ra heram e.

Nefeqa jinê, xaniyê ku lê dimîne û cil û bergên li xwe kirinê, li ser mêrê wê ferz e. Her wiha divê mêr li gora derfetên xwe temmên pêdivîyê jina xwe bê kêmasî bicîh bîne. Gava mêr timatiyê bike, an jî nexwaze nefeqê jina xwe bidê, jin dikare serî li mehkemê bide û heqê xwe jê mêr bistîne.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 233an da wiha ferman dike:

وَالْوَالِدَاتُ يُرْضِعْنَ أَوْلَادَهُنَّ حَوْلَيْنِ كَامِلَيْنِ ۖ لِمَنْ أَرَادَ أَنْ يُتِمَّ الرَّضَاعَةَ ۚ وَعَلَى الْمَوْلُودِ لَهُ رِزْقُهُنَّ وَكِسْوَتُهُنَّ بِالْمَعْرُوفِ

Bila dayîkên (hatine berdan) heye du salan zarokên xwe bimijînin. Ev ji bo wan (dê û bav) ku bixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Bi qencî li gorî edetan, xwarin-xwedîkirin û cilên (dayîkan) li ser bavê zarokan e.

Her wiha li ser mijra xanî û miamila baş û nefeqê jinan, Xweda Te´ala di sûrê Telaq di ayeta 6an da wiha ferman dike:

 أَسْكِنُوهُنَّ مِنْ حَيْثُ سَكَنْتُمْ مِنْ وُجْدِكُمْ وَلَا تُضَارُّوهُنَّ لِتُضَيِّقُوا عَلَيْهِنَّ ۚ وَإِنْ كُنَّ أُولَاتِ حَمْلٍ فَأَنْفِقُوا عَلَيْهِنَّ حَتَّىٰ يَضَعْنَ حَمْلَهُنَّ

jinên (hatine berdan) li gorê taqeta xwe li xaniyê ku hûn lê dimîmin, wan (jinan) jî li wê bi cîh bikin. (Ji bo ku mecbûrê derketinê bikin) Hûn cîh li wan teng nekin û zirarê nedin wan. Gava ew bi hemle bin, heya ew barê xwe dayînin (biwelidin), nefeqê wan bidin.

Pêxember (e.s) di hedîsên xwe da, behsa çi mafê jinan li ser mêran hene, kiriye.

 عَنْ حَكِيمِ بْنِ مُعَاوِيَةَ ، عَنْ أَبِيهِ ، قَالَ : قُلْتُ : يَا رَسُولَ اللَّهِ مَا حَقُّ زَوْجَةِ أَحَدِنَا عَلَيْهِ ؟

 قَالَ أَنْ تُطْعِمَهَا إِذَا طَعِمْتَ ، وَتَكْسُوَهَا إِذَا اكْتَسَيْتَ ، وَلَا تَضْرِبِ الْوَجْهَ ، وَلَا تُقَبِّحْ ، وَلَا تَهْجُرْ إِلَّا فِي الْبَيْتِ

Hekîm bîn Muawiye ji bavê xwe radigihîne; ku min ji Pêxember (e.s) ra got: Kesekî ji me, çi mafê jina wî li ser heye? Pêxember got: Ji xwarina ku tu dixwî bide wê û ji cilên ku tu li xwe dikî li wê bike. Li nava çevê wê nexîne, bi (gotinan) wê rezîl û riswa neke û gava tu jê hêrsket jî, tenê di malê da wê terk bike (bila hêrsa te di malê da bimîne û wê bicîh nehêle û ji malê dernekeve)[1].

Pêxember (e.s) di heca xatirxwestinê-heca weda´ê da wiha wesiyeta jinan li mêran kiriye:

 

فاتقوا الله في النساء فإنكم أخذتموهن بأمان الله واستحللتم فروجهن بكلمة الله ولكم عليهن أن لا يوطئن فرشكم أحدا تكرهونه فإن فعلن ذلك فاضربوهن ضربا غير مبرح ولهن عليكم رزقهن وكسوتهن بالمعروف

Hûn di heqê jinan da, bi berprsiyarî tevbigerin (an jî ji Xwedê bi tirsin). Ew emantê Xwedê ne li ba we ye. ´Ewretên wan ji we ra, bi gotina Xweda (nîkahê) helal bûye. Mafê we yê li ser wan, divê ew nivîna we (şerefa we) bi kesekî din nede bin pê kirin ku hûn jê wê yekê hez nakin. Lê eger wê nivîna we da bin pê kirin, li wan bidin lêbelê wan birîndar an jî eyîbdar nekin. Mafê wan li ser we ew e; ku hûn xwarin û cilên wan bi qencî li gora edetê bidin wan[2].

Di hedîsê da derbas dibe ku, gere jin nivîna mêrê xwe nede bin pê kirin; yanê gava mêrê wê ne li malê be, an jî kesekî namehrem li malê nebe, bila jin mêrên beyanî negirin malê. Lewra tu mêrekî vê yekê qebûl nakin û dibe sedemê dilsarî û nexweşiya nava jin û mêr.

Xweda, derbarê vê mijarê da, di sûrê Nîsa di ayeta 34an da wiha ferman dike:

الرِّجَالُ قَوَّامُونَ عَلَى النِّسَاءِ بِمَا فَضَّلَ اللَّهُ بَعْضَهُمْ عَلَىٰ بَعْضٍ وَبِمَا أَنْفَقُوا مِنْ أَمْوَالِهِمْ

Bi sedema ku Xwedê hin kes di ser hin kesan ra girtiye (mêr bi hin xisûsiyetên xwe di ser jinan ra û jin jî bi hin xisûsiyetên xwe di ser mêran ra hatiye xwiliqandin) û ji ber ku mêr malê xwe li jinan xerc dikin, mêr rêvebir û parêzvanê jina ne. 

Ji ber ku Xwedê jin li ser hin xisûsiyetên tayîbet xwiliqandiye, di civakê da tim dên û bala merivan dikişîne û çevê her kesî li ser jina ne. Bona wê sebebê, divê jin ji her kesî qenctir û baştir werin parastin. Gava wisa nebe, hin der û dor bi navê azadiyê û mafê jinan, dikarin bi hisiyatên jinan bilîzin û wan ji bona fikr û hizrên xwe yên kirêt û gemar bikar bînin.

Tiştên li jor hatin nivîsandin, fermanên Xwedê ne û ji fermanên Xwedê rastir û bi ´edaletir tu tiştekî din tunye. Lê kesê ku wan fermanên Xwedê pêktînin mirov in û divê meriv bi xwe wan heq û hiqûqana bizanibe û êrk û wezîfa xwe bicîh bîne. Hin mêr hene, coyê wan ji ser pişta jina wî nayê xawrê û zulm û t´edayîkî mezin dike û hin mêr jî hene çikoz û tima ne ku libekî garis ji desta dernakeve, dînê Îslamê her dû cura mêran red dike û ji mêran dixwaze ku bi qasî derfetên xwe mert be û bi tu awayî zulm û zordariyê li kesî neke. Ma meriv çewa li jina xwe, li diya zarokên xwe û li hevparê derd û sirê xwe zulmê dike?

2-    Heqê ne aborî ew e:

Ku ji jina xwe ra baş be û di her warî da merivekî qenc û bi ´edalet be. Heqê wê yê m´enewî pêkbîne; ku jê ra bi hurmet be, asta jiyana wan bi hev ra di sewya herî qenc û baş da be û li hemberê jina xwe bi rêz û hurmet be. Wê di nava heval û hogirên wê da kêm negire, ser berjêrî neke û wê hewcê tu kesekî neke. Li hemberê kêmasî û qusûrê ku jê peyda dibe, bi sebir be û bişêweyê her qenc û baş kîmasî û qusûrê wê pê bide zanîn. Her tim bi jina xwe bide hîs kirin, ku ew jê hez dike û di dilê wî da jina wî di ser kesî ra ye.

Xweda Te´ala di sûrê Nîsa di ayeta 19an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا يَحِلُّ لَكُمْ أَنْ تَرِثُوا النِّسَاءَ كَرْهًا ۖ وَلَا تَعْضُلُوهُنَّ لِتَذْهَبُوا بِبَعْضِ مَا آتَيْتُمُوهُنَّ إِلَّا أَنْ يَأْتِينَ بِفَاحِشَةٍ مُبَيِّنَةٍ ۚ وَعَاشِرُوهُنَّ بِالْمَعْرُوفِ ۚ فَإِنْ كَرِهْتُمُوهُنَّ فَعَسَىٰ أَنْ تَكْرَهُوا شَيْئًا وَيَجْعَلَ اللَّهُ فِيهِ خَيْرًا كَثِيرًا

Gelî yên ku bawerî anîne! Ji we ra helal nine ku hûn bi zorê bibin warisê jinan û ji we ra (helal nine) ku hûn wan (di malê da bigirin û) tengav bikin da ku qismekî ji mehra ku we daye wan jê bistînin. Lê gava bi eşkera fihuşê bikin ew tiştekî din e. Bi wan ra, bixweşî (ango li gora ku şerî´et rê dide) derbaz bikin. Vêca dema hûn ji wan bêzar bûn (ji wan neqetin), dibe ku hûn ji tiştekî hez nekin, Xwedê xêreke mezin tê da çêkiribe.

Di dema cehaletê ya beriya Îslamê da, gava kesekî dimir ehlê wî kesî dibûn xwediyê jina wî û her wekî ew jinik malê wan be, pê ra miamile dikirin. Bizorê dibûn mîratxwirê wê û gava hin ji eqrebayê kesê mirî cilên xwe biavêta ser jina wî, êdî ew dibû malê wî û ji wî pê va kesekî din nikarîbû bi wê jinêkê ra bizewiciya. Xwedê vî ´edetê ne mirovî ji binî da heram kiriye û çewa layîqê mirovatiyê ye wisa jê ra rê û rêgeheke şer´î daniye. Divê mêr hem bi jina xwe ra û hem jî bi jinên malbata xwe ra, yên ku bê mêr man e, bi awakî şer´î bide û bistîne û li ser esasê xêr û xwesiyê bi wan ra miamile bike.

Yek ji nîşanên mêrê ku exlaqê wî di dereca kemalê da ye ew e; ku divê bi jina xwe ra hevelekî ji dil û can be û her tim bêhna wî bi jina wî derkeve û sebra wî li ba wê were. Lewra Pêxember (e.s) li ser vê mijarê wiha dibêje:

قالَ رَسُول اللَّه صَلّى اللهُ عَلَيْهِ وسَلَّم: ”أَكْمَلُ المُؤْمنين إِيمَاناً أَحْسنُهُمْ خُلُقاً، وَخِياركُمْ خيارُكم لِنِسَائِهِم

Pêxember (e.s) got: Muminên ku îmana wan di dereca kemalê da ne, ew ên ku exlaqê wan yê herî baş in û qencên we jî, ew ên ku ji jina xwe ra qenc û baş bin[3].

Çimkî îmana kamil ya xurt, meriva mecbûr dike ku xwediyê exlaqê qenc û baş be û bi jina xwe ra qenciyê bike. Hesenê Besrî Xwedê jê razî be dibêje; exlaqê baş ew e, ku meriv hemû rêyên qenc û baş nîşanê jina xwe bide û t´edayî lê neke.

Mêrên ku di malê da, xwediyê xwî û exlaqê qenc û baş bin, dilnizim bin, helîm bin û rûyê wan tim bi ken û beşera wan xweş bin, weka dareka çinarê di xweşiya biharê da pel dide û hemû ferdên malê xwe didin bin siya wî û pê disitir in.

Mêrê xwîpîs, bê exlaq, dilreq, bê rehim ku tim rûçikên wî bê m´ede û mirûzên wî di nava çevên wî da ye, weke serma û tîpiya zivistanê ye û her kes ji xezeb û şerê wî direvin. Jiyanê hem li xwe û hem jî li der û dor û malbata xwe dike cehenem.

Pêxember (e.s) di heca xatirxwestinê-heca weda´ê da wiha wesiyeta jinan li mêran kiriye:

 

فاتقوا الله في النساء فإنكم أخذتموهن بأمان الله واستحللتم فروجهن بكلمة الله ولكم عليهن أن لا يوطئن فرشكم أحدا تكرهونه فإن فعلن ذلك فاضربوهن ضربا غير مبرح ولهن عليكم رزقهن وكسوتهن بالمعروف

Hûn di heqê jinan da, bi berprsiyarî tevbigerin (an jî ji Xwedê bi tirsin). Ew emantê Xwedê ne li ba we ye. ´Ewretên wan ji we ra, bi gotina Xweda (nîkahê) helal bûye. Mafê we yê li ser wan, divê ew nivîna we (şerefa we) bi kesekî din nede bin pê kirin ku hûn jê wê yekê hez nakin. Lê eger wê nivîna we da bin pê kirin, li wan bidin lêbelê wan birîndar an jî eyîbdar nekin. Mafê wan li ser we ew e; ku hûn xwarin û cilên wan bi qencî li gora edetê bidin wan[4].

Di hedîsê da derbas dibe ku, gere jin nivîna mêrê xwe nede bin pê kirin; yanê gava mêrê wê ne li malê be, an jî kesekî namehrem li malê nebe, bila jin mêrên beyanî negirin malê. Lewra tu mêrekî vê yekê qebûl nakin û dibe sedemê dilsarî û nexweşiya nava jin û mêr.

Bi awakî şer´î biçe nivîna jina xwe

Di meselên cînsî yê di nabvera mêr û jina wî da, divê li gora ku dînê Îslamê rê daye bi awakî meşr´û ji hev îstifade bikin û her dû jî gava astengiyek tunebe, xwe ji hev ra serbest berdin. Divê mêr di esnayê ku jina wî di ´edetê serê mehê da ye, xwe ji nivîna wê dûr bigire û heya paqij nebe, têkiliyên cinsî pê ra neke. Çimkî di wê esnayê da, jin ne li ser hemdê xwe ye û dikare hin êş û derdê din lê peyda bibe. Ji ber wê Xwedê dibêje; heya ew ji kirasan safî nebûn hûn neçin nivîna wan û gava ji kirasa safî bû, li gora ku Xwedê ferman kiriye wisa biçin nivîna wan.

Li ser vê mijarê Rebbil Alemîn di sûrê Beqere di ayeta 222an da wiha ferman dike:

وَيَسْأَلُونَكَ عَنِ الْمَحِيضِ ۖ قُلْ هُوَ أَذًى فَاعْتَزِلُوا النِّسَاءَ فِي الْمَحِيضِ ۖ وَلَا تَقْرَبُوهُنَّ حَتَّىٰ يَطْهُرْنَ ۖ فَإِذَا تَطَهَّرْنَ فَأْتُوهُنَّ مِنْ حَيْثُ أَمَرَكُمُ اللَّهُ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ التَّوَّابِينَ وَيُحِبُّ الْمُتَطَهِّرِينَ

(Ya Muhemmed) Ji te pirsa heyz-bênimêjiya (jinan) dikin. Bibêje; ew (ji bo jinan) eziyet e. Vêca di dema bênimêjiyê da, xwe ji çûyîna nivîna wan dûr bigirin û heya ji (heyza) paqij nebin, nêzîkê wan nebin (neçin nivîna wan). Gava (ji bênimêjiya) paqij bûn (û xwe şuştin), Xwedê çewa ferman li we kirye wisa biçin nivîna wan. Bê guman Xwedê ji yê ku tobe dikin hez dike û ji yê pak û paqij hez dike.

Çewa li jorê jî hate nivîsandin, dînê Xwedê dînê perwerde û terbiyê ye. Çewa ji her tiştî ra pîvan û qanûnameyek daniye, her wisa tiştên herî esasî di navbera jin û mêran da têkiliyên cinsi ye û ji wî ra jî sînorekî meşr´û daniye ku her dû alî jê razbîbin. Divê kesekî ji jin û mêr, ji sînorên ku Xwedê daniye derbaz nebin û xwe misteheqê ´ezabê Xwedê nekin.

Her wiha divê di rêya ´edetî da biçe nivîna jina xwe û wê mejbûrê tiştên din neke. Lewra dibe ku ew ji wê miamilê hez neke, an jî jê wê ezyetê bikişîne.

Di mijara ku meriv çewa diçe nivîna jina xwe, Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 223an da wiha ferman dike:

نِسَاؤُكُمْ حَرْثٌ لَكُمْ فَأْتُوا حَرْثَكُمْ أَنَّىٰ شِئْتُمْ ۖ وَقَدِّمُوا لِأَنْفُسِكُمْ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّكُمْ مُلَاقُوهُ ۗ وَبَشِّرِ الْمُؤْمِنِينَ

Jinên we zeviya we ya çandinê ye, vêce hûn çewa dixwazin wisa biçin ziviya xwe û wan ji xwe ra bi şêweyekî baş pêkêş bikin. Ji Xwedê ra teqwadar bin (li gora fermanên Xwedê berpirsiyariyên xwe pêk bînin) û bizanin ku miheqeq hûn ê biçin huzura Wî. Mizgîniyê bidin muminan (ku Xwedê di axretê da çi bo wan amade kiriye)

Xwedê ferc-´ewretê jinan ciyê ku têkilîyên cinsê tê da tê kirin, şibandiye zeviya zîre´etê. Lewra zevî ciyê candiniya zîre´etê ye û ji wê berhemên çandiniyê tê hilanîn. Her wisa ji çûyina nivîna jinan jî zarok çêdibin û divê di rêya ´edetî da, têkilyên cinsî were kirin. Meriv dikre li pêya, li ser teniştê, ser pişt û deverû biçe nivîna jina xwe, lê divê ciyê cîma´e yek be. Di paşiya jinan ciyê pîsiyê da, bi jinan ra têkilyên cînsî neke.

Her wiha gava meriv biçe nivîna jina xwe, xedan xêr dibe. Pêxember (e.s) derbarê vê mijarê da wiha dibêje:

عَنْ أَبِي ذَرٍّ ، أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ ، قَالَ فِي مُبَاضَعَةِ أَحَدِكُمْ أَهْلَهُ صَدَقَةٌ . قَالُوا : يَا رَسُولَ اللَّهِ ، أَيَأْتِي أَحَدُنَا شَهْوَتَهُ ، وَيَكُونُ لَهُ فِيهَا أَجْرٌ ؟ قَالَ : أَرَأَيْتُمْ لَوْ وَضَعَهَا فِي الْحَرَامِ كَانَ عَلَيْهِ فِيهِ وِزْرٌ ؟ فَكَذَلِكَ إِذَا وَضَعَهَا فِي الْحَلالِ كَانَ لَهُ أَجْرٌ                                                        

Ji ebî Zer hatiye ragihandin ku Pêxember (e.s) got: Kesek ji we dema têkiliyên cinsî bi ehl-jian xwe ra dayne, jê ra sedeqe-xêr heye. Gotin: Ya Resûlellah gava yek ji me biçe nivîna jina xwe û şehweta xwe bişkêne, ma jê ra xêr heye? Pêxember got: Erê hûn nabînin an jî nizanin ku gava şehwete xwe di heram da bîne, jê ra guneh heye? Her weka wê, gava şehweta xwe di helal da bîne, jê ra xêr heye[5].

Tiştên heya vira hatin nivîsandin, fermanên Xwedê û kirinên Pêxember (e.s) min û divê her kesekî mumin bi vê reng û şêweyî bi jina xwe ra miamile bike û pê re jiyanek xweş li ser hîmê wekheviyê û bi rêz û hurmet bibuhurîne.

Bi qasî ku dînê Îslamê heq û hiqûq daye jinan û rêz û hurmet li wan girtiye, qet sîstem û îdeolojiyek din maf nedaye jinan. Di Îslamê da, jin weka sultana ne û îdare û xwedîkirina malbatê di navbera jin û mêran da nehatiye pervekirin. Perpirsiyarî tev yê mêr in û mêr di her warî da, mecbûr e ku temamê hewcedariyên jina xwe bîne cîh. Gava jin bi dilê xwe bixwaze û karekî li gora ku layîq û di hêza wê da be, dikare bi xebite. Gava jin keda xwe nede mêrê xwe, an jî ji bona xerc û mesrefa malê xerc neke, mafê mêr tuneye ku ji pera bixwaze.

Sîstemên ku bi navê demokrasiyê behsa maf û azadiya jinan dikin, jinan ji ´ebdîtiya Xwedê derdixînin dikin ´ebdê mirovan û wekî eşya pê ra miamile dikin. Xwedê di sîstema Îslamê da, bar daniye ser milên mêran û hemû xerc û mesrefa jinan li ser mêran ferz kiriye. Jiyaneke pir hêsan û aram kiriye para jinan.

 

Maf û azadiya ku sîstemên beşerî didin jinan, di destpêkê da û hê gava jin ciwan bin dibe ku li xweşiya wan biçe û li ber bayê hewa û hewesiyên ciwaniya xwe bikevin û ew azadiye ku hêdî hêdî wan ber bi ´ebdîtiyê ve dibe, pir li xweşa wan were û jê îstifade bikin. Lêbelê di pêşe rojê da, wê pir bi zelalî pê bihesin ku çewa ciwaniya xwe ji boan tiştên pûç û vala xerc kirine û niha di destê wan da ne tiştekî heye ku xwe pê xwedî bikin û ne jî malbata wan heye ku li ba wan bisitirin. Her wiha piştî ku pîr dibin, êdî ew der û dorên ku ji ciwaniya wan îstifade dikirin, berê xwe jê diguherînin û bi qasî pênc quruşan qedr û qîmetên jinan li ba wan namîme.

Gava em li der û dorên xwe baş binêrin û bi fikirin, wê rastê gelekî mînakan werin; ku kesê berê di civakê da naskiribûn, bi navê azadiyê bê sînor dijiyan û hatibûn lîstika dek û dolabên hewariyên demokrasiyê, di çe rwşeka belengaz da dijîn û çewa rezîl û ruswa bûne.

Çikû di sîstemên wiha da, para Xwedê û Pêxember tuneye, merhemt, şefqet û mirovperwerî li ba wan tuneye, her tişt fêde û pere ye. Heya mirov ciwan bin, jê îstifade dikin, lê gava êdî bi kêrê wan neyê, bêpûl bêpere û bê xwedî dihêlin.

Ji ber wê ye, dînê Îslamê girîngî daye avakirina malbatê; ku dê û bav û zarok bi hev ra di malekî da bijîn û zarok di malbateke bi xêr û xweşî da werin perwerde kirin û ji dê û bavê xwe xwî û xesletên qenc û baş hîn bibin ku ew jî bidin yên li pe xwe.

Gava meriva di ciwaniya xwe da, ji xwe ra hîmekî zexm danî û malbatekî qenc û baş avakir, dema merû pîr bû ket ber destan, wê çaxê zarokên meriva bi şefqet û merhemet li meriva mêze dike û di dema herî zêde ku îhtiyaciya dê û bav bixizmetê heye, wan xwedî dike.

[1] Ebî Dawûd: Cuzu sanî, kîtabu nîkah babu fîh heqîl meretî ´ela zewcîha

[2] Muslim: Kîtabu hec babû hecetu nebî….

[3] Tirmizî: Kîtabu Rida´e bab ma cae fîh heqil meretî ´ela zewciha

[4] Muslim: Kîtabu hec babû hecetu nebî….

[5] Muslim: Kîtabû zekat, babû beyan ene îsme sedeqetî, yeqe´û ´ela kulî new´ûn mînel m´erûf

 

Feyzullah Yalcin 2018-01-07

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest