Behçet Ateş: Sonda Leyla Zana bûye bela serê wê

Rojeva kurd’an dîsa wekî her deman tijeye. Rastî mirov pir bi baldarî rojevê teqîb nekin nikarin kîjan mijarê di sirerêza yekemîn de bigrin ber çevan, ji ber wî ez îro dixwazim behsa mijar a Rêzdar Leyla ZANA bikim.

Rêzdar Leyla ZANA, çawa di dilê hemû kurd’ên netewî de ciyê xwe bi qedir bilindî girtiye, û hemandemê de di qada navnetewî dejî wekî pîrekek bi girêdey mafên mirovahî û teybetî ji nava sîstema feodalîzm a gelê kurd de derketiye û deng û nevê wî li cîhanê de hatiye nasîn.  Lewra dixwazim behsa Rêzdar Leyla ZANA bikim.

Rêzdar Leyla ZANA cara yekemîn di sala 1991 de dema di herema bakûrê Kurdistan’ê de wekî namzet bû endam û di bernama xwe a ji bo endametiya namzetê bi dirûşmeyên kurdayetî û rengên keske sor û zer, her weha bi axaftin a kurdî di dilê her kurdê de û taybetî di dilê kurd’ên netewî xwaz de cîhê xwe çêkir, û gelê kurd bê şert û merc pişgirî dane Rêzdar Leyla ZANA, di hilbijartin a 1991 de bi serkeftin hate hilbijartin.

Rêzdar Leyla ZANA cara yekemîn wekî namzet ê gelê herema bakûrê Kurdistan’ê hate hilbijartinê, û ji bo sonda namzetiyê xwast bi kurdî ji bo mafên gelê kurd û tirkiyê sonda xwe bixûne, di meclîsa tirkiyê de cara yekemîn bû kesek ji bo mafên gelê kurd û tirkan sonda xwe bi zimanê zikmakî di xwend.

Bê guman sonda Rêzdar Leyla ZANA di meclîsa tirkiyê de bû niqaşa rojev a tevahî tirkiyê. Her waha rêya niqaşa pirsa gelê kurd jî di meclîsa tirkiyê de vebû, di meclîsê de niqaşa sonda Rêzdar Leyla ZANA di asta herî jorde bû gotûbêj, û di çapemenî a tevahî tirkiyê de her rojan li televziyonên cûda cûda de bername hatin çêkirinê, û dengê gelê kurd li cîhanê hate belav kirinê. Sonda Leyla wekî deng û awazên Birêz Şivan Perwer bû sitran di dilê tevahî gelê kurd’an de cîhê xwe girt.

Leyla ZANA ji dirûşmeya xwe a kurdayetî ji para gav neavêt û di sala 1993 de bi destê zorê hate derdest kirin, û bi xalên qanûna bingehî a tirkiyê ku behsa perçe kirina tirkiyê dike, ango bi zagona 125 an hatê dadmendkirin û 15 salan bi cezay girtîgehê hate cezakirin, û 10 salan jiyan’a xwe di girtîgehê de derbas kirr.

Leyla ZANA wekî serokê başûrê afrîqay Nelson Mandela, di çapemenîya cîhanê de di sirerêza yekemîn de wekî endamê xelata mafên mirovahî hate hilbijartin, û cîhê xwe girtiye, ji bo wî gelek xelat ên mafên mirovahî hatine dayîn.

Di meclîsa tirkiyê de ji sala 1991 heta anuha gelek hîmên mezin hatin wergerandinê, gelek serokkomar û serokwezîr kursîyên hukumetê guherandin, gelek namzet hatin qetil kirin û heta serokkomar Turgut Özal bi jehrê jiyana xwe ji dest daye, bes tenê ji bo pirsgirêk a mafên gelê kurd’an yek gavekî nehatiye guherandinê.

Hîmê dewleta tirkiyê careke bingeha wî li ser hîmê înkarkirina gelê kurd, û kuştin, talanî, asîmîlekirin, û bi destên zorê kurd’an derdest kirinê nehatiye avakirinê. Gelê kurd lazime idî ji bo her hêz û qûwetên ku xwe bi biratiya gelên tirkiyê dixapîne re bêje bese û destên xwe ji pêsîra vî gelê bindest bikşînin û xwe ji binîde biguherînin.

Sal 2015 de di 7 hezîranê û 2 yê mijdar ê de dîsa Rêzdar Leyla ZANA di herema bakûrê Kurdistan’ê de bûye endam ji bo namzet were hilbijartinê û bi serkeftin di herdû hilbijartinan de hate hilbijartin, bes hilbijêrtinên sala 2015 de gelek bi pirsgirêk û nakokî derbas bû, û pir mexabin hilbijartinên 2015 bû sedema careke dinê şer û pevçûnên gelê kurd û dewleta tirkiyê, û her weha dîsa pirsgirêk a sonda Leyla ZANA di meclîsa tirkiyê de bû niqaşa rojevê.

Rastî ne dewlet a tirkiyê û nejî di meclîsê de sonda Leyla ZANA di sirerêza yekemîn de nebibû mijara niqaşan. Lewra dewlet a tirkiyê biryara şerekî bi pîlan ji bo komkujiya gelê kurd dabû destpêkirinê. Sal 2018 de û bi destên zorê namzetiya Rêzdar Leyla ZANA bi destê hukumeta AKP ê dane rakirinê.

Mixabin ne tenê namzetiya Rêzdar Leyla ZANA hatiye rakirin, ji sala 2016 û heta anuha bi sedan serokên şarederiyan û hijmara wî ji dehan pirtirî namzet û hemserokên partiya HDP bi destên zorêve bi awayek hovane bê parastin avêtine zîndanan.

Bê guman gelê bê dewlet, bê artêşa fermiye û bê parastin dimîne, û di cîhanê de tu hêz û qûwet piştgiriya gelê bê dewlet nagrin, bê dewletî tifaqa netewî jî çênabe û dibê sedema neçarê têkçûyînê dimînin. Pir hewceye gelê kurd ji tevahî gelên cîhanê pirtirî hewcetî bi aştiya navxweyî heye. Di tirkiyê de 30 mîlyon kurd henin, ger kurd destên xwe bidin hev û di navxwe de lihevhatîbin tu qûwet nikarin derdestî û bi destên zorê siyasetmedarên kurd’an ji kursîyên wan de bînin xarê.

Behçet Ateş: 13-01-2018

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest