JİN XWEZA Û JİYAN

Jiyan hebûna xwe ji jin ê re deyndare. Lewra Xweda cc » hebûn a mirovahî di şexsê jin ê de afirandiye, bê guman mêr û jin bihev re dibin mirov (insan) lê hebûna mirovan Xweda cc » di xwezaya jin ê de daye berhev kirin û jê civak ( qewm) û gel (milet) çêbin û ji bo ku lihev zêdebin bi hev re bijîn daye çêkirin ê ango afirandin.

Ji ber wî mêr û jin ji bo bibin mirov (insan) hev temam dikin, bes jin ji bo jiyan a civak’an û taybetî ji bo zarokan dikeve kategoriya muqedesbûnê.

Mixabin ku em wekî civaka gel ê kurd ji bela bê dewletî bi sîstemekî îlmî ango bi gora qanûn a Xweda cc »ji bo mirovahî jiyan a xwe bi serfirazî bijîn hunartiye bi rê û rêzikên civakî bijîn perwerde nebûnin, ji ber wiye em wekî gel ê kurd ji nirxên sembolîk ê civak ê bi sembolên civakî tête nasîn bê par manin.

Jiyan a gel ê kurd bûye jiyan a gerdûnî a xweza û bê qontrol jiyanekî ezbere dijîn. Ji ber wîye jî, sîstema feodalizm ê bûye esas ê jiyan a gel ê kurd. Lewra ji bo ku di nava civaka xwe de û di nava eşîr û jiyan a herema lê dijîn de, neçarê bi sîstema feodalîzmê bijîn û parastin a xwe kirin ê manin.

Xweda cc « ji bo ku civak ê(qewm) wekî civak bihevre û li bal hev bijîn zimanê ku ji hev fem bikin daye afirandinê. Xweda cc » di Qur’anê sûrey Rum ayeta 20,21,22 de ewha fermana daye.

Sûrey Rum ayeta 20 a Hûn ji axê afirîne (yanê çêbûne) tespîta mezintiya Xweda cc « e, di nava demê de hun bûne hebûn ( beşer) civak ango gel lihev zêde bûne û li xweza belav bûne.

Sûrey Rum ayeta 21 î de Xweda cc » ewha ferman daye. Mirov ji bo ku jiyaneke serfiraz bijîn, ji heman cinsan jin û mêrr ji bo hev bi hêstên evîn î û jiyaneke rêzdar bi par kiriye, bê guman va tespît a mezinahî a Xweda cc » e, bê guman civaka ku bi mêjî ê xwe bifikire raste gelek kefş û nisûbetan tête.

Dîsa Xweda cc » di ayeta 22 de ewha ferman kiriye. Afirandin a esman û erd, afirandin a ziman’an û rengên ji hev cûda cûda mezinbûna Xweda cc « e, bê guman ewê ku di zanebûna van hebûnan dene gelek hunerên jê ders bigrin heye.

Mirov dema van hersû ayetan a şîrove dikin û difikirin tespît a Xweda cc » çiqas mezine û ji bo ku mirovahî bi rêzdarî jiyaneke serfiraz bê astengî bijîn jiyan ê diyarê mirovahî kiriye kefş ango tespît dikin.

Xweda cc » mafên mirovahî bi her ewayê di xwezaya mirovahî re afirandiye. Li gora xweza a gerdûnî yê mirov mêze dike rengên ji hev cûda cûda hed û hesabên wî ne kifşeye ango ewqasa pir bi reng henin, dewlemende û xweşikin.

Van tevahî rengên ji hev cûda ji av û axê de, di xwe da xweza ye. Xweda cc » zagona afirandinê di axê de xweza afirandiye û çêkiriye.

Ji bo mirovahî jî Xweda cc » zagona afirandinê di xweza a jin ê de ji bo ji hev çêbin û lihev zêde bin afirandiye ango çêkiriye. Lewra mirov bi hêstewarî ê evîn ê girêdey hevin û jiyan a mêr û jin bihevre bi girêdey hev bijîn jiyan dikin.

Lewra jiyan a jin û mêr bihevre bijîn him fermana Xweda cc » e, hemandemê de ji bo ku civak li bal hev bihevre bijîn zimanê ku ji hev ferbin di xweza a dayîk ê de zimanê zikmakî daye afirandinê. Lewra jin ji bo civakê û teybetî ji bo zarokên wî dikeve kadegoriya qûtsaliyetê.

Jin ne tenê di rojekî sembolîk de pîroz e, li gora qanûna Xweda cc » jin di tevahî jiyan ê de qûtsale û himjî pîroz e. Hêvîdarim ku civaka gelê kurd di demekî nêzikde dibin dewlet û li van nirxên civakî ê sembolîk xweyî derdikevin û reng didin e cîhanê.
Roja tevahî jin ê cîhanê û taybetî jin a kurd pîroz dikim
Behçet Ateş: 08.03.2018

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest