Tu kes ji gunehê kesekî din berpirs nîne

Ev mijar ji du beşan pêk tê.
Yek: Sernivîsa li jor e; yanê gunehê mirova li kesekî din nayê barkirin.

Dudu: Gava merivekî rêberî û pêşengiya urf û ´edetkî qenc û baş bike û bibe sebebê kirina wê ´edetê qenc û rêya rast, ku xêr û xweşiya wê bigihêje civakê û mirov bi kirina wê xwedan xêr bibe, heya ew ´edet û karê baş di rojevê da be, çewa ji kesê ku wê karê qenc û baş bike jê ra xêr heye, her wiha xêra wê digihêje wî kesê ku bûye pêşengê wê urf û ´detê qenc û baş. Her wiha gava meriv bibe pêşengê urf û ´edeteke nebaş û ji ber kirina wê karê ne li rê, pîs û gemar, bê exlaqî û nebaşî di nava civakê da belav bibe û gunhekarî bibe tiştekî ji rêzê, çewa kesê ku wê karê ne li rê dike gunehkar dibe, her wisa genhê karê ku tê kirin, dighêje wî kesê ku bûye pêşengê wî ´edetê kirêt û nebaş.

Beşa Yekemîn

Xala dawî ji mijara ´edaletê ew e; ku gunehê tu kesî ji kesekî din nayê pirskirin. Mirovekî ji sûç û xetayê kesekî din berpirs nîne û ji boyî mirovekî xeta û gunehekî kiriye, dê û bavê wî, zarok û jina wî û dost û xismên wî nayê gunehbar kirin. Tu mirovekî ji ber yekî din va, di warê civakî, aborî, siyasî û huqûqî da nayê cezakirin. Bi gotineke din: Gunehê kesî li kesekî din nayê bar kirinê û kes cezayê kesekî din ne li vê dunê û ne jî li axretê nakişîne.
Derbarê vê mijarê da, gelekî ayetên Qur´anê û hedîsên Pêxember (e.s) hene. Gava em hemûya binivîsînin wê mijar gelekî dirêj bibe. Ji ber wê jî, heya ji me were em ê bi qasî ku mijar were fêhm kirinê û bi kurtî binivîsînin.
Xwedê di sûrê Fatir di ayeta 18an da wiha ferman dike:

وَلَا تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ أُخْرَىٰ ۚ وَإِنْ تَدْعُ مُثْقَلَةٌ إِلَىٰ حِمْلِهَا لَا يُحْمَلْ مِنْهُ شَيْءٌ وَلَوْ كَانَ ذَا قُرْبَىٰ ۗ إِنَّمَا تُنْذِرُ الَّذِينَ يَخْشَوْنَ رَبَّهُمْ بِالْغَيْبِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ ۚ وَمَنْ تَزَكَّىٰ فَإِنَّمَا يَتَزَكَّىٰ لِنَفْسِهِ ۚ وَإِلَى اللَّهِ الْمَصِيرُ

Tu kes gunehê kesekî din hilnagire. Eger yekî guneh barkirî-gunehgiran gazî (yekê) bike ji bo ku gunehê wî hilbigire, çiqas ew (kes) nêzê wî be jî, tiştekî ji gunehê wî nayê hilgirtin. Bi rastî tu ew ên ku di xeybê da ji Xwedayê xwe ditirsin û nimêja xwe dikin, dikarî (bi vê Qur´anê) hişyar bikî. Kî xwe (ji gunehan) paqij bike, ew xwe ji bo nefsa xwe paqij dike û vegere hemû mexloqan bi bal Xwedê va ye.

Di vê ayetê da, Xwedê behsa rewşa kesê gunekar ya roja Qiyametê dike. Ji vê ayeta pîroz tê zanîn, ku berpirsiyarî şexsi ye ne bi giştî ye. Her kes perpirsê kar û kirinên xwe ne û kes nikare gunehê kesî li axretê hilbigire. Bixwaze jî hilnagire û nexwaze jî hilnagire. Her wiha ev ayet tê wê m´enayê ku li vê dune, kes ji ber xeta û gunehê kesekî din nayê cezakirin. Kesê gunehkar çiqa nêzê meriva dibe bila bibe, ew tenê berpirsê xeta û gunehê xwe ye. Ev yek di ´edaleta Îlahî da, hem li axretê û hem jî di vê dunê da wiha ye. Gava mirov çarçova heqiyê li gora fermanên Xwedê kifş nekin, bi tu awayî nikare heq û ´edaletê di hemû qadên jiyanê da pêk bînin. Mixabin roja îro yasa û dînê Xwedê ji temamê qadên jiyana civakê hatiye bi dûrxistin û bi yasa û sîstemên beşerî kesên misliman têne sewq û îdarekin. Ji ber ku nahêlin fermanên Xwedê tev li jiyana dunê bibe, bi xwe bûne îlahê rêveberiya dunê û bi qanûn û sîstemên ku ew çêdikin li dunê hukum bikin. Ji ber wê jî di her qadên jiyanê da, bê ´edaletî, zor, zulum û newekehvî gihîştiye ´erşê ´ela.

Qur´an a pîroz hîmê bingehî yê dîroka hemû pêxembera ne. Ew kesê Qur´anê bixwîne û fîhm bike, bi kurtasî dîroka hemû pêxemberên ku behsa wan di Qur´anê da hetiye kirine, xwendiye. Di nava Filan da, fikrekî şaş heye, ku tê gotin gava mirov di welide tê dunê gunehkar di welide, an jî gava kesekî file gunehekî bike, heşa Îsa (e.s) kurê Xwedê ye û Îsa xwe ji ber gunehê filan da kiriye qurban û êdî kesê file nayê cezakirin. Ev ayeta pîroz wê fikra file û cûhiyan jî red dike; ku li axretê kes gunehê kesekî din hilnagire.

Îsa (e.s) jî gunehên fila hilnagire û dê û bavê meriva, şêx û weliyên Xwedê jî ne dikarin gunehên merive hilbigire û ne jî dikarin ji ser meriva ezabê xwedê kêm bikin û bidin alî. Lewra ayeta li jor, di Tewrata pêxemberên cûhiyan da, di Zebûrê da, di suhûfên Mûsa û Îbrahîm Pêxember da jî hatiye behskirin.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Necim di ayetên 35-41ê da wiha ferman dike:

أَعِنْدَهُ عِلْمُ الْغَيْبِ فَهُوَ يَرَىٰ أَمْ لَمْ يُنَبَّأْ بِمَا فِي صُحُفِ مُوسَىٰ وَإِبْرَاهِيمَ الَّذِي وَفَّىٰ أَلَّا تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ أُخْرَىٰ وَأَنْ لَيْسَ لِلْإِنْسَانِ إِلَّا مَا وَأَنَّ سَعْيَهُ سَوْفَ يُرَىٰ ثُمَّ يُجْزَاهُ الْجَزَاءَ الْأَوْفَىٰ سَعَىٰ

Êrê ma zanîna xeybê li cem wî heye, vêca ma ew xeybê dibîne? (xîtaba wan ayetana ji Muxîre bîn Welîd û kesên niha berê xwe ji Îslamê di guherînin ra ye). An jî ma ew ji ya ku di suhûfên Mûsa da hatiye nivîsîn xiberdar nebûye? Û bi ya ku di (suhûfên) Îbrahîmê wefadar da jî (hatiye nivîsîn xiberdar nebûye)? (Ew jî ew e) Ku bi rastî tu gunehkar barê gunehê kesekî din hilnagire! Ji mirova ra ji kar û kirinên wî pê ve tiştekî din jê ra tune. Bêguman ew ê paşê kar û kiryarên xwe bibîne. Paşê wê Xwedê berdêla karê ku kiriye bê kêmasî bide.
Bala xwe bidinê heman ayet hem ji Mûsa ra, hem ji Îbrahîm ra û hem jî ji Muhemmed Mustfa ra daketiye. Ji vê jî tê zanîn, ku Qur´an navnîşana dînên pêşiya xwe ye.

Di van ayetên sûrê Necim da, Xwedê behsa çar himên bingehî yê wehya ku ji hemû pêxemberan ra daketiye dike.
1- Birastî tu gunehkar barê gunehê kesekî din hilnagire! Ayet: 38
2- Ji mirova ra ji kar û kirinên wî pê ve tiştekî din jê ra tune.Ayet:39
3- Bêguman ew ê paşê kar û kiryarên xwe bibîne. Ayet:40
4- Paşê wê Xwedê berdêla karê ku kiriye bê kêmasî bide.Ayet: 41

Ev her çar himên bingehî hem ji bona filan, hem ji bona cuhiyan û hem jî ji bona mislimanan derbaz dibe. Ew jî, berpirsiyarî şexsî ye û kesek ji guneh û xetayê kesekî din biepirs nîne û kes ne li vê dune û ne jî li axretê ji ber kesekî din va nayê cezakirin.

Her wiha divê kesê misliman bi zanibin, ku dema mirin çûn ber mêzêna xêr û gunehan, ´emelên wan dibe alîkar ku ji ezabê Xwedê xilas bibin, an jî gava Xwedê li gunehê wan bibore û wan ´efû bike ji ezabê Xwedê xilas dibin. Wekî din bila bi xurafe û tiştên bid´e yên ku binavê terîqet cema´etan gotin nexapin.

Şefa´et tenê ji Xwedê tê xwetin û ji bilî Xwedê tu kesekî nikare şefa´etê bike. Şefa´et, ji gotina ”şef´ê” hatiye girtin û di loxet da, tê m´ena zo-cift; yanê vacuyê fer-tekê ye. Di m´ena îstilahî da, tê m´ena wasite; yanê nevbeynkar. Şefa´etker Xweda ye û şefa´etxwaz jî mirov in. Kesê ku şefa´etê dixwaze, di navbera Xweda û kesê gunehkar da navbeynkariyê dike û ji Xweda hêvî û rica dike, ku şefa´eta xwe li kesê gunehkar bike. Kirina Şefa´etê ew e; ku li gunehên kesê gunehkar dibore û wî ji ezabê cehennemê ´efû û azad dike.

Tenê Xweda Te´ala li gunehên gunehkaran dibore û şefa´eta xwe li wan dike û wan ji agirê cehennemê efû û azadke. Ji ber wê jî ”Şaf´e” tenê Xweda ye û şefa´et tenê ji Xwedê tê xwestin.

Xwestina şefa´etê, ji pêxemberan, ji weliyan û kesê salih ne durust e. Bi vî awayî şefa´et ya Resulellah, rast nîne û li gora niyata mirovan, kare mirova bike muşrik.

Lewra Xweda Te´ala di sûrê Zumer di ayetên 43an da wiha ferman dike:

أَمِ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِ اللَّهِ شُفَعَاءَ ۚ قُلْ أَوَلَوْ كَانُوا لَا يَمْلِكُونَ شَيْئًا وَلَا يَعْقِلُونَ

Êrê ma (wan) di bin Xwedê ra ji xwe ra şefa´etkar girtine? (Ya Muhemmed) Bibêje; erê ma gava ew xwediyê tiştekî nebin jî û bê aqil bin jî (dîsa hûn wan ji xwe ra dikin şefa´etkar)?

Xwedê Te´ala mirovên ku ji bilî Xwedê li şefa´etkaran digerin, hişyar dike ku ji bilî Xwdê ji kesekî din şefa´et nayê xwestin. Çikû di dema destpêka hatina Îslamê da, muşrikên Mekê di gotin; melaîket keçên Xwedê ne û ew li ba Xwedê ji me ra şefa´etê dike. Her wiha piştî dewra seadetê, hêdî hêdî Qur´an ji nava mislimanan hat bi dûrxistin û di ciyê wê da, hin metinên erebî yên ku li ser navê Pêxember (e.s) wek hedîs hatin çêkirin, hin hedîsên Pêxember jî bi xeletî hatin şîrovekirin û di çiyê Qur´anê da, bi fiqhê hat ´emelkirin. Vêca di dewrek wiha da, fikreke wisa çewt û şaş kete nava mislimanan, ku ji pêxember, welî, şehîd, şêx û kesên salih jî şefa´etê xwestin û wisa tê bawerkirin ku van kesên sifetên wan li jor derbabûn ji kê ra bixweze şefa´etê dike û xwedê jî şefa´eta wan qebûl dike.

Ji be wê ye Xwedê fermanê dide Pêxember (e.s) ku ji kesên wiha ra bibêje; erê ma hûn ji wan kesên, ku di dunê da xwediyê tiştekî nine, di milkê Xwedê tu desthilatdariyek wan tune, ne jiyana wan bi destê wan e û ne jî mirina wan bi destê wan e, ew tiştekî naxuliqînin û ew bi xwe hatine xuliqandin, ji xwe ra dikin şefa´etkar?

Her wiha hûn wan kevir, pêker û senemên ku bê aqil in, bê ruh in û tiştekî tênagihên, ji xwe ra dikin şefa´etkar?
Di bersiva vê mijarê da, Xwedê di ayeta 44an ya sûrê Zumer da derbarê şefa´etê da, wiah ferman dike:

قُلْ لِلَّهِ الشَّفَاعَةُ جَمِيعًا ۖ لَهُ مُلْكُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ ثُمَّ إِلَيْهِ تُرْجَعُونَ

(Ya Muhemmed) bibêje; şefa´et tenê û gişt ji Elleh ra ye. Milkê asîman û erdê yê Wî ye. Paşê hûn ê her bibal Wî va werin vegerandin.
Xweda Te´ala di ayeta pîroz da, bi gotina لِلَّهِ ”lîllah” bi me dide zanîn ku şefa´et tenê ji Xwedê ra ye û her wiha bi vê tenê jî qîma xwe ne aniye û bi gotina جَمِيعًا ”cemî´en” jî daye piştrast kirin; ku şefa´et hem tenê û hem jî gişt ji Xwedê ra ye.
Gava kesekî bibêje; bi dehan hedîs hene, ku Pêxember (e.s) gotiye: Ez şefa´etê li umeta xwe dikim. Em di bersîva wan da dibêjin; li gora herdû ayetên li jor derbaz bû û ayetên ku wê li jêr werin, pirên metnên erebî yên derbarê şefa´etê da, ku binavê hedîsan sipartine Pêxember (e.s), ya li dijî ayetên Qur´anê ne û ya jî bi xeletî hatine şîrove kirin. Gava ayetên Qur´anê yên muhkem hebin, tiştên li dijî hukmê wan ayetana, êdî gotinên kê dibe bila bibe, bê qîmet in û di dînê Xwedê da ciyê wan tuneye.

Mijara şefa´etê mijarekî gelekî berfireh e û em ê du ayetên din jî li jêr binivîsînin û yên mayîn bi berfirehî hûn dikarin di beşa ”Şefa´etê” da bixwînin ku rast were fêhm kirin. Nêzîkê 30î ayet derbarê şefa´etê da hene, ji ber wê jî, gava em hemû ayetên derbarê şefa´etê da hene li vê derê binivîsînin, wê gelekî dirêj bibe û mijara me ya; ku kes gunehê kesî hilnagire neyê fêhm kirin.

Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 254an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا أَنْفِقُوا مِمَّا رَزَقْنَاكُمْ مِنْ قَبْلِ أَنْ يَأْتِيَ يَوْمٌ لَا بَيْعٌ فِيهِ وَلَا خُلَّةٌ وَلَا شَفَاعَةٌ ۗ وَالْكَافِرُونَ هُمُ الظَّالِمُونَ

Gelî yên ku bawerî anîne! Ji risqê ku me daye we (di rêya Xwedê da) xerc bikin, beriya ku ew roj (roja Qiyametê) bi ser we da bê, ku tê da na bazar, ne dostanî û nej î şefa´et heye. Yên kafir, ew zalim bi xwe ne.
Ji vê ayetê tê fêhm kirinê, ku Xwedê muminan hişyar dike, ku beriya ku hûn bimirin ji risqê ku Me daye we di rêya Xwedê da xerc bikin, xêr û xêratên xwe bidin û jiyana xwe ya borî û rewşa ku niha hûn tê dane, di ber çevan ra derbaz bike û muhaseba nefsa xwe bikin. Lewra gava roja Qiyamtê were, êdî ne tê da bazar heye, ne jî dost û heval û malbat dikarin tiştekî di ber meriva da bikin û ne jî xwe bi xapînin ku filan pêxember, filan welî û filan kesê salih ji min ra şefa´etê dike. Tiştên wiah di qanûnên Xwedê da tune û tenê ´emalên meriva xilas dike, an jî Xwedê şefa´etê li meriva dike.

Her wekî ayeta li jor, li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 48an da wiha ferman dike:

وَاتَّقُوا يَوْمًا لَا تَجْزِي نَفْسٌ عَنْ نَفْسٍ شَيْئًا وَلَا يُقْبَلُ مِنْهَا شَفَاعَةٌ وَلَا يُؤْخَذُ مِنْهَا عَدْلٌ وَلَا هُمْ يُنْصَرُونَ

Ji rojeke wisa (roja Qiyametê) bi tirsin, ku di wê rojê da kes ji ber kesî da tiştekî nade, şefa´eta tu kesî nayê qebûlkirin, ji kesekî fîdye nayê girtin û alîkariya wan jî nayê kirin.

Van ayetên li jor nayê wê m´enayê li kesekî şefa´et nayê kirin, an jî kesekî şefa´etê nake. Lewra hin ayetên din hene, ku şefa´etê bi îzna Xwedê va girêdide. Di sûrê Necim di ayeta 26an da, behsa vê yekê tê kirin û em ê di beşa ”Şefa´etê” da li ser mijarê bi berfirehî bisekinin. Lê dixwazim her kes vê bizanibin; ku kesên şefa´etê dikin û kesên ku jê ra şefa´et tê kirin, bi îzn û rêza Xwedê dikarin bikin. Yanê; her kes çi wextî bixweze û ji kê ra bixweze nikare şefa´etê bike! Navê kesên ku şefa´etê dike û navê kesên ku jê ra şefa´et tê kirin li ba Xwedê kifş in û li gora wê lîsta ku xwe dide ber meriva, kesên şefa´etxwaz dikarin şefa´etê bikin.

**********
Gava em dîsa vegerin ser mijara xwe; ku kes ji gunehê kesî berpirs nine, Xwedê di sûrê Zîlzal di ayetên 7-8an da wiha ferman dike:

فَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ خَيْرًا يَرَهُ وَمَنْ يَعْمَلْ مِثْقَالَ ذَرَّةٍ شَرًّا يَرَهُ

Kî bi qasî giraniya zereyekî qencî kiribe, dê wê bibîne û kî jî bi qasî giraniya zereyekî xirabî kiribe, dê wê bibîne.
Li gora vê ayetê û gelekî ayetên din, roja Qiyametê kê çi kiribe, li ku kiribe, mezinayî û piçûkiya karê ku kiriye çi dibe bila bibe, êdî çi qencî û xêr kiribe û çi jî nebaşî û xirabî kiribe, dê Xwedê hesabê wê yek bi yek ji mirovan bipirse. Ev jî tê wê wateyî, ku roja axretê her kes ji gunehê xwe tê pirskirin û kes ji gunehê kesî nayê pirskirin.
Di sûrê Nûr di ayeta 54an da wiha ferman dike:

قُلْ أَطِيعُوا اللَّهَ وَأَطِيعُوا الرَّسُولَ ۖ فَإِنْ تَوَلَّوْا فَإِنَّمَا عَلَيْهِ مَا حُمِّلَ وَعَلَيْكُمْ مَا حُمِّلْتُمْ ۖ وَإِنْ تُطِيعُوهُ تَهْتَدُوا ۚ وَمَا عَلَى الرَّسُولِ إِلَّا الْبَلَاغُ الْمُبِينُ

(Ji wan ra) Bibêje; bi gotina Xwedê û bi gotina Resûlê Wî bikin (li pey Qur´anê û sunetên Pêxember biçin). Eger wan pişta xwe dayê (guhdarî nekirin), êdî bila bizanin, ku ew ji wezîfa li ser wan hatiye barkirin berpirs in û hûn jî ji wezîfa ku li ser we hatiye barkirin berpirs in. Eger hûn bi gotina Wî bikin, hûn ê rêya rast bibîbin. Wezîfa Pêxember tenê ew e; ku fermanên Xwedê vekirî teblîx bike.
Ayeta pîroz bi me dide zanîn; ku rêya rast ew e; ku meriv li pey hukmê Qur´anê û sunetên Pêxember (e.s) biçe. Ew kesê di her tiştî da, bi gotina Xwedê û Pêxemberê Wî neke, ew ne li ser rêya rast ya “sîratelmusteqîm” e. Her wiha her kes û kom ji kar û kirinên xwe berpirsiyar in. Gava ji malbatê kesekî xetakî kir, an jî ji endamê rêxistin û saziyekî şexsekî xeletî û şaşiyeke bike, ne ferdên malbatê û ne jî endamê sazî û rêxistinê ji ber gunehê wî nayê cezakirin.
Di sûrê Loqman di ayeta 33an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمْ وَاخْشَوْا يَوْمًا لَا يَجْزِي وَالِدٌ عَنْ وَلَدِهِ وَلَا مَوْلُودٌ هُوَ جَازٍ عَنْ وَالِدِهِ شَيْئًا ۚ إِنَّ وَعْدَ اللَّهِ حَقٌّ ۖ فَلَا تَغُرَّنَّكُمُ الْحَيَاةُ الدُّنْيَا وَلَا يَغُرَّنَّكُمْ بِاللَّهِ الْغَرُورُ

Gelî mirovan! Ji Rebbê xwe bitirsin (li gora fermanên Xwedê tevbigerin û berpirsiyariya xwe bi cîh bînin) û ji rojeke wisa (roja Qiyametê) bitirsin ku tu bav ji ber zarokên xwe va û tu zarok ji ber bavê xwe va nayê cezakirin. Birastî soza ku Xwedê daye heq e (yanê; dê Xwedê careke din we sax bike bibe mehşerê, hesab ji we bipirse û ceza û xelata Wî heq e). Bila jiyana dunê we nexapîne û kesê xapînok we bi navê Xwedê nexapîne!

Ev yet jî wekî ayetên li jor behsa heman mijarê dike; ku roja axretê bav û zarok bixwazin jî dîsa nikarin tiştekî ji cezayê hev bidin ser xwe û kes ji ber kesî da nayê cezakirin. Her kes ji gunehê xwe têne pirskirin û li gora wê tê cezakirin. Her wiha, ev ayet ji mirovan ra dibêje; çewa di qanûna Xwedê da, li axretê kes ji ber kesî da nayê cezakirin, hûn jî li dunê gunehê kesî ji kesekî din nepirs in, dê, bav û malbata kesê gunehkar ji ber xeta û şeşiye wî da ceza nekin, dest nedin ser mal û milkê wan û wan ji derfet û xizmetên dewletê bêpar nekin.

Feyzullah Yalcin 2018-03-15

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest