Alîkarî Tenê Ji Xwedê Tê Xwestin

Serhed Name: Ellah Te´ala nêzîkê her kesî ye û deriyê Xwedê yê rehmê ji her kesî ra vekiriye. Kî destê xwe hilde û ji Xweda du´a bike, li ber bigere, hêvî û rica jê bike û di du´ayên xwe da jî ji dil be, Xweda bersîva her mexloqekî xwe dide. Tu kesekî bi qasî Xwedê ji ´ebdên xwe hez nake, xwediyê kerem û hurmet nîne û rehma tu mexloqekî bi qasî ya Wî ferhe nîne.

Pir tiştekî kêmaqilî û nezaniye, ku meriv Xweda bihêle û li navbeynkaran bigere, ku Xweda bi saya wan hêvî û ricakirina meriva qebûl bike.
Ya din jî ew e; ku meriv ji ku dizane ew kesê ku meriv jê hêvî û rica dike, welî û hezkiriyê Xwedê ye. Lewra tiştên di dilê merivan da derbas dibe, tenê Xweda Te´ala pê dizane.

Kesê dibêje; filankes weliyê Xwedê ye, ew li Xweda îftira dike û xwe dike dewsa Xwedê û behsa zanîneke dike ku ew zanîn tenê xasê bi Zulcelal e. Lewra Xwedê di gelekî ayetên Qur´anê de vê ayetê dûbere dike:

إِنَّ اللَّهَ عَلِيمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ

Bêguman Xwedê bi ya ku di dilan da ye dizane .
Ji ber ku çi di dilê wî kesî da heye, tanê Xwedê pê dizane. Dibe ku ew kes dostê Xwedê be û Xwedê jê razîbe, lêbelê em pê nizanin. Tenê tişta ji me tê Xwestin ew e; ku em bi niyeta pak û paqij (husnu-zan) li her muminekî binêrin.
Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 186an da wiha ferman dike:

وَإِذَا سَأَلَكَ عِبَادِي عَنِّي فَإِنِّي قَرِيبٌ أُجِيبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ إِذَا دَعَانِ فَلْيَسْتَجِيبُوا لِي وَلْيُؤْمِنُوا بِي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ

(Ya Muhemmed) Gava ´ebdên min pirsa min ji te kirin, ez nêzîkê (wan) im. Ez di hewara gazîkeran da têm, gava gazî min bikin. Êdî bila ´ebdên min jî bersîva (banga) min (ya ku werin îmanê) bidin û bi min bawerbin ku ew rêya rast bibînin.
Bawermend rojê pênc weqt di nimêjê da wiha dibêjin; إِيَّاكَ نَعْبُدُ وَإِيَّاكَ نَسْتَعِينُ (Ya Xwedayê me) Em tenê ji Te ra îbadet dikin û her ji Te alîkariyê dixwazin. Kesên misliman rojê pênc weqt gava nimêj dikin, di her reka´etek nimêjê de, vê sozê didin Xweda ku, serê xwe tenê li ber emr û fermanên Wî ditewînin û jê ra îbadet dikin û tenê ji Wî alîkariyê dixwazin.

Vêca divê meriv sadiqê soza xwe be û ji bilî Xweda, ji kesî alîkarî û şefa´etê nexwaze û hêvî û rica ji kesekî din neke.
Belê, her kesê ku pirsa Xweda bike, Xweda ji her kesî zêdetir nizîkê wî ye û çi dixwaze bil raste rast ji Rebbê xwe bixwaze. Kesekî neke navbera xwe û Xwedayê xwe.
Xweda ji her kesî çêtir dizane.

Feyzullah Yalcin

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest