Mirov lêborîner û sebirkêş be

Yek ji karê qenc û baş yê ku bi sedemî sebirkirinê xêra wê ji meriva ra heye, ´efû kirine. Digel ku meriv dikare heqê xwe bistîne û hêz û taqeta meriva ya tol hildanê hebe jî, kesê ku bi meriva xirabî û nebaşî kiriye, ´efû bike ku karibe pêşî li fitnê û tevliheviyê bigire.
Li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Şûra di ayeta 40î da wiha ferman dike:

وَجَزَاءُ سَيِّئَةٍ سَيِّئَةٌ مِثْلُهَا ۖ فَمَنْ عَفَا وَأَصْلَحَ فَأَجْرُهُ عَلَى اللَّهِ ۚ إِنَّهُ لَا يُحِبُّ الظَّالِمِينَ

Cezayê xirabiyê xirabiyek mîna wê ye. Lêbelê kî ku li (xirabiyê) bibore û aştiyê çêke, vêca xelata wî li ser Xwedê ye. Bi rastî Xwedê ji zaliman hez nake.

Divê bê zanîn ku meriv nikare li hemberî her xirabiyek bi heman xirabiyê bersîv bide û wî bi wê xirabiyê ceza bike. Wekî mînak: Kesê ku îftira û boxtan bike stûyê meriva, meriv nikare boxtan û îftira bike sitûyê wî, bi zinekariyê heyf nayê sitandin û bi xeybet û fesadiyê tol nayê sitandin.

Her wiha gava meriva xwest heyfa xwe hildie, divê ne kêm û ne jî zêde, bi qasî xirabiya ku bi meriva hatiye krin, xirabiyê li yê hemberî xwe bike. Dema kesekî malê meriva xwaribe, meriv jî dikare bi qasî malê xwe ji mal wê bixwe an jî jê bistîne. Lê gava meriva li hemberî xirabiya ku li meriva hatiye kirin, jê zêdetir kir, wê demê meriv ji sînorê heqiyê derdikeve û dibe kesekî zalim. Xwedê ji zaliman haz nake.
Lewra Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 194an da wiha ferman dike:

فَمَنِ اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ فَاعْتَدُوا عَلَيْهِ بِمِثْلِ مَا اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ

Êdî kî êrişê ser we bike, bi qasî êrişê ku aniye ser we hûn jî êrişê bibe ser wan û ji Xwedê ra teqwadar bin (hay ji ferman û qedexên Xwedê hebin û zêdegaviyê nekin) û bizanin ku Xwedê bi teqwadaran ra ye.

Divê bê zanîn ku meriv nikare li hemberî her xirabiyek bi heman xirabiyê bersîv bide û wî bi wê xirabiyê ceza bike. Wekî mînak: Kesê ku îftira û boxtan bike stûyê meriva, meriv jî nikare boxtan û îftira bike sitûyê wî, bi zinekariyê, fesadiyê û xeybetkirinê  heyf nayê standin.

Her wiha gava meriva xwest heyfa xwe hilde, divê ne kêm û ne jî zêde, bi qasî xirabiya ku bi meriva hatiye krin, xirabiyê li yê hemberî xwe bike. Dema kesekî malê meriva xwaribe, meriv jî dikare bi qasî malê xwe ji malê wî bixwe an jî jê bistîne. Lê gava meriva li hemberî xirabiya ku li meriva hatiye kirin, jê zêdetir kir, wê demê meriv ji sînorê heqiyê derdikeve û dibe kesekî zalim. Xwedê ji zaliman haz nake.
Lewra Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 194an da wiha ferman dike:

فَمَنِ اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ فَاعْتَدُوا عَلَيْهِ بِمِثْلِ مَا اعْتَدَىٰ عَلَيْكُمْ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ وَاعْلَمُوا أَنَّ اللَّهَ مَعَ الْمُتَّقِينَ

Êdî kî êrişê ser we bike, bi qasî êrişê ku aniye ser we hûn jî êrişê bibin ser wan û ji Xwedê ra teqwadar bin (hay ji ferman û qedexên Xwedê hebin û zêdegaviyê nekin) û bizanin ku Xwedê bi teqwadaran ra ye.
Li gora van ayetên pîroz, kesê zerar dide û xirabiyê bi meriva dike, dibe ku birayê meriva be, cîranê meriva yê nêz an jî yê dûr be, dibe ku kesekî beyanî be, ya herî qenc û baş ku li cem Xwedê muhteber e û jê raziye, divê meriv karibe hêrsa xwe daqurtîne, sebir bike û li xeta û şaşiyên wî bibore; ku Xwedê jî li meriva bibore û were rehmê. Ji ber ku yek ji navê Xwedê El-`Efû ye. Her wiha Pêxember (e.s) di hedîsekî xwe da wiha dibêje; rehmê li yên ku li erdê ne bikin ku yê li asîmanan jî rehmê li we bike. Mabesta Pêxember ji yên li asîmanan, Xwedê ye.

Hedîsa Pêxember (e.s) wiha ye

عَنْ عَبْدِ اللَّهِ بْنِ عَمْرِو بْنِ الْعَاصِ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُمَا ، أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ الرَّاحِمُونَ يَرْحَمُهُمُ الرَّحْمَنُ ، ارْحَمُوا مَنْ فِي الْأَرْضِ يَرْحَمْكُمْ مَنْ فِي السَّمَاءِ

Ji Ebdullah bîn Emro bîn As Xwedê ji herdûyan razî be hatiye ragihandin ku Pêxember (e.s) got: Yên ku rehmê bikin Rehman jî li wan rehmê dike. Rehmê li yên li erdê bikin ku yê li asîmanan jî rehmê li we bike .
Di şîrova vê hedîsê da tê gotin; ku mabest ji yê ku li asîmanan e, melaîket in. Lewra Xwedê li her derî hazir û nazir e û ne laîqe ku meriv bibêje; Xwedê li asîmana ye. Bi ya min ev nêrîn şaş e; çiku mabest ji asîmanan ne ew e; ku asîman tenê li jor e. Mabest ji asîmanan ew e; ku ew semayê li dervayê kaînatê ye. Çikû Xwedê li ser `Erşê xwe ye û erd û asîman jî di bin kursiyê Xwedê da ye. Wê demê m´ena hedîsê wiah ye: Ew kesên ku di dunê da, li hev rehmet û şefqetê bikin, li xeta û şaşiyên hev biborin û tim alîgirên aştî û çêkirinê bin, Xwedê jî fermanê dide melaîketên xwe û ew jî deriyê xêr û bereketê li ehlên erdê vedike û roja çûn huzur Xwedê jî, xelata wan bê hesab tê dayîn.

جَرِيرَ بْنَ عَبْدِ اللَّهِ ، عَنِ النَّبِيِّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ: مَنْ لاَ يَرْحَمُ لاَ يُرْحَمُ

Cerîr bîn Ebdullah radigihîne ku Pêxember (e.s) got: Yê ku rehmê neke, rehm lê nayê kirin .
Van hedîsên Pêxember (e.s) bi me dide zanîn, ku yek ji sifetê kesê misliman divê kesekî bi rehm û şefqet be û her tim terefgirê aştî û çêkirinê be. Ji bona ku meriv rehm û şefqetê li yekê bike, divê meriv ji heqekî, ji malekî, an jî ji zemanê xwe fedekariyê bike, ku karibê bi sebir û sebat tevbigire û rehmê li yekê bike, an jî li xeta û şaşiyên wî bibore.
Di gelekî ayetên Qur´anê da, gava Xwedê behsa wan mislimanên ku jê raziye dike, wan bi navê mutqiyan wesif dike. Lewra ew kesên ku li gora wê çarçova ku Xwedê ji muteqiyan ra kifşkiriye bijîn, cenetê heq dikin û Xwedê soz cenetê daye wan. Derbarê vê mijarê da, Xwedê di sûrê Alî Îmran di ayeta 134an da wiha behsa kesê muteqî dike:

الَّذِينَ يُنْفِقُونَ فِي السَّرَّاءِ وَالضَّرَّاءِ وَالْكَاظِمِينَ الْغَيْظَ وَالْعَافِينَ عَنِ النَّاسِ وَاللَّهُ يُحِبُّ الْمُحْسِنِينَ

(Muteqî) Ew ên ku malê xwe di firehî û di tengasiyê da (di rêya Xwedê) da înfaq-xerc dikin; hêrsa xwe dadiqurtînin û li mirovan diborin. Xwedê ji kesê qencîkar hez dike.
Xwedê di vê ayetê da behsa çend sifetên qenc û baş yê ku divê di her mislimanî da hebe dike.
Yek: Ji sifetê kesê muteqî ew e; ku hem gava dewlemend be û hem jî gava destê wî teng be, malê xwe di rêya Xwedê da bide. Pir caran kesê dewlemend dikare bi destê hejar û xizanan bigire û alikariya wan bike. Lê divê ne tenê gava meriv dewlemend be, her wiha gava meriv feqîr be jî, dîsa bi qasî derfetên xwe bi destê kesê hejar û xizan bigire.
Dudu: Ji sifetê kesê muteqî ew e; ku divê karibe bi her awayî hêrsa xwe daqurtîne û di bin bandora pejn û hisiyatên xwe yên şeytanî da nemîne. Ji ber ku gava meriv hêrsket, nikare bi durustî, bi eql û dilekî selîm bifikire û biryareke rast bide, an jî karekî rast bike. Di wê demê da, meriv dibin hisiyatên xwe yên şeytanî da dimîne û şeytan û kesên ku bûna weka şeytanan, ji bona fesadî û tevliheviyê di civak û malbatê da derxîne, li dora meriva lotikan davêjin û dixwazin meriva ji rêya rast derxîne. Lê gava meriva hêrsa xwe daqurtand û li hemberî bûyerê sebirkir û bi eqlekî selîm li mijarê nihêrî, meriv dikare temamê fesadî û defikên şeytan û alîgirên wî pûç û vala derxîne.
Sisê: Tim kesekî bi rehm û şefqet be, ku karibe li xeta û şaşiyên mirovan bibore. Lewra yek ji navê Xwedê ”El-`Efû” ye û Xwedê fermanê li Pêxember dike ku kesekî lêborîner be û ji liv û tevgerên kesên cahil rûyê xwe bi guherîne. Xwedê di sûrê `Eraf di ayeta 199an da wiha ferman dike: خُذِ الْعَفْوَ وَأْمُرْ بِالْعُرْفِ وَأَعْرِضْ عَنِ الْجَاهِلِينَ (Ya Muhemmed) Tu lêborîner be (tim rêya hêsan hilbijêre û li xelkê bibore) û (li gora urfa Îslamê) fermana qenciyê bike û berê xwe ji nezanan biguhere; an jî hefza xwe ji nezana bike.

Feyzullah Yalçin 2018-05-01

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest