Kurd dîsa ketine telaşa hilbijartina ku li bakûrê Kurdistan’ê ango li tirkiyê de pêktên. Hilbijartinê ku li tirkiyê de pêk tênên tu feyda xwe ji kurd’an re nîne. Lewra dewleta tirkiyê gelê kurd wekî mafdar nasnekiriye û ji bo dewletê her kesên ku dengê xwe bikar tînin ewjî tirkin.

Li bakûrê Kurdistan’ê de kurd’an bi bedelên pir giranbiha partiyên siyasî di çerçoveya qanûna bingehî a tirkiyê de ava kirin, gelê kurd bi girsehî di tevahî bajar û navçeyan de, singên xwe li himber êrişên dewletê ji bo endamên siyasetmedaran xistin sîper û li bajar û navçeyan de namzet derxistin, ji bo ku rêya siyasetê ji gelê re vebin mafên gel werin parastinê.

Pir mexabin siyasetmedarên kurd’an bi sîyaseta tirkîtiyê ango bi navê biratiya gelan de, israra siyaseta xelet kirin. Namzet û şarederiyan heman xeletiyan bikar anîn.

Ji bo namzet û şarederiyan derfetên pir dorfireh çêbûn, lê mexabin di 15 de salên ku rêvebertiya tevahî bajar û navçeyên bakûrê Kurdistan’ê di destên siyasetmedarên kurdan de bûn, lê xebatên ku ji bo bibe xizmeta gelê herema bakûrê Kurdistan’ê nehat bikaranîn.

Tevahî dewletên di cîhanê de rêya avakirina dewletê bi gelê vîna wî azad çêbûnin, bingeha dewletê bi çand, dîrok, bawerî, huner, perwerde, çavkaniyên aborî û artêşa netewî dibinê çatiya qanûna bingehî a netewî de avabûnin.

Li bakûrê Kurdistan’ê de ji bo gel rêya vîna azad venebûye, rêya huner çênebûye, rêya îlmî û zanebûn xitimandiye, jiyana sosyal rûneniştiye, jiyaneke bi girêdey aboriya azad û stabl derfet çênebûne, ji bo rêzgirtina ji qanûnan re fernebûne, siyaseteke netewî ji bo tevahî gel hemêz bikin saznebûye.

Şarederiyên kurd’an heman xetayên namzetan kirin, ji bo jiyana gelê herema bakûrê Kurdistan’ê xizmetên berçevan nehatiyekirin û mafên xwe ên rêvebertiya şarederiyan hinda kirine, îrojî tevahî şarederiyên ku bi dengê gel hatibûn hilbijartinê bi destên zorê ve derdest bûne û bi awayek bê dadmendî di girtigehande dîl ketinin destê dewleta tirkiyê.

Bi şarederiyan re çiqas kesên ku bi awayên fermî xabatan dikirin, dewletê bi destên zorê û bi zanatî hezaran kesan tovkirin tevan bi awayek bê dadmendî dîl girtine û têkiliyên wan ji malbat û siyasetê qut kirine.

Wel hesil hemû sazî ên dewletê tev bi navê dewleta tirkiyê ne, ji ber wîjî heta dewlet mafên gelê kurd di çerçoveya qanûna bingehî de wekî şirîgê dewletê qebûl neke, tevahî gel jiyana wan bi navê tirkan dimeşe û her tişt ji bo dewleta Tirkiyê pêk tête anînê.

Dewleta tirkiyê dewleteke li ser hîmên pir zehîf û ji koka xwe dûr wekê payêrvan avabûye û vîna dewletê di destê dewletên navnetewî dane. Lewra dewlet di destpêka avabûna komela tirkiyê û heta anuha siyaseta devletê li ser hîmê kokbirîna gelê kurd hatiye parastin û berdewam kirinê.

Hilbijartinê ku di 24 hezîranê de çêdibe ji bo sîstema dewleta tirkiyê a nû û dibin navê serokkomar de çêdibe bê dadmendî pêktên. Lewra dewletê bi zanistî siyasetmedarên kurd’an û şarederiyan, herwaha kesên ku bi dilsozî li bajar û navçeyan de xebatan dikirin tevan dîl girtinin.

Rêya siyasetê ji bo partiyên ku xwe wekî tirk qebûl kirinin re vekirine, alîkarî a aborî ji xezîneya dewletê digrin û her waha tevahî çapemenî ji bo berendamê wan partiyan re rêya xebatê vekirîne. Vajî tespîta hilbijartina bê dadmendîye. Di binê destê zorê a qontrola leşkeran de hilbijartin wekî demokratîk bikar nayêt anînê.

Tirkiyê bi hukumeta AKP û rêvebertiya serokkomar Recep Teyîb Erdoğan de, ji bo çar salan temenê dewletê dirêj bikin û ji nûve bi sîstema serokkomartiye hemû saziyên dewletê rêde dibin ji bo tirkiye ke nû avabikin.

Bila bala tevahî sazî û partiyên kurd’an bikşîne ku hilbijartina 24 hezîranê tevahî sîyasetmedaran û partiyên birdozên wan ji hev cûda tev hatin arekî û bihevre tifaqê çêkirine.
Çep, rast, lîberal, îslamîst, demokrat û kemalîstan, tev bihevre di tifaqê dene.

Hesabên tevan xapandina kurd’ane û çavên tevan li dengê kurd’ane. Kesekî bi dilsozî bi siyasetmedarên kurdan re têkiliyan çênakin.

Lazime gelê kurd bi cesaret û fermî rêya xwe kifşe bikin. Gelo kurd dixwazin bi dewlet a tirkiyê re bijîn û anjî hêviyên civakê ji devletê çiye, lazime civaka gelê kurd rê û rêbazên bi dewleta tirkiyê re bi zelalî eşkerebikin.

Ger bi dewleta tirkiyê re jiyana xwe berdewam dikin, wî demê pirsyara ji bo çiye şer û kuştina keç û xortan ango zarokên kurdan bi dijwartî tête kuştinê. Lewra kurd îro herin tevlê hilbijartina ku li tirkiyê de pêktên dengê xwe bikarbînin, dibe raya tezekirina dagirkerd kirina dewleta tirkiyê li ser axa civaka kurd’an nasîn û qebûlkirinê.

Ger biryara gelê kurd di binê çatiya tirkiyê cumuhûriyê de bihevre bijîn be, lazime dewleta tirkiyê mafên rêya siyasetê ji gelê kurd re veke û hilbijartin bi awayek demokratik bi dedmandî pêkwere.

Di hilbijartinê de gel biryara xwe ji bo kîjan berendamê bide mafên rêvebertiya dewletê ji bo çar salan dikeve destê serok û endamê wî partiyê.

Bi gora ditîna min dewleta dagirkerd bû sedsale ji bo ku civaka kurd’an wekî gel nasneke, tevahî destkeftiyên xwe ji bo şer û êrişên li himber gelê kurd bikaraniye.

Piştê ewqas kuştin û komkujîyan, dîl girtin û koçber kirina civakê li metrepolên tirkiyê û li dervey welat, ger civaka kurd’an hînajî ji bo tirkiya demokratik û ango biratiya gelan terin tevlê hilbijartina ku li tirkiyê pêktên dibin, lazime her siyasetmedar û endamên partiyan ji xwe pirsa ji bo çi kar û xebatan dikin bikin.

Behçet Ateş: 08-05-2018

By admin

Lämna ett svar