Divê kurdên Îsraîlsever vê baş bizanibin:

Serhed Name: Amerîka, Îsraîl û hevkarên wan di xîlalê 70 salî da hema bigire temamê erdê Filistînê dagirkirin. Fitnekarê mezin Emerîka û Îsraîl xwe ji şerekî mezin ra amade dikin. Li ser teqdîra ku şerekî li Rojhilata Navîn derbikeve, wê pêşî nîvê erdê Lubnan û yê Suriyê dagir bikin û bibin cîranên kurda.

 
Di be ku heye çend salan dest nedin desthilatdariya kurdan ya ku di bin kontirola wan de be, lê pir ne dûr ji vir û 25-35 salên din şûnda, îro çewa xelkê Filistîn yên sivîl wekî berxan şerjê dikin û dibêjin; em şerê terorê dikin, wê wisa jî zarokên kurd bikujin.
 
Yanê bi zimanê ku hûn jê fêh dikin, piştî dagirkirina erdê ereban, vêca dor tê axa we kurdên îsraîlsever..
 
JI ber ku ji sedî %80 axa Kurdistanê di nava erdê ”mewûd” da ye. Çemê Dicle û Firatê ser çevkaniya wê axa ku Îsraîl dibêje yê me ye. Herdû şaxên nava ala Îsraîl yek Nîlê Misrê ye û ya din jî cemê Firatê ye. Çevê we ne ronî..
 
Nizanim haya we jê heye an na, siyonîstan hema bigire nivê axa Rihayê kirine û ji bilî siyonistan kesekî di nikare bikeve wî erdî.
 
Hin kurd dibêjin; çima dewletên ereban xwedî li Filistîn dernakevin, hin kurd xwedî lê derdikevin.
 
Ew kesên ku îro rêbertiya ereba dikin, wan jî wekî we demekî bi dizî paletiya îsraîl dikirin. Lê niha êdî bêyî ku fedî bikin bi eşkeratî paletiya siyonîzmê dikin.
Qet mereqan nekin mentalîta we û ya wan serokên ereban yek in. Lewma jî îro welatên ku xelkê wan dibêjin; em mislimanin di vê rewşa rezîl û ruswa daye.
 
Nizanim tê bîra we di esnayê referandûma Başûrê Kurdistanê da, we paletiya siyonîzmê dikir û we digot: Dê dewleta siyonîst û Emerîka nehêle tirk, ereb û faris êrişên kurdan bikin?
 
Heya we ewqas mesele pêşda biribûn, ku hûn bi alên siyonîzmê derdiketin nûmayîşan û we her kes li milletê kurd kirin neyar.
 
Nizanim tê bîra we, we halan li xwe hil didan û we digotin: Nizanim çend balafirên cengê yê dewleta siyonîst çûye balafirxaneya Kerkûkê ji bona ku bergiriyê li Kurdistanê bigire.
 
Wezîfedarekî dewleta siyonîst peyamekî li medya civakî belav dikir, kî dizane belkî we li ser navê wan belav dikirin û we bi rojan di televîzyon û rojnamên xwe da belavdikirin; ku dewleta îsrail dê piştgiriya kurdan bike.
 
Ka dostê we yê hov çima aliyê we nekir gelî melyayên ku hatina lîstika kurdên mason?
 
Şerefdîn Gimgimî 2018-05-16

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest