Tu dewlet bi zilmê Abad nabin!

Ez Kuştin, zilm û neheqiya ku hêzên Hukumeta siyonîst ya Îsraîl, li xwepêşenderên sivîl yên Filistînî kirine bi awayekî herî tûnd şermezar dikim û ji Xwedayê Munteqîm hêvîdarim ku, întiqama wan qat bi qat di pozê wan re bîne!
Dilê me bi her awayî li gel kesên bi neheqî û an li dû heqê xwe tên kuştin in!
Zilm û sefahet di têkçûn û hilweşîna hedaret û medeniyetan de, du sedemên esasî ne.
Bila tu kes tenê jibo ku dikarên bikin, dilê xwe bi zilma xwe xweş nekin.
Qet gûman tê de tune ku, dê bi awayekî ji awayan di pozê wan re were!
***
Di vê serdema bihistiyar û hessas de, ez dibînim ku hinek birader, helwest û hin gotinên, hinek serekên Filîstînî û Ereban wek delîl nîşan didin ku, wan timî dijminantiya kurda kiriye û di qetlîamên mîna Helebçê de kêfa xwe anîne û piştgiriya dijminên Kurda kirine.
Belê ev ta deverekê rast e; lê divê em jibîr nekin, tu rêxistin û serekên wan, bi taybet yên ku hêzên wan ên çekdar hene tunenin ku îlahîm divê têkiliya xwe bi hin hêz û dewletên ji xwe mezintir hebin.
Em dikarin bi çavê zarûretekê jî li vê yekê binihêrin; jiber sedemên pêdiviya bi alîkarî û lojîstîk hwd.
Divê em jibîr nekin, wan serek û rêxistinên wan jî, mîna wan dewletên bi wan ve girêdayî piyon û pirê caran xwefiroş in (mixabin)!
Lê dîsa jî ev yek nikare bibe sedem ku, em zilm û qetla bi qewmekî mezlûm tê kirin rewa bibînin û meyla zalim û faciran bikin!
Belê bê îstîsna hemû qewmên alema îslamê, yek ji yekî mezlûmtir û belengaztir e.
Em hêvîdarin ku hemû misliman pê bihesin ku tev endamên bedenekê ne û jana endamekî bedenê dide hemû deverên dîtir yê bedena manevî ya misliman.
helbet derdê min ne ew e ku, ez zilm û qetlên li gelê kurd hatine kirin rewa nîşan bidim û wan qatilên destbixwîn qehreman nîşan bidim.
Na, jixwe tesîrnekirina helwesta misliman û dewletên wan jî jiber vê yekê ye.
Serokê Tirkiyê, di serdemeke ku hêj xwîna kurdan ji destê wî diherike û her rojê hêjmara kuştiyên wan bide û bi vê yekê pesnê xwe bide û dûvre rabe qaşo jibo kuştina 62 kesan dinyê rake ser piyan, helbet kes jê bawer nake û dê jê re bêjin ”tu pêşiyê li kirin û kiryarên xwe binihêre, destê xwe ji xwînê bişo û dûvre were van gotinên han bike!”
Ev nakokiyên hanê, jibo her kesekî misliman jî wisa ye. yanî dema ku yekî misliman zilmê bike tu çavê xwe bigrî û yekî cihû yan fileh bike diranên xwe lê biqiriçînî, ev yeka hanê nakokiyên ku nikarin bi tu awayî bêne rawekirin.
Lê min di vê paşiyê de derbarê mislimanan û hêza wan de tiştek baş fam kiriye:
Derfet û îmkanên maddî yên şerkirin û kuştinê, yên di destê misliman de, tenê têra kuştina hevûdû dike.
Erê erê, bi taybet jî têra hişkirina milletê kurd û kuştina wan, qenc dike!
Yên ku numreyên bajarên xwe didan Hewlêr û Kerkûkê, ma numreyek jî bidana Qudsa Şerîf çi dibû?
Lê na, heke di şerê file û cihûyan de bêne kuştinê ji kîsê bavê xwe diçin, lê heke di şerê kurdan de bêne kuştinê digihêjin meqamê şehîdiyê!!! Hebe tunebe jiber vê yekê ye…

Mucteba Baravi 20180516

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest