Meha Remezanê bi çi awayî meha Qur´anê ye?

Serhed Name: Her kes di vê fikr û hizra hanê da ye; ku meha Remezanê meha Qur´anê ye, lê ne zelaliyekî heye ku meha Remezanê bi çi awayî meha Qur´anê ye.

Hema bigire hemû kesên Qur´anxwîn di meha Remezanê da Qur´anê dixwînin, lê armancên wan ji hev cudane.

Ne hemû be jî lê bi piranî qismên mela, di meha Remezanê da gelekî caran Qur´anê xitim dikin. Lê ne ji xwe ra, ji xelkê ra bi peran dixwînin.

Her wiha hin merivên ji rêzê Qur´anê xitim dikin, ew jî ne ji xwe ra, ji dê û bavê xwe ra, ji kal û pîrên xwe ra dixwînin û wisa bawer dikin, ku wê xêra xwendinê bigihêje ber ruhê wan.

Belkî ji sedi %5 kesên mumin bi zanatî ji xwe ra Qur´anê dixwînin.

Vêca pirs ev e; ku meriv çewa ji xwe ra Qur´anê dixwîne?

Armanca bingehî ji Xwendina Qur´anê ew e; ku meriv bi hişmendî Qur´anê bixwîne ku çi dibêje. Pêşî jê fêhm bike û paşê li gora hêz taqeta xwe li ser jiyana xwe tetbîq bike.

Gava meriv bixwaze ji dê û bavê xwe an jî ji miriyên xwe ra xêrekî bike, divê ji wan ra du´a bike. JI ber ku Qur´an ne ji miriyan ra, belkî ji saxan ra tê xwendin.

Qur´an anayasa dînê Îslamê ye û meriv qanûn û fermanan ji saxan ra dixwîne ne ji miriyan ra. Gava meriv ji miriyan ra bixwîne jî deng naçe wan û tu xêr û xweşiyeke wê li wan nabe.

Gava meriv sax be, divê ji Qur´anê sud werbigire û li gora emr û fermanên wê bijî ku Xwedê li axretê ji meriva razî be.

Camêr piraniya jiyana xwe li dervayê qanûna Îslamê derbaz dike, lê gava dimire millet tomdibin û jê ra Qur´anê dixwînin ku ciyê wê valahiyê dagirin.

Dema meriva bi destê xwe hê di saxiya xwe da ji xwe ra tiştekî nekir, xêra yên ku piştî meriva tê kirin ji meriva ra tune. Tenê xêra du´ayê ku ji meriva ra tê kirin heye.

Lewra Xwedê ferman dike; ku hê hûn sax in îfaqê bikin. Her çiqas di destpêkê da, meriv ji înfaqê mijarên aboriyê fêhm bike jî, lê înfaq ne tenê aboriye.

Înfaqa malê meriva heye, înfaqa ilmê meriva heye, înfaqa exlaqê qenc û xwiyê rind heye, înfaqa ken û kêfxweşiya meirva heye; yanê her tişta ku li ba te hebe û li ba heval û cîranên te tunebe, divê ji ya ku li ba te heye înfaqê bike.

Mixabin piraniya mislimanan, Qur´anê dixwînin, lê nizanin ku çi dibêje. Ji xwendina pirtûkên din, derfetê nabînin ku Qur´anê bixwînin û fêhim bikin.

Her wekî Qur´an ji wan re nahtiye daxistin, tenê ji hin kes û komên zana ra daketîbe û divê ew jê fêhim bikin. Helbestvan in, wêjevan in, nivîskar in, endamê terîqet û cema´etan in, lê ji piraniya naveroka Qur´anê bêpar in. Xweda roja qiyametê mislimanan ji Qur´anê berpirs digire.

Xweda di sûrê Zuxruf û ayeta 44an de wiha ferman dike:

وَإِنَّهُ لَذِكْرٌ لَكَ وَلِقَوْمِكَ ۖ وَسَوْفَ تُسْأَلُونَ

Bêguman Qur´an, ji te û qewmê te re pend û şîret e. Hûnê (roja qiyametê) jê bêne pirskirin.

Li gora vê ayeta pîroz gava Xwedê roja heşrê hesab ji meriva di pirse, li gora fermanên Qur´anê hesab dipirse. Lewra qanûn û yasa Xwedê Qur´an e û li gora emr û nehyên wê meriva mehkeme dike.

Vêca kesê jiyana xwe li gora Qur´anê bi rêk û pêk kiribin, wê xelata xwe bistînin û kesê rûyê xwe ji guhertibin, wê cezayê xwe bikişînin.

Ji bona ku meriv li gora fermanên Qur´anê bijî; divê ji Qur´anê fêh bike. Kesê vê nivîsa hanê dixwînin, rica min ji we ew e; ku ji niha û pê ve Qur´anê bi meal û tefsîra wê ve bxwînin.

Rojî û Remezanên we pîroz û bimbarek be..

Feyzullah Yalçin 2018-05-17

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest