Siyasetmedar û rêveberên tirkiyê, ji bo qalibê tirkiyê hûr nebe ji hemû deman pirtirî li ser bendê tifaqê civiyane û gihîştine encama tifaqa yekîtiya tirkiyê.
Rewşembîr, Siyasetmedar, Nivîskar, Hunermend, Mamosteyên zanîngehan û herweha tevahî erkên xweyî sozin, sîstema devleta tirkiyê pir baş û bi zelalî ferbûne ku bi rejîma kemalîzmê idî nikarin devletê rêde bibin.

Tirkiye bi rûpeleke nû sîstema serokkomar bi du beşan dixwazin hîmên wî ji bo rêvebertiya tirkiyê a deynin.

Beşa yekemin modela dewleta Fransa ye anjî modela Rusya û Yekîtiya Amerîqan ne.

Beşa duyemîn modela dewletên erebane, bes bi gora dîtina min modela dewletên ereban di tirkiyê de serê xwe nagre. Lewra potansiyela civakên di tirkiyê de dijîn, fikir û şeklê jiyana wan ne wekî dewletên eberban’in.

Modela esasî a dewleta fransa ye, lewra tirkiyê dema avakirin bi hîmê sîstema layîk modela qanûna bingehî ji fransa girtinin, ango bi sîstema layîk û bi beşên şeklê modela demokratîk heta anuha tirkiyê rêdebirine.

Gelên bindest û vîna wî dîlketî, tifaqê çêkirin ji doh pirtirî û îro wekî îbadet ferze ku tifaqa xwe bi yekîtî hewcetî pê heye. Lewra ji sedsala derbasî lazime ders were derxistin. Di tirkiyê de bi bedelên pir giranbiha berxwedana ji bo nasîna mafên demokratîk û xweza bû sed sale berxwedan tête dayîn.

Taybetî gelê kurd ji bo ku divî hilbijartinê de bi serkeftî derkevin, pir hewceye tifaqê bi her kom û saziyên kurdan re tifaqê çêkin, bahayê wî çi dibe bila bibe, bes bila armanc bi encama tifaqa wan bi yek soz û yek dengê nasîna mafên gelê kurd bin.

Bila bala tevahî gelê kurd bikişe ser tifaqên ku partî û siyasetmedarên tirka bigrin ber çevan. Lewra tirkiye bi sîstemeke nû hîmê dewletê ava dikin, ger divî avakirina tirkiye nûde mafên gelê kurd ê xweza û demokratik neyêt nasîn, pirsgirêka kurd’an careke dina sed sala ji parade dimîne.

Leystokên ku di tirkiyê de tête leystin armanca tevan 1923 dûbare kirine. Lewra va hilbijartineke normal û demokratik nîne, hilbijartina ji bo hîmê sîstemeke nû û bi modeleke berê wî berbi dewletên navnetewî taybetî Rusya û anjî yekîtiya ewrûpa ye.

Dûbare dibêjim ji doh pirtirî îro hewcederî bi tifaqa yekîtiya partî û siyesetmedarên kurd’an hatina bal hev li ser bendê berjewendî ên gelê kurd tifaqê çêkin û bila dengê xwe bidin xwe.

Behçet Ateş: 21-05-2018

 

By admin

Lämna ett svar