Encama şerê li Suriyê

Serhed Name: Encama şerê li Suriyê ew bû; ku erebên sunî ya bi temamî ji holê rakin ya jî wisa lê bikin ku heya sed salên din nikaribin hilmê bistînin.
 
Lewra wezîrê Îsraîl ê paraztinê Avigdor Liberman dibêje; niha Suriye bi temamî ket bin kontirola Esad, êdî dilê me rihet e…
 
Ma qey Suriye berê di destê Esad nebû? Belê beriya ku şer çêbibe jî di destê Esad da bû û Esad hê ji niha bihêztir bû.
 
Lê ji ber ku hêzeke mezin ya erebên sunî yên dîndar li Suriyê hebû û dihat hêvî kirin ku ew hêza erebên snî karibe li wê bibe desthilatdar. Vêca desthiladariya îxwan anjî hêzeka din li Suriyê, ne di fêda Emerîka û Îsrail da bû.
 
JI ber wê jî diviyabû, Suriye ji binî da bihata hilweşandin, bi milyonan kesên sunî bi jin û zarokên xwe ve bihatana kuştin, hin ji wan jî bihatana koçkirin, hê paşê yên mayîn teslîmê Esad bihata kirin.
 
Di aliyekî da Emerîka û di aliyê din deste birayê Erdoxan Putîn pêşî destek dan DAIŞê û paşê jî di bin navê şerê DAIŞê da qira erebên sûnî anîn.
 
Ev qetliam bi alîkariya Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qeter çêbû.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest