Xeybet-paşgotinî 1

Setrhed Name: Peywendiyên navbera mirovan, li ser hîmê baweriya bi hev, rêz û hurmetê hatiye avakirin. Çewa rastî û rastgotinî ahengiya xêr û xweşiyê dide civakê, her wiha vacûyê wê nerastî û derew jî, dibe sebeb ku rewşa civakê tevlihev bibe, xwîkirin bikeve nava civakê û bi xwe ra nexweşî û fesadiyê tîne.

Xeybet-paşgotinî jî hema bigire ji rêza derewan tê hesab kirin. Ew tiştên ku meriva derbarê kesekî misliman da got û li xweşiya wî neçû û pê biêşe, jê ra xeybet tê gotin. Dema heman tişt li paş meriva ji bona meriva were gotin û li xweşiya meriva neçe, divê meriv jî wê ji yekê din ra nebêje.

Xeybet yek ji wan gunehên ku dînê Îslamê heram kiriye. Hîç guman tê da tune, ew tiştên ku Xwedê heram kiriye, ji sedî sed zirar û ziyana wê ji şexs û civakê ra heye loma heram kiriye û her wisa gava tişteke helal kiribe, kar û fêda wê ji şexs û civakê ra heye loma helal kiriye.

Xeybet-paşgotinî: Di heqê meriva anjî hin tiştên ku têkiliyên wan bi mirovan ra heye tê girin. Dema meriv, ji bona ku kesekî kêm bixîne, henek û qeşmeriyê xwe pê bike, behsa kinî û dirêjiya bejn û bala wî bike , êl û ´eşîr, bîr û bawerî, exlaq û edeb, kar û karxane, cil û berg, xanî û milk, şexsiyet, rengê çev û porê merivekî kir, meriv paşgotinya wî dike û li gora qanûna Xwedê gunehkar dibe. Lewra Xwedê, paşgotiniya mirovan heram kiriye û şibandî xwarina goştê miriyan.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Hucurat di ayeta 12an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اجْتَنِبُوا كَثِيرًا مِنَ الظَّنِّ إِنَّ بَعْضَ الظَّنِّ إِثْمٌ ۖ وَلَا تَجَسَّسُوا وَلَا يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًا ۚ أَيُحِبُّ أَحَدُكُمْ أَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ أَخِيهِ مَيْتًا فَكَرِهْتُمُوهُ ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ ۚ إِنَّ اللَّهَ تَوَّابٌ رَحِيمٌ

Gelî yên ku bawerî anîne! Xwe ji gelekî gumanan dûr bigirin, çikû hinek ji gumanan guneh in. Li ´eybê hev negerin û paşgotinya hev nekin. Erê ma kî ji we hez dike ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? Dilê we jê lihev dikeve. Li (hemberî helal û heramên) Xwedê birêz bin. Bêguman Xwedê toba qebûl dike û birehm e.

Xwedê di ayetê da ferman dike; ku li qisûr û kêmasiyên hev negerin û pê hev ´eybdar û ruswa nekin. Bi awakî din; Xwedê ferman dike; ku ew tiştên li ba mirovan sir e û gere veşartî bimîne, divê ji alyê hin kesê din va jî neyên eşkera kirin. Bi vî awayî kesê ku xeybetê dike, sir û ´eybên mirovan eşkera dike û bi wê helwesta xwe ya nemirovî dixwaze şexsiyeta hin kesan rezîl bike û wan di nava xelkê da pîs bike. Li gora ayeta li jor, ha meriva paşgotiniya xelkê kir û hajî meriva goştê kesekî mirî xwar, qet ferqa wan tune.

Sedemê ku Xwedê xeybet-paşgotinî şibandiye xwarina goştê miriyen, ji bona ku bi me bide zanîn ku di civakê da paşgotinî tişekî çiqas qirêj e û çi bandoreke wê ya neyînî li ser ahengiya xêr û xweşiya civakê heye. Divê kesê bawermend bi tu awayî xeybeta kesekî neke û di wê civata ku tê da xeybet tê kirin nesekine. Lewra dema meriv di wan civatên ku muherematên Xwedê tên binpêkirin bisekine, meriv jî dibe weka wan û ew çi gunehî bikin, meriv jî dibe hevparê gunehên wan.

Resûlê Ekrem silavên Xwedê lê be di hedîsekî xwe da wiha:

عَنْ أَبِي هُرَيْرَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُ، أَنَّ النَّبِيَّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ، قَالَ: هَلْ تَدْرُونَ مَا الْغِيبَةُ ؟ ” قَالُوا : اللَّهُ وَرَسُولُهُ أَعْلَمُ ، قَالَ: ” ذِكْرُكَ أَخَاكَ بِمَا يَكْرَهُ ”، قِيلَ: أَرَأَيْتَ إِنْ كَانَ فِي أَخِي مَا أَقُولُهُ ؟ قَالَ: إِنْ كَانَ فِيهِ مَا تَقُولُ فَقَدِ اغْتَبْتَهُ، وَإِنْ لَمْ يَكُنْ فِيهِ فَقَدْ بَهَتَّهُ

Ji ebî Hureyre hatiye ragihandin ku Pêxember (e.s) got: Ma hûn dizanin xeybet-paşgotinî çî ye? Gotin: Xwedê û Resûlê Wî çêtir pê dizane. Pêxember got: ”Gotina wê tişta ku li xweşiya birayê te naçe”. Hate gotin: Gava ew tişta ku ez dibêjim; di birayê min da hebe, tu wê çewa dibînî? Pêxember got: Tişte ku tu dibêjî gava tê da hebe, vêca te xeybeta wî kir, lê gava (tişta ku tu dibêjî) tê da tunebe, te boxtan lê kir.

Mixabin bi piranî mirov gelekî meyîldar in ku tim bi kêmasî û ´eybên xelkê va mijûl bibin. Bi piranî jî kesên ji ilm û zanîna dînî û dunyayî mehrûm in, bi xirabî û nebaşî qal û miqaleta xelkê dikin, da ku wan di nava civakê da bihetikînin. Em ê bi awakî berfireh li mijara xeybet-paşgotiniyê hûr bibin; ku xwendevan pir bi baldarî vê mijarê bixwînin û ji vê nexewşiya gemar ya ku nirxên civakê ser û bin hev dike dûr bisekinin.

Di nava zanayên dînê Îslamê da, wiha salixê gemarî û pîsiya xeybetê hatiye dayîn: الغيبةُ مائِدَةُ طعام الكلاب ”Xeybet, sifra xwarina seyan e”. Lewra xeybet bûye nexewşiyeke civakî û bêyî ku mirov bi gunehên wê bihese, weke ”benîştê zêrbendî” hema bigire di devê her kesî da heye û pê hev dihetikînin, pîs dikin û ´eyb û arên hev eşkera dikin.

Boxtan ew e; ku  gava merivekî tiştekî nekiribe anjî negotibe, lê meriv bibêje wî kiriye anjî wî gotiye, wê çaxê meriv  îftira û boxtanan lê dike.
Xeybet-paşgotinî: Gava di kesekî de ew xwî û tebî´et hebe û meriv jî ji bona ku wî bihetikîne, kêm bixîne û rezîl û ruswa bike dibêje.

Feyzullah Yalcin 2018-08-06

Dewam dike…

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest