CEJN PÎROZİN Û CEJNÊ PÎROZ

Wateya cejnan pîrozkirina roja dawî a armancanin.
Xweda cc ji bo cejna remezanê û herwaha cejna qurbanê, ango cejna heciyan, roja dawî a qedandina girtina rociyê û herwaha roja ku hecî derdikevin girê arefê, hecî qurbanê xwe jêdikin û vedigerin, Roja vegera heciyan ji girê arefê dibe cejna qurbanê ango cejna heciyan.
Qûrban jêkirin di dema Hz Îbrahîm virda û herwaha di Ol’a cihûyan û Ol’a xiristiyan’an de jî mecbûriye ango ferze.

Di Qur’anê de jî ji bo jêkirina qurbanê wekî mecbûrî ango ferz ferman kiriye. Ji bo jêkirina qurbanan civaka bisilmanan heta sê rojan wext teyîn kirine û ji bo kesên ku wekî memûrên dewletêne sê roj ji bo pîroz kirina cejnê fermî tatîl diyar kirinin.

Roja cejnan gel dû limêja cejnê re kesên hev nasdikin û anjî kesên ku xizmên hevin bi malbatî terin serdana hev û cejna hev pîrozdikin.
Di cejnan de cejn taybetî ji bo zarokanin, zarok kincên paqij û nû li xwe dikin û li ber kincên xwe ê nû şadibin. Her zarok li malan kom bi komî li cejnê digerin şekir û fêkiyên cejnê tovdikin.

Wekî çand û adedên gel zarok terin destê mezinan maçdikin û mezinjî çavên zarokan maçdikin, ji bo dilê zarokan xweş bin hinek kes zarokên ku xizmên wanin peranjî didin zarokan.

Wekî gotinên bavkalan sal bi sal xwezî bi sala par. Rastî demên berê ango 20 û 30 sal berê cejn di wateya cejnan de dihate pîroz kirin.
Pir mexabin cejnê anha ji wateya cejnan derketine û bûye wekî ededên kevin, pir kes idî ne limêja cejnan dikin û nejî ji bo pîroz kirina cejnê serdana hev dikin.

Bi gora dîtina min pir hewcetî bi kesên ku zanyarên Ol’anin heye ku wateya cejnan bi gel bidin zanîn û hezkirin ango vegerin ser rastiya jiyana ezmûnî a bi girêdey jiyana baweriya bi Ol’an.

Civakên ku ji rastiya Ol û çanda baweriya xwe dûr ketîbin, ew civak ji rastiya çanda baweriya xwe dûr ketînin û têkçûnin.
Bi hêviya ku gel vegerin ser rastiya baweriya bi Ol’a ku Xweda cc ferman kiriye ji bo xizmeta mirovahî û rastiya jiyanê.
Bi hêviya ku cejn di wetaya cejnan de were pîroz kirin û hêvîdarim ku va cejna qurbanê bibe sedema aşitiya gelê kurd û bisilmanan.
Cejna gelê kurd û tevahî gelên ku bi girêdey Ol’a xwe nin pîroz dikim.

Xweda cc heca heciyan qebûl bike û qurbanê ji bo cejna qurbanê tête serjêkirin bi mûkafat qebûl bike amîn.

Behçet Ateş: 21-08-2018

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest