Di bin siya Quranê da em werin ba hev

Serhed Name: Tişta yekemîn ya ku ez tê gihîştim, heya misliman dînê xwe ji xurafa û tiştên bid´e safî nekin û bi dînê ku Xwedê ji Pêxember (e.s) ra daxistiye îmanê neynin, tu carî ne sîstemeke îslamî dibe desthilatdar û ne jî Xwedê alîkariya xwe ji wan ra dişîne. Gava misliman xwe rast bikin, hê dibin laîqê alîkariya Xwedê.

 
Tişta duyemîn ya ku ez jê serweqt bûme ew e; ku meriv nikara di nava partiyên siyasî, civakên dînî û saziyên sivîl da, li gora fermanên Xwedê bi azadî  behsa dînê xwe bike di jiyana xwe da tetbîq bike.
 
Lewra hemû partî û sazî ji rastiya sîstema Xwedê zêdetir, berjewendiyên xwe yên siyasî, civakî û aborî difikirin.
 
Dibe ku îstisna hebe, lê heya niha min wisa ditiye.
 
Vêca kesên aqilê xwe bi kêrê nedane û ruhê xwe nefirotine, dikarin dibin siya Quranê da werin ba hev û kar û xebatekî pir hêja bike.
 
Berî her tiştî di warê exlaqî da, dikarin dermanekî ji êş û azarên civakê ra bibînin û melhemekî ji birînên kûr yên civakê ra peyda bikin ku hê birînan temamê bedenê nedaye ber xwe û lê nebûye rîşa merûxwir.
 
Belê kar û xebatên dûr û dirêj ji bona pêşe roja mislimanan pêwîst e, lê hin tedbîrên lezgîn gere were girtin, ku axreta millet ji destan neçe.
 
Ez jî dinav da, em gelekî caran behsa hin tiştên ku  ji hêza me der e dikin. Tişta ku hêza me digihêje û bi qasî derfetên xwe em dikarin bikin û bibin alîkar wî di ser gohê xwe ra davêje, lê em radihêjin barê ji hêza xwe girantir.
 
Bi van mislimanan siyaset nayê kirin û sîstema Îllahî nebe desthilatdar. Çikû dînê ku ew pê bawerin ne dînê Xwedê ye, belkû dînê dewlet û rêxistina ne. Bi vî awayî bawermendê dînê dewlet û rêxistinan, li gora berjewendiyê wan behsa dîn dike û li gora rêpêdan-ruxseta wan bawermed in. Ji  endamên sazî û rêxistinên wiha, heq û edalet nayê meydanê.
 
Mislimanên ku dînê Xwedê dizanin û dijîn, tenê dikarin li gora pîvanên Îllahî sîstemekî tê da heq û ´edalet hebe ava bikin. Ew jî tenê dibin siya Quranê da, dikarin werin perwerde kirin.
 
Feyzullah Yalcin 2018-08-28

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest