Ziman: Nîmetekî ji Nîmetên Xwedê ye

Serhed Name: Bi tayîbet di van demên dawî da, pirên kurdên dîndar dev ji zimanê xwe berdane û bi zimanê tirkî, erebî û farsî diaxifin, dinivîsînin, dixwînin û ji wan zimanên serdest ra xizmet dikin.

Belê, meriv çiqas zimanan bizanibe ewqas baş e û çiqas ziman hene tev sifetên Xwedê yê axaftinê ne, lê em çima berê hemû zimanan zimanê xwe hîn nabin?.

Lewra Xwedê em kurd xwiliqandiye û zimanê kurdî kariye para me. Ziman nîmetekî ji nîmetên Xwedê ye. Gere meriv li hemberî wê nîmeta ku Xwedê daye meriva şikirdarbe.

Şikirkirina ziman ew e; ku meriv bi zimanê xwe biaxife, bixwîne û binivîsîne. Tenê şikirkirina bi ziman li ba Xwedê ne meqbûl e, divê li gel wê gotinê liv û tevger jî hebe, ku li ba Xwedê muhteber û meqbûl were dîtin.

Gilîta zêdebûn û dewlemendiyê şikirkiri ne. Dema Xwedê zarokek da meriva, anjî meriv bû xwediyê mal û milk û dewlemend bû, divê ji Xwedê ra şikir bike. Lewra Xweda ferman dike: Eger hûn şikir bikin, ez ê ji we ra zêde bikim.

Şikirkirin ew e; ku meriv pêşî ji malê ku Xwedê daye meriva para feqîr û miskînan dide, bi qasî derfetên xwe xêr û sedeqan belav dike û bi destê kesên xizan digire hê paşê bi zimanê xwe dibêje; şikir ji Xwedê ra.

Bêyê ku meriv înfaqê bike, zekat û sedeqan ji mal xwe bide, tenê bi devê xwe bibêje; şikir ji Xwedê ra, tu nirx û qîmeta vê gotinê li ba Xwedê tune.

Mijara ziman jî wisa ye. Di dunê da tu zimanek ji yê din qenctir û biqîmetir nîne. Xweda Te´ala bi her zimanî dizane û li gora wê jî bi mexloqên xwe ra miamilê dike.

Belê dinê me bi zimanê erebî daketiye, Qurana pîroz bi erebiye û Pêxember (e.s) ereb e, lê ev nayê wê m´enayê ku zimanê erebî ji hemû zimanên din qenctir û serdestr e. Kesê misliman, divê erebî hîn bibin ku dînê xwe baş fêr bibin û hem jî zimanê xwe hîn bibin.

Tenê bi gotina ku şikir ji Xweda ra ez kurd im û her wekî zimanê kurdî ne zimanê me be û em ji zimanên din ra xizmetê bikin, ev ne şikirkirin e û ne jî laîqê kesê misliman e

Pêşî di mala xwe da bi kurdî biaxifin, hîn bibin û bi zimanê xwe binivîsînin, şikirkirina li hemberî nîmeta ziman ev e.

Feyzullah Yalcin 2018-09-17

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest