Bi ya min kêmasî di alfabeya Celadet `Elî Bedirxan da heye

Serhed Name: Alfabeya kurdî-latînî ji aliyê mîr Celadet `Elî Bedirxan ve (1893–1951) hatiye amadekirin û li gora wê demê alfabeya kurdî-latînî ji 31 tîpan pêk tên. Lê bi ya min ev alfabeya ha têra gewrî û devoka kurdan ya zeraveyê kurmancî nake û divê hin herfên ku milletê kurd di dema axaftinê da bikar tînin lê werin zêdekirin.

 

Dibe ku hin alî û derûdorên kurdan ji vê alfabeya Celadet `Elî Bedirxan razîbin û têra wan bike, lê divê em bizanibin ku milletê kurd ji gelekî reng û dengan pêk tên û divê alfabeya kurdî karibe bersîva hemû cureyên nivîsandinê bide.

Alfabeya Celadet `Elî Bedirxan têra nivîsên dînî û kilasîkên kurdî yên ku bi kurmancî tên nivîsandin nake û divê hin tîpên din yên wekî: ع`Eyîn, `Edûl-`Ezab, ع´Î, `Îbadet-`Îd, ح `H ,`Helîme û غ`Xeyn- `Xefar, lê werin zêde kirin.

Hin derûdor bi tu awayî naxwazin ku guherîn bikeve alfabeya Celadet `Elî Bedirxan û her wekî ayetên Xwedê be diparêzin. Belê rêz û hurmeta me ji kesên zimanzan ra heye, lê divê kesên zimanzan jî li gora rastiya zimanê milletê xwe jê ra alfabeyê dayînin.
Tê gotin ku Celadet `Elî Bedirxan gotiye ku, tîpa ع`Eyîn, a ح `h û غ `Xeyn ne dengê kurdî ne, an jî ne tîpên serbixwe ne û ji ber wê jî pêwîstî pê tune ku meriv ji wan ra tîpên tayîbet çêke.

Bi ya min ev ne li gora rastiya deng û gewriya miletê Kurd e. Lewra milletê kurd di axaftinên xwe yên rojane de, dengê ع`Eyîn, ح `h û غ `Xeynê bikar tînin. Pirên caran van tîpên hanê ya di destpêka gotinan da tên wekî; `Elî, `Edûl, `Xefar û ´xeyn û ya jî di nava gotinan da tên wekî; E´hmed, Mu´hemmed, nî´emet û hwd.

Di zimanê kurdî da hem tîpa خ ”x” wekî xêrxwaz û hem jî tîpa غ `xeyn weke Be´xda û ´xeyn, hene. Ev herdû tîp tucarî dengê hev dernaxînin û divê ji her dengekî ra tîpekî tayîbet were danîn.

Xaleka din jî ew e; divê em bizanibin ku di dema mala Bedîrxaniyan kovara Hewrê derdixistin, çend kurdên zimanzan hebûn û hijmara kurdên ku bi kurdiya latînî dinivîsandin û dixwendin çiqas bûn.

 

Dibe ku di wê demê da, ji bilî mala Bedirxaniyan kesên zimanzan zêde hebûna, li ser alfabeya ku wan daniye, devjenî bihata kirin û jê ra çareyekî bihata dîtin. Lê ji bo ku di wê demê da tişteke wiha tunebûye û nehatiye kirin, ev nayê wê m´enayê ku em li ser devjeniyan nekin û jê ra çareyekî nebînin.

Ez ne ziman zana me, lê li gora ku ez dinivîsînim, gelekî zehmetî di nivîsandin û lêkolînên dînî da derdikvin pêş.
Digel silav û hurmet

Feyzullah Yalçîn 2018-09-27

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest