NÛBIHARÊ ev kitêba hanê çapnekir.

Serhed Name: Pir ne girînge lê bira di didilê min da nemîne, Nûbiharê deriyê xwe li me girt û vê kitêba me çapnekir. Di gel ku soz dabûn min û me du sê caran jî hev dît û me li hevkiribû ku kitêba min çapbikin, piştî salek û nîvê Süleyman Çevik emaîlekî ji min ra şand û got ji ber kitêbek wiha nayê firotin, em nikarin vê çapbikin.

 
Bi ya min egera Süleyman Çevik ne rast e û têrê nake ku meriv bibêje; kitêbek wiha nayê firotin û ji ber wê jî em nikarin çapbikin. Min dikarîbû nîvê mesrefa  çapê an jî tev bida, tenê wan qenciyek bi me ra dikir û kitêb sere rast dikirin û li ser navê xwe çap dikirin.
 
Yenê dixwazim bêjim; ku gava di dilê wan da çapkirin hebe, rêyên wê hebû. Lê Süleyman Çevik yekser temamên rêyan girt.
 
Lê ez bala xwe didimê çiqasî nivîskarên laîk û sekular yên xwediyê fikr û ramanên curbe cur heta hin ji wan xedênenasin, Nûbihar kitêbên wan çapdike û di fuaran da ji wan ra semîneran li dar dixin û derfetê dide wan da ku kitêbên xwe îmza bikin.
 
Ev yeka hanê  nîşan dide ku Nûbihar derfetên xwe li hemberî hin kurdên misliman wek sansurê bikar tîne.
 
Mixabin mentalita temamî nûrciyan yek in. Cemaeta Fetullah jî digot em tenê temsîlkarên tirkên misliman in û mafê jiyanê ne dida civak û şexsên din yên dîndar.
 
Bi ya min Nûbihar û nurciyên kurd jî wek fetulaciyan difikirin û kesê ne li ser rêç û şopa wan be, deriyê xwe li wan digirin û heya ji wan were nahêle dengê wan derkeve.
 
Ev yeka han wek mislimanekî wîjdanên min di êşîne.
 
Lê min kitêb li ser navê xwe çapkir û ji hezar libî niha di destê min da bi qasî sêsed libî maye.
 
Helbet Nûbihar di çapkirina kitêban da, azad e, lê ji ber ku hevalên min bi piranî ji vê civatê ne, bivê nevê gilî û gazin tên kirin.
 
Gava ez diçim Stenbolê bi piranî dibim mêvanên wan û gava ew tên Swêdê em hev dibînin û camêran tên ziyareta min.
 
Ji ber vê nêzîkbûna me, ez gilî û gazinên xwe ji wan dikim û kesekî ji wan rojekî ji Suleyman Cevîk nepirsîn ku çima we kitêba vî dost û hevalê me çapnekir.
 
Ez vê helwesta Nûbiharê hewaleyê  milletê kurd dikim.
 
Digel silavên germ Feyzullah Yalcin 30-09-2018

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest