Nimêja Înê li ser kê ferz e? Feyzullah Yalçin

Serhed Name: Nimêja Înê li ser her mislimanên ku uzrê wî tunebe û karibe biçe nimêjê an jî bi xwe nikaribe biçe, lê kesekî hebe ku alîkariyê bike wî şexsî bibe nimêjê û bîne, ferz e. Ji ber ku Xweda di sûrê Cum´e di ayeta 9an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نُودِيَ لِلصَّلَاةِ مِنْ يَوْمِ الْجُمُعَةِ فَاسْعَوْا إِلَىٰ ذِكْرِ اللَّه وَذَرُوا الْبَيْع ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ

Gelî ew ên bawerî anîne! Dema ji bona nimêja roja Înê bang hat dayîn (ezan hat xwendin), bi lez biçin zikrê Xwedê (nimêjê) û firotin û kirînê bicîh bihêlin. Eger hûn bizanibin, ev ji bona we bixêrtir e.
Xîtaba ayetê ne ji hin kom û kesan ra ye, belkî ji her kesî ra ye ku dibêje; Gelî ew ên bawerî anîne. Êdî çi mêr û çi jî jin be, nimêja Înê li ser her kesekî azad û derfetên wî hebe ku biçe ciyê nimêjê, ferz e.

Lê li gora piraniya mezheban nimêja înê li ser jinan ferz nîne û delîlên wan jî hin hedîsên nîsbeta wan didin bi bal Pêxember û terkîb-giramera ayetê, ku gotina ”amenû” cema muzekerê salim e û ji bona wê xitaba ayetê, tê gotin ku hukmê wê tenê ji bo mêran e.
Bi ya min ev nêrîn xelet e û ji ber wê jî bi kurtasîbe jî em ê delîl û îsbatên wan li jêr bidin.

Tê gotin, ku digiramera ayeta sûrê Cum´e ya 9an da jin tune. Lewra gotina آمَنُوا cem´a muzekerê salim e; yanê ji piraniya mêran amenû tê gotin ji ber wê ev ayet tenê xîtabê mêran dike. Ji ber wê jî, nimêja înê li ser jinan ferz nîne.

Ka em li hin ayetên din jî binêrin, ku ew çi dibêjin.

Xwedê di sûrê Beqere di ayeta 178an da wiha behsa qisas dike:

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الْقِصَاصُ فِي الْقَتْلٰىۜ

Gelî yên ku bawerî anîne! Di qetlê-kuştinê da qisas li ser we hatiye nivîsandin; yanê hatiye ferz kirin. Dema kesekî bi qestî mirovekî bikuje; divê bi ´edaletî tol jê were girtin û hukmê qisasê were tetbîq kirin.

Di ayeta 183an da wiha ferman dike:

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَۙ

Gelî yên ku bawerî anîne! Çewa rojî li ser yên pêşiya we hatibû nivîsandin, li ser we jî hatiye nivîsandin; yanê ferzbû ye. Bi hêviya ku hûn teqwedar bin; yanê hûn ferza Xwedê pêkbînin û xwe ji heramên wî jî dûr bixin.

Xwedê di sûrê Tehrîm di yaeta 6an da wiha ferman dike:

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا قُٓوا اَنْفُسَكُمْ وَاَهْل۪يكُمْ نَاراً وَقُودُهَا النَّاسُ وَالْحِجَارَةُ

Gelî yên ku bawerî anîne! Hûn nefsa xwe û malbata ji agirê ku arûdûyê wê ji mirov û keviran e, biparêzin.

Wekî din jî gelekî ayet henin, lê em ê bi van hersî ayetên pîroz qîma xwe bînin û ka werin em bi hev ra li giramera van ayetana binêrin ku çi ferq û cudayî di navbera terkîb û hukmên wan da heye.

Em ê pêşî li terkîba gotina اٰمَنُوا amenû binêrin. Amenû f´ela madî ye; yanê kirkerê derbazbûye û herfa و waw jî ´elamtê piraniya cinsê nêr e. Ji ber wê tê gotina; ku gotina amenû cema muzekerê salm e; yanê ji piraniya mêran ra tê gotin. Vêca gava ji ayeta sûrê Cume ya 9an tenê mêr were fêhm kirin, divê hukmê tamamê ayetên ku bi hevoka يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا Ya eyûhelezîne amenû têne dest pêkirin, tenê ji bona mêran be.

Li gora wê mentiqê; rojî girtin, hukmê qisasê û paraztina malbatê tenê karê mêra ne û tu tikilyê wê bi jinan tune.
Ev nêrîneke şaş e û ciyê baweriyeke wiha çewat û şaş di dînê Xwedê da tune.

Mijara hedîsan

Li ser vê mijarê, em ê hin ji wan hedîsên ku nîsbeta wan dane bi bal Pêxember li jêr binivîsînin.

حَدَّثَنَا عَبَّاسُ بْنُ عَبْدِ الْعَظِيمِ حَدَّثَنِي إِسْحَقُ بْنُ مَنْصُورٍ حَدَّثَنَا هُرَيْمٌ عَنْ إِبْرَاهِيمَ بْنِ مُحَمَّدِ بْنِ الْمُنْتَشِرِ عَنْ قَيْسِ بْنِ مُسْلِمٍ عَنْ طَارِقِ بْنِ شِهَابٍ عَنْ النَّبِيِّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ الْجُمُعَةُ حَقٌّ وَاجِبٌ عَلَى كُلِّ مُسْلِمٍ فِي جَمَاعَةٍ إِلَّا أَرْبَعَةً عَبْدٌ مَمْلُوكٌ أَوْ امْرَأَةٌ أَوْ صَبِيٌّ أَوْ مَرِيضٌ قَالَ أَبُو دَاوُد طَارِقُ بْنُ شِهَابٍ قَدْ رَأَى النَّبِيَّ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ وَلَمْ يَسْمَعْ مِنْهُ شَيْئًا

Ji Tariqê kurê Şîhab hatiye ragihandin ku Pêxember (e.s) wiha got: Nimêja Înê bi cema´etî li ser her bawermendekî ferz e! Ji bilî çaran. Kole, jin, zarok û kesê nexweş(li ser vana ferz nîne) .

Lê seneda vê hedîsê, zeyîf e. Çikû ebi Dawûd dibêje; Tariq bîn Şîhab Pêxember dîtiye, lê tu hedîs jê nebihîstiye.
Di dema Pêxember da, Tariqê kurê Hîşam hê zarok bûye û ne di wê temenî da bû ku karibe hedîsan ji Pêxember guhdarî bike û di hafiza wî da bimîne.

Her wiha ebî Dawûd di Sunena xwe da, vê hedîsa li jêr radigihîne ew jî:

عن عبد الله بن عمرو عن النبي صلى الله عليه وسلم قال الجمعة على كل من سمع النداء

Ji Ebdullahê kurê Umer hatiye ragihandin, ku Pêxember (e.s) wiha got: Cum´e (nimêja Înê) li ser her kesekî ku dengê ezanê bibhîze, heye; yanê ferz e .

Di hin hedîsên din da, ev metinê li jêr li vê hedîsê zêde kirine ew jî: Cum´e li ser her kesekî bê uzir ku dengê ezanê dibihîze, ferz e. Ev hedîsa hanê muwafiqê ayeta ku li jor derbazbû. Her wiha hukmê vê hedîsê bigiştiye û çi ferq û cudahî nake navbera jin û mêran. Bi vî awayî, her bawermendek ku dangê ezanê bibihîze, divê biçe nimêja Înê.

Derbarê vê mijarê da du hedîs hene. Yekemîn: Hedîsa ku li jor derbas bû ya Tariqê kurê Hîşam e. Ya duyemîn: Ya îmamê Beyheqî û gelekî muhedîs û zanayên fiqhê ev hedîsa duyemîn ragihandine û di kitêbên xwe da, cîh dane vê hedîsê. Lê ev hedîsa duyemîn bi çend awayî hatiye ragihandin û di pirên riwayetan da ne weka hev in.

Emê hin ji riwayetên cuda yê heman hedîsê li jêr binivîsînin û paş nêrîna xwe ya ku li ser jinan nimêja Înê ferz e an na bibêjin.

مُعَاذُ بْنُ مُحَمَّدٍ الأَنْصَارِيُّ ،عَنْ أَبِي الزُّبَيْرِ ، عَنْ جَابِرٍ ، أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ ، قَالَ : مَنْ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الآخِرِ فَعَلَيْهِ الْجُمُعَةُ يَوْمَ الْجُمُعَةِ إِلا مَرِيضٌ ، أَوْ صَبِيٌّ ، أَوْ مُسَافِرٌ ، أَوْ مَمْلُوكٌ ، وَمَنِ اسْتَغْنَى عَنْهَا بِلَهْوٍ أَوْ تِجَارَةٍ ، اسْتَغْنَى اللَّهُ عَنْهُ ، وَاللَّهُ غَنِيٌّ حُمَيْدٌ

Muazê kurê Muhemmedê El-Ensarî ji ebî Zubeyîr û wî jî ji Cabir ragihandiye, ku Pêxember (e.s) wiha got: Kesê bi Xweda û roja axretê bawer be, li ser wî kesî nimêja roja Înê heye; yanê ferz e. Ji bilî (kesê) nexweş, zarok, rêwî, û kole (li ser vana ferz nîne). Ew kesê kû neçe nimêja Înê û qîma xwe bi kêf û zewq û bazirganiyê bîne, Xweda dewlemend e û pêwîstiya Xweda bi wî/wê tune û Xweda dewlemend e û hêjayê pesindayinê ye .

Di vê hedîsê da, behsa jinan derbaz nabe. Ev hedîs zeyîf e, ji ber ku di nava rawiyên vê hedîsê da, Ebdulah binî Lehî´et heye û ksekî pê bawerî nehatiye anîn . Ev rawî ji bona hedîsên li jêr jî derbaz dibe.

مُعَاذُ بْنُ مُحَمَّدٍ الأَنْصَارِيُّ ، عَنْ أَبِي الزُّبَيْرِ ، عَنْ جَابِرٍ , أَنّ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ , قَالَ : مَنْ كَانَ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ , فَعَلَيْهِ الْجُمُعَةُ يَوْمَ الْجُمُعَةِ , إِلَّا مَرِيضٌ ، أَوْ مُسَافِرٌ ، أَوِ امْرَأَةٌ ، أَوْ صَبِيٌّ ، أَوْ مَمْلُوكٌ ”

Muazê kurê Muhemmedê El-Ensarî ji ebî Zubeyîr û wî jî ji Cabir ragihandiye, ku Pêxember (e.s) wiha got: Kesê ku bi Xweda û roja axretê bawer be, li ser wî kesî nimîja roja Înê heye; yanê ferz e. Ji bilî (kesê) nexweş, rêwî, jin, zarok û kole (li ser vana ferz nîne) .

Ev hedîs li gora ya jor hem kêmasî tê da heye û hem jî dibêje li ser jinan jî nimêja Înê ferz nîne. Di gel ku rawiyên herdû hedîsan yek in jî, lê dîsa ev ferq û cudahî heye.

مُعَاذُ بْنُ مُحَمَّدٍ الأَنْصَارِيُّ عَنْ أَبِي الزُّبَيْرِ ، عَنْ جَابِرٍ ” مَنْ كَانَ يُؤْمِنُ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الآخِرِ فَعَلَيْهِ الْجُمُعَةُ يَوْمَ الْجُمُعَةِ إِلا مَرِيضًا أَوْ مُسَافِرًا

Muazê kurê Muhemmedê El-Ensarî ji ebî Zubeyîr û wî jî ji Cabir ragihandiye, ku Pêxember (e.s) wiha got: Kesê ku bi Xwedê û roja axretê bawer be, li ser wî kesî nimîja roja Înê heye; yanê ferz e. Ji bilî (kesê) nexweş û rêwî.

Çew hûn jî dibînin; digel ku rawiyên hedîsên li jor yek in jî, dîsa ewqas ferq û cudayî di navbera wan da heye. Ji bilî van hedîsên me li jor nivîsandiye, wekî din jî hedîs hene, lê ji bona ku mijar zêde dirêj nebe me qîma xwe bi van hedîsana anî.

Deme em behsa hedîsên Pêxember (e.s) dikin, divê em bizanibin ku nabe di navbera hedîsên Pêxember da nakokî hebe. Ev ne nêrîna alima ne ku her kesekî nêrîna xwe gotibe û ji ber wê jî metnê nêrînên wan ji hev cihê bin.

Mixabin baweriya ku niha bi navê baweriya Îslamê di nav me da heye, baweriyeke nêr e: Bi piranî xîtabê mêran dike û jin ji gelekî tiştan mehrûm in. Lê ev bawerî vacûyê fermanên Xwedê ye û tu ciyê wî di Îslamê da tune.

Ferzên Xwedê li ser her bawermendekî ferz e û ji bilî hin rewşên tayîbet yên jinan, tu feq û cudayî di navbera muminan da tune.

Ya rast Xwedê dizan e û şaşî û kêmasî jî ya me ye.

Digel silavên germ bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

Feyzullah Yalçîn 28-10-2018

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest