ŞÎRETÊN BAVKALAN

Gotinên bavkala pir muhîmin û pîrozin ku mirov jê ferbin. Bavkalan gotine peza ku ji keriyê pez qetiyan ew peza dibe malê dizan anjî xurê guran. Çend roje nameyek ji siyasetmedarekî biyanî ji bo kurdan nivisiye û di çapemeniya sosiyal de bûye wekî pariyê nanê tisî, bi destê kî ketiye di rûpela xwe a Facebook’ê de û anjî di malpera xwe de parve kirine.

Naveroka namey dişibe şîreta rûvî û kudikên hurçê. Hurç rojeke ji dela xwe derdikeve û kudikên xwe di dalê de dihêle tere nêçîra xwarinê. Rûvî dû derketina hurçê re tere dela hurçê bi kudikên hurçê re şa dibe û dibêje guno çiqas rindike û sûsike wer xweşike wekî ku ji dewla minbe.

Dema hurç vedigere delê bal kudikên xwe ji kudikan pirsan dike, dema ez tunebûm kes anjî kî hat bal we, kudik bersiva diya xwe didin û dibêjin dû derketina tere rûvî hat bal me û bi mere şabû digot guno çiqas rindike sûsike wer xweşike û wekî ku ji dewla minbe. Dema hurç van peyvana ji kudikên xwe dibihîze û pir bi hêrs û bilezûbez radibe bi dû rûvî dikeve ku rûvî biqefilîne teribiye bike.

Rûvî dema ferq dike ku hurç bi lezgînî daye pey wî û fem dike ku armaca hurçê xeraviyek bi serê wî bîne. Rûvî ji cîde çivekî dide xwe û bazdide tere heta derekî bala xwe didê ku way qulekî duwarde heye ji bo xwe ji lepê hurçê xelas bike di wî qûlêre derbasî para dûwar dibe. Hurç li dû rûvî bi lezûbez dixwaze diwî qulêre derbasbe û rûvî biqefilîne, lê qet hesabê fen û çivên rûvî nake ku, va defa rûviye hurç bikeve dafê.

Hurç di qulêde astengî dibe nikare derbasbe û rûvî ji parade vedigere xwe dide para qûna hurçê û ji hurçêre dibêje ez bi kudika tere şabûm û min ji bo kudika tejî şabe ji kudika tere gotibû tu pir sûsikî xweşikî wekî ku tu ji dewla minbî, qey min derewa li kudika te kiribû ku tu ewqas ecis bûyî. Hurç pir xemgîn dibe û nikare xwe tevde ji rûvîre dibêje biray rûvî bibore min te bi şaşî fem kiribû were dev jimin berde û min rezîl neke em bibin destebirayên hev.

Em vegerin mijara nameya wî Siyasetmedarê biyanî. Naverok şireta ji bo aştiya navxweyî û yekitiya netewiya gelê kurd bû. Berdewama namey de dibêje hûn heta di çerçoveya hêztiyan de bimînin hûnê tim bikevin defa dujminên xwe. Lewra dijminê we pir dijwarin ji bo berjewendiyên xwe ewê tim destê xwe li serê we bidin û dema karê xwe qedandin ewê we bi dijwartî û bê şefqet perçe perçe bikin û bi komkujî dikujin. Lazime hûn idî li xwe xweyî derkevin û ji fikir û armanca hêztiyan xelasbin bibin yek deng û tenê armanca we rizgariya gelê we û welatê webin.

Raste ku pir hewcetî bi yekîtiya netewî û bi aşîtiya navxweyî heye. Rengê kîjan hêzê û fikrên kîjan Siyasetmedar, Rewşembîr, Rêveber, û baweriya komên kurdan bi çi heye, bila her kes bi rengê xwe û baweriya xwe armanca tevan xelasiya gelê kurd ji bindestiyê û Rizgariya Kurdistanê bibe doza wan. Civaka gelê kurd bi her rengên birdozî û baweriya bi ededî û çanda dagirkerdan de wekî di bêjingêre derbasbin bûyerên bi serê gelê kurd re neqewimîbe nîne. Gelê kurd heta baweriya xwe bi hebûna xwe û ji qanûna rêvebertiya gel û dewleta xwe re rêzgirtin nebin, ewê tim li ber beyê xezeva dujminên di dilê xwe da têk herin, ewê hilşin û tim bi komkujî bikevin defa kujerê dujminên xwe.

Pir hewcetiya gelê kurd bi aştiya navxweyî henin. Lazime berê gazinan ji dujminên xwe û ji aktorên sîyaseta navnetewî bikin. Hewcetî bi vegera ku li xwe xweyî derkevin heye. Kînên ku di binbîrên xwe de paqij bikin, mêjî û dilê xwe bi fikrên paqij û hêstên aştiya navxweyî berhevî bikin û ji bo doza gelê kurd bikar bînin. Gelê ku ji bo berjewendiyên nijada xwe û çand û baweriya bi Ol’a xwe re rêzdar nebin, di cîhanê de tu wextê wekî gel û dewlet bi nasnameya xwe nayên nasîn û ciyê xwe nagrin. Lewra dû herba cihanê a yekemîn şûnda tim di nava şar û komkujî de para wan tenê bûye mirinekî bê rûmet û tim koçberî û penabertî bi par bûnin.

Behçet Ateş: 05-01-2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest