Rizq û Keda Helal Feyzullah Yalcîn


Rizqê helal ew e; divê cehd û xebata meriva di çarçovekî meşr´û da be,  ji xwîdana ´enî, keda dest û milên meriva were qezenc kirin. Divê kesê mumin, her tim xwediyê vê bîr û baweriyê be û di hiş û ruhê xwe da bicîh bike; ku cil û bergên min, xwarin û vexwarinên min û xanî û wargehên jiyana min û ya zarokên min ji keda helal hatibe qezenc kirin. Çiku meriv çiqas jîhatî û beza dibe bila bibe, ji ya ku Xwedê ji meriva ra teqdîr kiriye pê ve, nikare bi qasî misqalê zere tiştekî din li rizqê xwe zêde bike.

Vêca meriv dikare bi du awayî rizqê xwe peyda bike û ji Xwedê bixwaz e.

Yek: Bi rêyên meşr´û ku fermana Xwedê pê heye û dixweze li gora rê û rêbazên Xwedê daniye rizqê xwe qezenc bike.

Dudu: Bi rêyên nemeşr´û yên heram û li ser xwîdan û keda destên sar û cemidî yê kesên feqîr û bindest dixwaze rizqê xwe qezenc bike.

Meriv di kîjan rêyê da li rizqê xwe bigere, Xwedê jî li gora cehd û xebata mirova rizqê meriva dide. Ne tenê rizqê mirovan, her wiha rizqê temamî mexloqên ruhber yên di çerxa felekê da hene, bi tenê Rebbîl Alemîn dide. Xwedê di sûreyê Hûd di ayeta 6 da wiha ferman dike:

وَمَا مِنْ دَابَّةٍ فِي الْأَرْضِ إِلَّا عَلَى اللَّهِ رِزْقُهَا وَيَعْلَمُ مُسْتَقَرَّهَا وَمُسْتَوْدَعَهَا ۚ كُلٌّ فِي كِتَابٍ مُبِينٍ

Çiqas ruhberê ku li ser erdê dilibe heye, rizqê wî li ser Ellah e. (Ellah) Ciyê ku ew  (bi roj û şevê) lê dimîne û ciyê ku lê dimire dizane. Ev di kitêbekî eşkere da ye (li be Xwedê heye û hatiye nivîsandin).

Divê mirov li gora sunetullahê tevbigire; yanê li gora qanûnên ku Xwedê di sirûştê da xuliqandiye, li gora şert û mercên jê ra dest dide bixebite, rêya ku dixwaze rizqê xwe tê da qezenc bike hilbijêre û li sebeban bigere; ku Xwedê jî li gora  wê niyeta wî rizqê wî bide. Her wiha gava meriv ji çarçova meşr´û derket û di rêyên heram da rizqê xwe bixwaze, Xwedê wê jî dide, lê riza Xwedê bi vê rêya dawî tune.

Lewra Xwedê ji ´ebdê xwe dixwaze; ku ji rizqê pak û helal yê ku wî daye wan bixwin. Li ser vê mijarê Xwedê di sûrê Nehl di ayeta 114 da wiha ferman dike.

فَكُلُوا مِمَّا رَزَقَكُمُ اللَّهُ حَلَالًا طَيِّبًا وَاشْكُرُوا نِعْمَتَ اللَّهِ إِنْ كُنْتُمْ إِيَّاهُ تَعْبُدُونَ

Ji rizqê ku Ellah daye we yê helal û xweş bixwin; birastî jî gava hûn jê ra îbadet dikin , şikrdariya n´îmetê Ellah bikin, .

Belê rizq li ser Xwedê ye, lêbelê ev nayê wê m´enayê; ku meriv sistayê bike, nexebite û xwediyê baweriyekî çewt û şaş be û bibêje; ka Xwedê çima rizqê min neda? Divê pêşî karê ku ji meriva tê xwestin di çarçoveyekî meşr´û da bike û paşê tewekula xwe bide Xwedê. Îja rizq dimîne li ser hezkirin û îrada Xwedê Te´ala; ji´ebdê xwe kê bixwaze rizqê fireh dike û her wisa jê ra teng jî dike.

Li ser vê mijarê Xwedê di sûreyê Şûra di ayeta 12 da wiha ferman dike:

لَهُ مَقَالِيدُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ ۖ يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ وَيَقْدِرُ ۚ إِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ 

Mifteyên (xezîna) asîmanan û  erdê yê wî ne. Ji kê ra hez bike rizqê wî fireh dike û (her wisa rizqê wî) teng jî dike. Bêguman ew bi her tiştî dizane.

لَهُ مَقَالِيدُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضِ   Mifteyên (xezîna) asîmanan û  erdê yê wî ne. Xezînên asîman û erdê hemû heya ber dev tijîne û kilîtên wî jî li ba Xwedê ye. Îja bê hezkirin û îzna wî tiştekî jê nayê derxistin. يَبْسُطُ الرِّزْقَ لِمَنْ يَشَاءُ Ji kê ra hez bike rizqê wî fireh dike û وَيَقْدِرُ ۚ  (her wisa rizqê wî) teng dike. Xwedê ji kê ra çiqasî bixwaze, bi pîvan û weznekî kifşkirî dide wî. Ji vê ayetê tê zanîn ku hêz û jêhatbûna mirova, bandorekî erênî an jî ya neyînî li dewlemendî û feqîriyê nake. Meriv ciqas zîrek û hêgin dibe bila bibe, ji bilî ya ku Xwedê xwastibe, nikare tiştekî din bidest bixîne. إِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَلِيمٌ Bêguman ew bi her tiştî dizane. Xwedê pê dizane ku ji kê ra çi pêwîst e û li gora wê jî rizqê wî dide.

Divê her kesê mumin bizanibe; ku dewlemdî û xizanî cîh û meqamên şikirdarî û sebrê ye. Bi awayekî din; dewlemendî û xizanî du rewşên jiyana dunê yê îmtihana her kesî ye. Bi vî awayî nedewlemendî daîmî ye û ne jî xizanî-feqîrî daîmî ye. Her wiha divê were zanîn ku; kesê dewlemend ne ji ber ku hezkiriyê Xwedê ye loma Xwedê rizqê wî fireh kiriye û ji kesê feqîr jî hez nake loma rizqê wî teng kiriye. Gelekî mirov hene dewlemend in, lê piştî demekî kurtmeriv dibîne ku ji mal û dewlemendiya wî eserekî nemaye. Her wisa kesê feqîr jî hene, di demekî kurt da dewlemend dibe û ji rêza dewlemendan tê hesab kirin. Ev tev bi îrade û meşiyeta Xwedê çêdibe û divê meriv ji feqîriya xwe şikayet neke û bi dewlemendiya xwe jî şa nebe.

Di mijara rizq da, divê kesê mumin nekeve tirsa rizqê sibê û xwe li ber fermanên Xwedê gunehkar neke, lewra Xwedê qirika qul bê rizq nahêle. Gava di mijara rizq da baweriya meriva bi Xwedê temam nebe, dikare ji ber mereqê feqîriya malê dunê, nexweşiya psikolojî-ruhî li meriva peyda bibe.

Car heye hin kes dibêjin; eger dayîn û ne dayîna rizq li ser Xwedê ye, îja çima emê xwe biwestînin û li kar û xebatên dunê bigerin?

Em di bersîva wan dibêjin; ev nêrîneke seqet e û divê her kes pêşî erk û wezîfa xwe pêkbîne û paşê xwe bispêre Xwedê. Lewra Xwedê di sûreyê Mulk di ayeta 15 da wiha ferman dike:

هُوَ الَّذِي جَعَلَ لَكُمُ الْأَرْضَ ذَلُولًا فَامْشُوا فِي مَنَاكِبِهَا وَكُلُوا مِنْ رِزْقِهِ ۖ وَإِلَيْهِ النُّشُورُ 

Yê ku ´erd kiriye binê emr (û xizmeta) we, Ew e (Xwedê ye). Li her alî-an jî li ser wê bigerin û ji rizqê Wî bixwin. Veger bi bal wî va ye.

Xwedê Te´ala bi vê ayeta pîroz bala mirovan dikişîne ser hêz û qudreta xwe ya bê hempa û dide zanîn; ku çi ji bona jiyana dunê pêwîst be, di erdê da xuliqandiye û divê ´ebdên wî li har aliyên dunê bigerin û ji vî nîmetê hanê faydê bibînin. Dema li deverekî debarê meriva nebe û meriv nikaribe xwe û kulfetên xwe xwedan bike, dikare koçî hin deverên din bike û li rizqê xwe bigere.

Di ayetê da gotina مَنَاكِبِهَا menakibîha derbaz dibe û me ew gotin bi m´ena li her alî-an jî li ser wê bigerin, wergerandiye. Lê gava meriv bi lefzê gotinê ra sadiq bimîne; menakib tê m´ena nav mil an jî nava milê meriva. Taberî di tefsîra xwe da dibêje; mabest ji menakibîha, في جبالها fî cîbalîha; yanê di ciyayê wê da bigerin. Li gora îbn Ebas, Mucahid û Qetade m´ena مَنَاكِبِهَا menakibîha yanê li her alî û heremên wê bigerin[1]. Lê gora dîtina me di vir da bi awayekî mecazî nav mil hatiye bikar anîn û meriv dikre bibêje; di rêyên erdê biçin û li har aliyên dunê li rizqê xwe bigerin. Xwedê dide zanîn ku min ev rizqê hanê ji bona we xuliqandiye û li ser erdê bigerin bixuwin û vexuwin, lê divê hûn ji bîr nekin; ku hûn dê bibal min da vegerin. Di eslê xwe da hevoka dawî ji ayetê ku dibêje; Veger bi bal wî va ye, ´ebdên xwe hişyar dike û divê hûn ji çarçova rêbaza jiyan ku min laîqê we dîtiye dernekeve. Dema hûn jê derketin, dê hesabê we giran bibe.

Her wiha di sûreyê Casiye di ayeta 13 da wiha ferman dike:

وَسَخَّرَ لَكُمْ مَا فِي السَّمَاوَاتِ وَمَا فِي الْأَرْضِ جَمِيعًا مِنْهُ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ 

(Xwedê) Çi di asîmanan û di ´erdê da hene, tev kiriye binê xizmeta we. Bêguman di vê ya da ji bona qewmekî biponice ra delîl û şîret hene.

Di heman sûreyê di ayeta 12 da wiha ferman dike:

اللَّهُ الَّذِي سَخَّرَ لَكُمُ الْبَحْرَ لِتَجْرِيَ الْفُلْكُ فِيهِ بِأَمْرِهِ وَلِتَبْتَغُوا مِنْ فَضْلِهِ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ

Yê ku derya kiriye xizmeta we Xwedê ye, bi hêviya ku hûn bişêkirînin, keştî bi fermana wî tê da bikişin û hûn jî bi kerema wî li rizqê xwe bigerin.

Rebbê Alemê bi van herdû ayetên pîroz bala mirovan dikişîne; ku li kitêba kayînatê baş binêrin û bixwînin, da ku karibin hiş û mejûyê xwe bixebtinîn. Xwedê Te´ala heft tebeq asîman, erd û derya kiriye bin xizmeta mirovan ku karibin ji lutf û kerema Xwedê li rizqê xwe bigerin û jê ra şikirdar bin. Di dawiya ayetek da dibêje; إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ Bêguman di vê ya da ji bona qewmekî biponice ra delîl û şîret hene. Ji vê hevoka dawî ya ayetê tê zanîn; ku divê meriv karibe bi azadî biponice, da ku xwe bigihîne hin armancên biqîmet û ji mezinayî û qudreta Xwedê ders û şîretan bistîne ku îmana meriva zêde bibe. Di dawiya ayeta din da dibêje; وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ bi hêviya ku hûn şikrdar bin. Ev jî dide zanîn; ku mifta dewlemendî û rizqê fireh, şikir kirine.

Lewra Xwedê di sûreyê Îbrahîm di ayeta 7 da wiha behsa zêdebûna rizq dike:

وَإِذْ تَأَذَّنَ رَبُّكُمْ لَئِنْ شَكَرْتُمْ لَأَزِيدَنَّكُمْ ۖ وَلَئِنْ كَفَرْتُمْ إِنَّ عَذَابِي لَشَدِيدٌ

Dema Rebbê we gotibû: Eger hûn şikirdariya (nîmetên min) bikin, ez ê jî (n´îmetên) xwe ji we ra zêde bikim. Lê eger hûn nankoriyê bikin, bêguman ezabê min dijwar e!

Şikir kirin ew e; ku meriv Xwedayê xwe bibîr bîne û bizanibe yê ku ev qencî bi min ra kiriye û nîmetên daye min Rêbbîl Alemîn e. Her wiha hem bi devê xwe û hem jî bi kirinên xwe bide îsbatkirin ku ew şikrê Xwedê dike. Şikir kirin tenê bi dev nabe, divê nîmetên ku Xwedê daye meriva, di cî yê wan yê minaasib da bikar bîne. Mesela; ji malê xwe înfaqê bike, ji ilm û zanîna xwe înfaqê bike, bi dema xwe ya vala û bi sîheta xwe ya sax alîkariya kesê kal, pîr, nexweş û zeyîf bike û hwd…

Xwedê di ayeta 6 ya heman sûreyê da li ser zarê Mûsa (e.s) ji benî îsraîliyan ra dibêje; hûn nîmetên Xwedê bibîr bînin, dema ku qencî bi we ra kir û hûn ji ezabê dijwar yê Fîr´ewn xilaskir. Fîr´ewn zarokên we yên kurîn dikuştin û keçên we jî ji bona xizmeta xwe sax dihîştin. Gava hûn ji Xwedê ra şikirdar bin, fermanên wî pêk bînin û xwe ji gunehan dûr bidin, wê hê zêdetir bi we ra qenciyê bike û bela û musîbetan ji ser we bide alî.

Her tişta ku Xwedê daye ´ebdên xwe, nîmet e û divê kesên bawermend li hemberî wan nîmetana şikirdar be û hemdê Xwedê bike. Ne tenê xêr û xweşiya erd, derya û asîmanan nîmet e, her wiha dîn, rê û rêbazên dibin sedemê bextewariya jiyanê jî nîmet in. Hemd û şikirdariya dînê Îslamê ew e; ku meriv ferzên Xwedê pêkbîne, îbadetên wî bike û xwe ji tiştên heram jî dûr bide ku Xwedê hê zêdetir bi meriva ra qenciyê bike. Mirov hene hîç Xwedê nakeve bîra wan û her wekî tenê ji bona ´eşq û zewqa dunê hatibin xuliqandin, li pey rê û şopa şeytan diçi û nefsa xwe ji xwe ra kirine îlah. Xwedê dîsa jî rizqê kesên wiha dide, lê roja Qiyametê ji wan ra ´ezabekî dijwar heye.

Li ser mijara rizq û keda helal Xwedê di sûreyê  Cum´e di ayetên 9-10 da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا إِذَا نُودِيَ لِلصَّلَاةِ مِنْ يَوْمِ الْجُمُعَةِ فَاسْعَوْا إِلَىٰ ذِكْرِ اللَّهِ وَذَرُوا الْبَيْعَ ۚ ذَٰلِكُمْ خَيْرٌ لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ فَإِذَا قُضِيَتِ الصَّلَاةُ فَانْتَشِرُوا فِي الْأَرْضِ وَابْتَغُوا مِنْ فَضْلِ اللَّهِ وَاذْكُرُوا اللَّهَ كَثِيرًا لَعَلَّكُمْ تُفْلِحُونَ

Gelî yên ku îman anîne! Dema roja Înê ji boyî nimêjê bang hat dayîn, hûn bilez û bez biçin bi bal zikrê Xwedê (nimêja Înê) û kirîn û firotinê bicîh bihêlin. Eva ha (çûyîna nimêjê û terk kirina kirîn û firotinê) ji we ra bixêrtir e, eger hûn bizanibin. Dema nimêj hate kirin, li ser erdê belav bibin û ji fedl û kerema Xwedê (rizqê xwe) bixwazin. Zêde Xwedê bibîr bînin, bi hêviya ku hûn xilas bibin.

Van herdû ayetên pîroz di xwe da gelekî ders û şîretan dihewînin û behsa îbadetekî muslumanan dike û li ser wan ferz kiriye ku di heftê da carekî bihev ra bikin. Her wiha behsa qezencikirina rizqê ku li gora fedl û kerema wî halel e dike. Em ê li vêdera behsa dem û ciyê ku nimêja Cum´ê lê ferzbûye nekin, ji ber ku ne babeta mijara me ye.

Li gora ayeta 10 dema ji bona nimêja Înê bang hat dayîn kirîn û firotin qedexe ye. Lê ev qedexeya hanê daîmî nîne belkî heya nimêja Înê biqede, paşê meriv dikare bi kar û ´emelên dunê ve mijûl bibe. Her wiha divê kar û xebatên ji bona jiyana dunê tên kirin, li hemberî edakirina îbadet û pêkanîna fermanên Xwedê nebin asteng. Gava dema nimêjê hat, divê meriv hemû kar û barên dunê bicîh bihêle û bilez û bez biçe nimêjê û ji Xwedê ra zikir bike. Di vê ayetê da bi taybetî kesên bazirgan hatine binavkirin; ku dema ji bona nimêja Înê bang hat dayîn, divê kirîn û firotinê bi cîh bihêlin û biçin nimêjê. Ji vê jî tê zanîn; ku kesên bazirgan bipiranî li bajaran dijîn û derfetên wan ji yên rêncber, rêwî û hin hunerkarên din zêdetirin û gava dema nimêja Înê hat, her tiştî bicîh bihêlin û biçin nimêjê.

Fermana Xwedê di ayeta 9 da ew e; ku dema nimêj hate kirin, belav bibin û ji fedl û kerema Xwedê bixwazin. Meriv dikare ji fedla Xwedê hem rizqê xwe bixwze û hem jî di warê m´enewî da karên qenc û baş bike ku xwedan xêr bibe.

Divê bê zanîn ku fedl û kerema Xwedê, tim fermanê li muminan dike ku kesê mumin di çarçoveya meşr´û da li rizqê xwe bigerin. Dema tiştekî neheqê meriva be, divê meriv jê dûr bisekine. Çikû tiştên neheqê meriva be, ew heqê kesekî din e. Çewa meriv naxwaze kes heqê meriva bi zorê zevt bike, her wisa divê meriv jî heqê kesekî din bi zorê, bi fêlbazî û dek û dolaban zevt neke.

Gere xwîn û goştê kesê musluman ji ked û kesba helal be; ku karibe pêşengiya qenciyê bike û ji heq û keda mirovan ra bi rêz û hurmet be. Mijara rizq û keda helal, ji şexsan bigire heya wezîfedar û serokê dewletê tu ferq û cudahiyekî dinavbera wan da tune. Jixwe divê kesên serok û serweriya millet dikin û îdare û rêveberî di destê wan da ye, di vê mijarê da gelekî hişyar û zelal bin ku karibin bibin mînak ji bona civatê.

Dema di desthilatdariyê da ´edalet hebe û kesên xwediyê bîr û baweriyên rast û durust; yên ku wîjdanên xwe nefirotibin û bi eql û dilê selîm û saxlem tevdigerin di rêveberiyê da wezîfe girtin, divê ew jî bi qasî hemwelatiyekî ji derfetên dewletê îstifade bikin. Kesên di rêveberiyê da wezîfe digirin, divê derfetên dewletê tenê pêşkêşî hin nas û dostên xwe nekin û piraniya hemwelatiyan jî jê bêpar nehêlin.

Lewra maf hemû çîniyên civakê hene, ku bi heman dereceyî ji derfetên dewletê, sziyên sivîl û yên dînî îstifade bikin. Dema rêveber û serwerên dewletê bi ´edaletî tevnegerin, ji divêla ku sîstrma wek heviyê di nava millet da bicîh bikin û sazûman dadê saz bikin, rikberî û fesadiyê dixin navbera çiniyên civatê û piraniya millet dibin neyarê desthlatdariyê.

Yek ji erk û wezîfa kesên musluman ew e; divê bi tundî ji tiştên wiha ne li rê, neşer´î û heram dûr bisekinin û çewa ji heq û huqûqê xwe ra hurmetkarin û dixwezin xelk jê ra rêz û hurmetê bigirin, divê ew bixwe jî çavsorî û zêdegaviya di heq û keda kesekî din nekin û ked û kesba kesî bi neheqî û fêlbaziyan jê nestîne.

Feyzullah Yalçîn 2019-01-13


[1] Tefsîra Îbn Kesîr sûreyê Mulk ayeta 15…

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest