Tefsîra 20 ayetên destpêkê yên sûrê Beqere

Xweda Te´ala di destpêka sûrê Beqere da, bi 5 ayetan behsa sifetên kesê mumin dike. Bi du ayetan jî behsa rewşa kesê kafir dike û bi 13 ayetan jî behsa gotin, tevger, helwest û du rûtiya kesê munafiq dike.

Sûrê Beqere ji bilî ayeta 281ê yê mayîn li Medînê daketiye û bi tevayî 287 ayet in. Ayeta 281ê di esnayê Hecul Weda´ê li Mekê daketiye.

Xweda Te´ala di sûrê Beqere da, mirovan dike sê beş:
1- Muteqîn
2- Kafir
3- Munafiq

Ev dabeşkirina ha, ji aliyê Xweda Te´ala ve hatiye kirin û dabeşkirineka şer´î ya muhteber e. Civakên li dunê hukum dikin, ji van hersî beşên hanê pêktên.

Muteqîn

Xweda di 4 ayetên dest pêkê yê sûrê Beqere da, behsa wesfê kesên muteqîn (yên li gora ferman û nehyên Xweda tevdigerin) dike.

الٓمٓ ۚ ﴿١﴾ ذٰلِكَ الْكِتَابُ لَا رَيْبَۚ ف۪يهِۚ هُدًى لِلْمُتَّق۪ينَۙ ﴿٢﴾

اَلَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُق۪يمُونَ الصَّلٰوةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَۙ ﴿٣﴾

وَالَّذ۪ينَ يُؤْمِنُونَ بِمَٓا اُنْزِلَ اِلَيْكَ وَمَٓا اُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَۚ وَبِالْاٰخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَۜ ﴿٤﴾

اُو۬لٰٓئِكَ عَلٰى هُدًى مِنْ رَبِّهِمْ وَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ

  • Elîf. Lam. Mîm!

Xweda bi m´ena van hersî herfana dizane. Gelekî sûrên Qur´anê bi herfên wiha dest pêdike. Li gora mufesiran vana ”Herûfên Muqat´e” ne û her wiha ji van herfan ra tê gotin: ”Ecazul Qur´an”.

  • Ev Qur´an qet tê da guman tune, ku ji cem Xweda ye, ew ji muteqiyan ra rêber e.
  • Ew Muteqî yên, ku bi xeybê bawerî tînin, bi tekûzî û berdewamî nimêj dikin û ji rizqê, ku me daye wan xerc dikin.
  • (Ew muteqiyên) ku bi kitêba ji te ra û bi kitêbên ku ji (pêxemberên) beriya te ra hatiye daxistin û bi axretê bi dil û can bawerî tînin.
  • Ha wên, yên ku ji aliyê Xwedayê xwe va hatine ser rêya rast û ewên yên xilasbûne-serfiraz in.

 

Ji bilî Elî. Lam. Mîm. Xweda bi çar ayetên dest pêkê yên sûrê Beqere da, behsa wan mislimanên kû Ew jê raziye dike. Xweda ji wan mislimanên ra dibêje; muteqî. Paşê wiha behsa Muteqiyan dike: Muteqî yên, ku bi xeybê (bi ya nepenî) bawerî tînin, bi tekûzî û berdewamî nimêj dikin û ji rizqê ku me daye wan xerc dikin.

Muteqî: Eew kesên ku li pey emrên Xweda diçin û xwe ji qedexe (nehyên) Wî jî dûr dixin. Bi awayek din; muteqî ew kesê ku li gora îmana wî jê dixwaze, bi berpirsiyariyên xwe radibe. Tişta ku kesên muteqî tîne ser rêka rast, Kitêba Xwedaye û sennetên Pêxember (e.s) me. Kitêbeka wusaye ku tu şik û gumanek tê da tune.

Di ayetê da tê gotin; ku muteqî ”ewên îmanê tînin, nimêj dikin û sedeqe didin”, ji vê ayetê tê fêhm kirin; ku îman esasê hemû xêr û ´emelêm qenc û baş yê bedenî û mali ye. Gava Îmana merivek tunebe, an jî saxlem nebe, ne îbadet û ne jî xêr û xêratên wî li ba Xweda meqbul e. Bi vî awayî nimêj û sedeqe pîvanên îbadetê meriva yê bedenî û yê mali ye. Her wiha kesên muteqî, îmanê bi Qur´an û bi kitêbên ku pêşiya Qur´an daketine tînin.

Di van her çar ayetên, ku wesfê kesê muteqî didin da, du mijar hene:

Yek: Hîm û esas e. Îman anîn, nimêj kirin û înfaq (yanê dayîna zekat û sedeqan) esasê dînê kesê mumin yê muteqî ye. Piştê ku îmana meriva saxlem bû, îman meriva mecbûr dike ku meriv nimêj bike. Kesê bi dil û can nimêj kir, nimêj wî mecbûrê înfaq; yanê zekata ferz dide û sedeqe li kesê hejar û belengaz belav dike.

Ji ber wê ye; ku Xweda Te´ala di serê sûrê Beqere da, pêşî behsa îmanê dike û paşê jî behsa nimêj û înfaqê dike. Lewra kesê nimêj bike, wê temamê îbadetên din yên bedenî wekî, rojî û hecê eda bike. Her wiha kesê Înfaqê bike, wê zekata ferz bide, xêr û xêratên madî jî bike. Yanê nimêj û înfaq, hem kilîta îbadetên bedenî û hem jî yên madî ne.

Dudu: Avakirin û înşa ye. Qur´an ew kitêb e, ku kesê muteqî dînê xwe li ser esasê wê ava dike. Ji ber wê ye; ku divê kesê muteqî hem bi Qur´anê û hem jî bi kitêbên beriya wê daketine îmanê bînin. Ji vana hemuyan ra ”teqwa” tê gotin.

Mixabin gelekî mirov, vê yekê nizanin û ji wê şîrova li jor bê agah ne. Ji ber wê jî, hin mirovan hukmê Qur´anê ji nava jiyana civakê rakirina û wusa bawer dikin ku ew muteqî ne. Hin mirov jî nimêj nakin û înfaq nakin, tenê dibêjin em muminin û wusa bawer dikin ew muteqî ne. Kes û komên wiha tenê xwe dixapînin, lê ewqasa cahil û nezanin ku pê nahesin ku xwe dixapînin.

 

Yên bûne kafir

 

Xweda Te´ala bi du ayetan, behsa kesên bûna kafir dike.

اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا سَوَٓاءٌ عَلَيْهِمْ ءَاَنْذَرْتَهُمْ اَمْ لَمْ تُنْذِرْهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ ﴿٦﴾

 خَتَمَ اللّٰهُ عَلٰى قُلُوبِهِمْ وَعَلٰى سَمْعِهِمْۜ وَعَلٰٓى اَبْصَارِهِمْ غِشَاوَةٌۘ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظ۪يمٌ۟

 

  • Bêguman ew ên ku bûne kafir, ji wan ra wek hev e; çi tu wan bi trisînî, çi tu wan netirsînî; her ew îmanê nayînin.
  • Xwedê dil û guhê wan mor kiriye, li ser çevê wan perde heye û ji bo wan ezabekî mezin heye.

Seîd Hewa dibêje;  الكفر. ستر الحق بالجحود kufur: Bizanebûn înkarkirin û nixamtina heqiyê ye. Seîd Hewa dibêje; mabest ji kesên kafir, hin kesên ku Xweda pê dizanûbu ku ew nabin misliman. Kesên ku bi husn û riza dilê xwe buna kafir û bizanebûn heqê înkar dikin, ha tu wan bi ezabê Xwedê bitirsînî û ha tu wan ne tirsînî, ji wan ra yek e û her ew nayên îmanê. Ev nayê wê m´enayê ku kesên kafir nabin misliman. Gelekî ji ehlê kitêb yên cihû û fele rastiya heqê dibînin û dibin misliman.

Kesê ku kufur hilbijartibe û kufur di dil û hestiyê wî da bi cîh bûbe û ketibe nava xwîna wî, tu nikarî bi wez û suhbetên xwe wî binî îmanê. Ew dibe misliman na jî nabe, tenê Xweda pê dizane.

Lewra kesên wiha, ji ber ku wan rêya şaş ya batil hilbijartine, Xweda jî dil û guhê wan mor kiriye û ji ber ku naxwazin heqiyê bibînin, perda li ser çevê wan hene û nikarin heq û heqîqetê bibînin. Xweda bê îrada meriva, tu kesekî nebirî ser rêya şaş û nabe jî. Gava meriv bi îrada xwe kufur hilbijart, Xweda jî fê´elê wê peyda dike û merû diçe delaletê.

 

Munafiq

 

Xweda Te´ala bi sêzdeh ayetan, behsa minafiqan dike. Munfiq: Ew kesê du rû ye, ku îmana xwe eşkera dike û kufra xwe jî vedişêre.

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَبِالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَمَا هُمْ بِمُؤْمِن۪ينَۢ ﴿٨﴾

يُخَادِعُونَ اللّٰهَ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُواۚ وَمَا يَخْدَعُونَ اِلَّٓا اَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَۜ ﴿٩﴾

 ف۪ي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌۙ فَزَادَهُمُ اللّٰهُ مَرَضاًۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌۙ بِمَا كَانُوا يَكْذِبُونَ ﴿١٠﴾

وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ لَا تُفْسِدُوا فِي الْاَرْضِۙ قَالُٓوا اِنَّمَا نَحْنُ مُصْلِحُونَ ﴿١١﴾

اَلَٓا اِنَّهُمْ هُمُ الْمُفْسِدُونَ وَلٰكِنْ لَا يَشْعُرُونَ ﴿١٢﴾

وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ اٰمِنُوا كَمَٓا اٰمَنَ النَّاسُ قَالُٓوا اَنُؤْمِنُ كَمَٓا اٰمَنَ السُّفَـهَٓاءُۜ اَلَٓا اِنَّهُمْ هُمُ السُّفَـهَٓاءُ وَلٰكِنْ لَا يَعْلَمُونَ ﴿١٣﴾

وَاِذَا لَقُوا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا قَالُٓوا اٰمَنَّاۚ وَاِذَا خَلَوْا اِلٰى شَيَاط۪ينِهِمْۙ قَالُٓوا اِنَّا مَعَكُمْۙ اِنَّمَا نَحْنُ مُسْتَهْزِؤُ۫نَ ﴿١٤﴾

اَللّٰهُ يَسْتَهْزِئُ بِهِمْ وَيَمُدُّهُمْ ف۪ي طُغْيَانِهِمْ يَعْمَهُونَ ﴿١٥﴾

اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ اشْتَرَوُا الضَّلَالَةَ بِالْهُدٰىۖ فَمَا رَبِحَتْ تِجَارَتُهُمْ وَمَا كَانُوا مُهْتَد۪ينَ ﴿١٦﴾

مَثَلُهُمْ كَمَثَلِ الَّذِي اسْتَوْقَدَ نَاراًۚ فَلَمَّٓا اَضَٓاءَتْ مَا حَوْلَهُ ذَهَبَ اللّٰهُ بِنُورِهِمْ وَتَرَكَهُمْ ف۪ي ظُلُمَاتٍ لَا يُبْصِرُونَ ﴿١٧﴾

صُمٌّ بُكْمٌ عُمْيٌ فَهُمْ لَا يَرْجِعُونَۙ ﴿١٨﴾

اَوْ كَصَيِّبٍ مِنَ السَّمَٓاءِ ف۪يهِ ظُلُمَاتٌ وَرَعْدٌ وَبَرْقٌۚ يَجْعَلُونَ اَصَابِعَهُمْ ف۪ٓي اٰذَانِهِمْ مِنَ الصَّوَاعِقِ حَذَرَ الْمَوْتِۜ وَاللّٰهُ مُح۪يطٌ بِالْكَافِر۪ينَ ﴿١٩﴾

يَكَادُ الْبَرْقُ يَخْطَفُ اَبْصَارَهُمْۜ كُلَّمَٓا اَضَٓاءَ لَهُمْ مَشَوْا ف۪يهِۙ وَاِذَٓا اَظْلَمَ عَلَيْهِمْ قَامُواۜ وَلَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ لَذَهَبَ بِسَمْعِهِمْ وَاَبْصَارِهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ۟ ﴿٢٠﴾

 

  • Hin ji mirovan dibêjin; me bi Xweda û roja axretê bawerî aniye, hel ew e; ku ew baweriyê naynin.
  • Ji wan wetrê, ku ew Xwedê û yên bawerî anîna dixapînin. Ew ji xwe pê ve kesekî naxapîne û haya wan ji wan tune.
  • Di dilê wan da, nexweşî (nîfaq) heye, vêca Xweda jî nexewşiya wan zêde kir. Ji ber derew û du rûtiya ku dikin, ji wan ra ezabekî dijwar heye.
  • Gava ji wan ra tê gotin: Ku li ser erdê fesadiyê nekin! Dibêjin; em bes tenê avaker û qencîkar in.
  • Hişyar bin, bi rastî jî yên ku fesadiyê dikin her ew bi xwe ne. Lêbelê ew vê tênagihêjin.
  • Gava ji wan ra tê gotin: Hûn jî îmanê bînin ka çewa xelkê îman aniye! Dibêjin; erê ma çewa emê mîna aqilsivikan îmanê bînin? Naxêr, wusa nîne. Bi rastî yên aqilsivik her ew bi xwe ne, lêbelê ew pê nizanin.
  • Gava çevê wan bi yên bawermenda dikevin dibêjin; me jî bawerî aniye. Lê gava bi şeytanê xwe ra bi tenê dimînin dibêjin; em bi we ra ne, bes em tinazên xwe bi wan dikin.
  • Bi rastî Xweda bi ezabê xwe tinazê wan li wan vedigerîne û di kufra wan da, demeke dirêj muhletê dide wan û wan dermende û heyîrî dihêle.
  • Ha ew in yên; ku bi hîdayetê ra şaşî (delalet) kirîne, vêca kirîn û firotina wan kar ne aniye û ew bi ser rêka ras ve jî nebûne.
  • Rewşa wan (munafiqan) eynî weka rewşa wî kesî ye ku (di şeva tarî da) agir vêxistibe. Çi gava agir vêket û ronahî da hawirdora wî; ji nişka ve Xweda (agirê wan vemirand) ronahiya wan bir û ew (bi awayê ku tiştek nabînin) di tariyê de hiştin.
  • Ew (munafiq) kerr in (heqiyê nabihîzin), lal in (behsa heqiyê nakin), kor in (heqiyê nabînin), vêca ew (piştî heqî nas kirin û dev jê berdan, ji pûçiya xwe) venagerin.
  • Yan jî halê wan mîna halê yên ku rastî tavebaranekê bên ku tê de tarî, gurmegrum û birûsk hene. Ew ji ber gurmîniya birûskan, ji tirsa mirinê tiliyên xwe dixin guhên xwe. Xwedê (bi zanîna xwe) dor lli kafiran girtiye (êdî xelasiya wan tune ye).
  • Di vê navê de birûsk vedide mîna ku çevên wan birijîne. Çi gava dora wan ronahî kir, ew hinekî dimeşin û çi gava li wan tarî dibe radiwestin. Eger Xweda bixwesta, muheqeq dê çevên wan kor û guhên wan kerr bikira. Bê guman Xweda li ser her tiştî qadire.

 

 

Xweda cûr becûr behsa şêweyê xiberdan û sifetên kesê munafiq dike, ku kesên mumin wan nasbikin ku karibin xwe ji şerê wan bi parêzin. Her wiha Xweda di sûrê Munafîqûn da bi kitakitî behas tevger, qisedan û rewşa kesên minafiq dike. Di sûrê Tewbe û di sûrê Nûr da, gelek ayetên pîroz behas taluka kesên munafiq dikin.

 

Lewra kesê munafiq wekî kesên qelemşoriya laîksîzm û sekulerên dema me, dikarin bi kevin her rengî û her kiras li bejna wan tê.

Seîd Hewa li ser vê mijarê wiha dibêje: Talûka herî mezin ew e; ku ji ehlê fucûrê-kesên kunehkarên derewîn, hêviya xêrê were kirin.

 

Li ser vê mijarê Xweda di sûrê Muhemmed di ayeta 30î da, wiha ferman dike:

وَلَوْ نَشَاءُ لَأَرَيْنَاكَهُمْ فَلَعَرَفْتَهُمْ بِسِيمَاهُمْ ۚ وَلَتَعْرِفَنَّهُمْ فِي لَحْنِ الْقَوْلِ ۚ وَاللَّهُ يَعْلَمُ أَعْمَالَكُمْ

(Ya Muhemmed) Eger Me bixwesta Me dê ew (munafiq) nîşanê te bidana û te dê ew ji rûyê wan nas bikirana. Sond be, ku tu wan ji şêweya wan a axftinê nasdike. Xwed hemû karên we dizane.

 

Di ayetê da, gotina فِي لَحْنِ الْقَوْلِ derbaz dibe “Lehnil qewl”, yanê bi qisedanên wan û gava di axifin ji ber zanîn û belaxeta xwe kesê hember xwe zû qani dikin. Her wiha li ser vê mijarê di Buxarî û Muslimê da ev hedîsa hanê hatiye ragihandin ولعل بعضَكم أن يكون أَلْحَنَ بحجته من بعض Wusa tê xwiya kirin, ku hin kes ji we, ji yên din biqisedan zanatir in. Kesê munafiq di qisedan û axftinên xwe da, di gilî û gazinên xwe da, kesê bi ziman e û kare pir bi rehetî kesê hemberî xwe bide bawerkirin. Ji ber wê ye, ku Xweda Te´ala behsa şêweyê axaftin û tevgerên wan dike.

 

Xweda bi van ayetên pîroz bi kesên mumin dide zanîn; ku tu qedir û qîmeteke ji gotinên hin mirovan ra tune, ku gava dibêjin; em bi Xwedê û roja axretê bawer in û di heman demê da, temamê liv û tevgerên wan li dijî fermanên Xweda ne. Ji bona kesê mumin ya girîng ew e; divê meriv bizanibe ka Xweda kesê mumin çewa terîf kirî û xwe wusa rast û durust bike. Eger meriva wekî ku Xweda gotiye îman anî û ´emelên salih kir, ji xwe ra îstiqametek meşr´û hilbijart, wê gavê ji gotinên meriva ra biha û nirxek biqîmet heye.

 

Ji kesê munafiq wetrê wê bikaribe, bi du rûtiya xwe kesên mumin û Xweda Te´ala bixapîne. Lêbelê ew ji xwe pê ve nikare kesê mumin û Xwedê Te´ala bixapîne. Tenê xwe dixapînin û xwe misteheqê ezab dikin; ku roja Qiyametê, cezayê derew û du rûtiya xwe, ew dikişînin.

Xaleka pir girîng ew e; ku Xweda dibêje; يُخَادِعُونَ اللّٰهَ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا ji wan wetrê ew ê Xweda û kesên îman anîne dixapînin. Lê em bala xwe didinê, îroj hema bigire li temamî welatên ku xelkên wan dibêjin; em mislimanin, kes û komên tê da ´elametê munafiqiyê hene û yên bi can û dil bi laîksizmê bawerin û jiyaneka sekuler di ser pîvanên dînî ra digirin û dijîn, wan îdare dike û rêber û serokên wan e.

Ma qey Xwedê bîla sebeb gotiye: Ew nikarin kesê mumin bixapînin?

Wê gavê ew kes û civatên, ku li pey kes û komên laîk diçin, ne ew mislimanên ku Xweda di Qur´anê da behsa wan dike û ji wan razîne.

Bê ku tê da mubalixe hebe, ji sedî sed ew kesê ku xwe pêşengê laîksîzmê dibînin û qelemşorên jiyaneka sekuler in û munafiqên ku Qur´an behsa wan dike, wekî hev in. Di axaftin û sifetên wan da, tu ferq û cudahiyek tune.

Xweda ferman dike, ku kesê munafiq nikare kesê mumin bixapûne, lêbelê hema bigire li tevaya dewletên ku xelkê wan mislimanin, piraniya rêveber û kesên serweriya wan dikin, kesê laîk û sekuler in. Tenê yek sebebek vê ya heye: Ew jî misliman ji naveroka Qur´anê bêhay ne.

Gava muminan noveroka Qur´anê ji bîrkirin û hukmê Qur´an ji nava mislimanna hat rakirin û tenê ji bona berjewendiyên siyasî û aborî hat xwendin û bikar anîn, misliman ji pîvan û ronaya Qur´anê mehrûm man loma jî nikarin dost û dijminên xwe ji hev nas bikin û ketin tarîtiya cehaletê, nezanîn û nîjatperstiyê.

Ji ber wê jî hin kes û civatên dibêjin; em mislimanan, tenê bi derd û kulên netewa xwe ra mijûlin, tenê ji ber êş û jana kes û dostê xwe dizarin. Bi vî awayî jî bûnin dîl û evdalên detê kes û komên munafiq.

Kesê munafiq raste rast dîn û diyanetê înkar nakin, çew ji wan ra lê tê wusa tevdigerin. Kesên du rû ne, ku dikarin bikevin her rengî û her kirasê li xwe dikin. Gava bi kêrê wan were nimêj dikin, diçin hecê û tev li gelek merasim û eydiyên dînî dibin.

Lê bi qasî misqalekî jî îman ji gewrîya wan derbazê dilê wan nebûye. Îroj li welatên ku xelkên wan mislimanin, bi piranî kes û komên munafiq wan îdare dikin.

Ya ku dilê me di êşîne ew e; ku hin mela û komên ku xwe wek tevgerên dinî nîşan didin, ketine defika wan kesên laîq yên munafiq.

Tefsîra 13 ayetên derbarê munafiqan da.

Piştê vê zelalkirin û şîrova li jor derbaz bû, vêca em vegerin ser tefsîra heyşt yatên ku derbarê munafiqan da daketiye.

وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ اٰمَنَّا بِاللّٰهِ وَبِالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَمَا هُمْ بِمُؤْمِن۪ينَۢ ﴿٨﴾

 

Hin ji mirovan dibêjin; me bi Xweda û roja axretê bawerî aniye, hel ew e; ku ew baweriyê naynin (8).

Xweda bi van ayetên pîroz bi kesên mumin dide zanîn; ku tu qedir û qîmeteke ji gotinên hin mirovan ra tune ku gava dibêjin; em bi Xwedê û roja axretê bawer in û di heman demê da, temamê liv û tevgerên wan li dijî fermanên Xweda ne. Kesê mumin bi tevaya hukmên Qur´anê bawer in û ji bona ku di jiyana wan da bibe desthilatdar, di tekoşin.

 

يُخَادِعُونَ اللّٰهَ وَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا Ji wan wetrê, ku ew Xwedê û yên bawerî anîna dixapînin.Xapandin ew e, ku ji bo mirovan bixapîne, tişta ku di dilê wî da tune, wê dêbêje û fikra xwe ya gemar vedişêre.  ۚ وَمَا يَخْدَعُونَ اِلَّٓا اَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَۜ ﴿٩﴾ Ew ji xwe pê ve kesekî naxapîni û haya wan ji wan tune. (9) Di rastiyê da, ew nikarin kesekî bi xapînin, lewra zirar û zîyana derew û dalevereyên wan wek ezabê cehenemê li wan vedigire. Ji ber wê jî ew pê nizanin û nahesin ku xwe dixapînin û xwe misteheqê ezabê Xweda dikin.

 

ف۪ي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌۙ  di dilê wan da, nexweşî (nîfaq) heye. Mabest ji nexweşiyê, nîfaq û şika di dilê mirovan da ye. Şik: Di nava du tiştan muteredîd e, yani du dil e. Her wiha m´ena nîfaqê ew e, ku kesê munafiq di nava îman û kufrê da, du dil e. Ev fikr û hizrên wiha, ji bona aqlê selîm û qelbê selîm nexeweşi ye û Xweda jî ew weka nexweşiya dil binav kiriye. Merivê nexewş jî, di nava mirin û jiyanê da tê û diçe û nexweşî li dijî tendurustiyê ye. فَزَادَهُمُ اللّٰهُ مَرَضاً vêca Xweda jî nexewşiya wan zêde kir. Yanê ew nexweşiya, ku wekî gemara şer û nîfaqê di dilê wan da bû, Xweda jî ew zêdetirkir ku wan bi wê bibin helakê. Wekî mînak: Xweda derew li mumina qedexe kiriya û guneh e. Derew bi xwe ji fitreta mirovan ra nexweşiyek m´enewiye, vêca gava kesekî derewa dike, ji bona xelk ji derewê wî bawer bike wellah, bîllahî û telahî sond duxwe. Xweda ew sond li nexweşiya wî kesê derewîn zêde kiriye û gunehên din jî wekî derewan qiyas bike.  ۚ وَلَهُمْ عَذَابٌ اَل۪يمٌۙ بِمَا كَانُوا يَكْذِبُونَ ﴿١٠﴾ Ji ber derew û du rûtiya ku dikin, ji wan ra ezabekî dijwar heye (10). Xweda tu kesekî bîla sebeb nade ezabê. Di vê ayetê da jî Xweda dide zanîn, ku kesê munafiq ji ber derewên xwe wê bikevên ezabekî bi êş û jan.

 

وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ لَا تُفْسِدُوا فِي الْاَرْضِۙ Gava ji wan ra tê gotin: Ku li ser erdê fesadiyê nekin!Mabest ji gotina fesadê ya ku di ayeta pîroz da derbaz dibe, kufur, guneh û wêrankirina sîrûştê ye. Fesad ew e, ku tiştekî ji îstiqamet, şekl û şêweyê rast derdixîne û dike ser rê û îstiqametek ne nerast. Ehlê batil yên kafir û munafiq, bi navê azadî û pêşverûbûnê, bi fitreta millet dilîzin û eqlê selîm û dilê selîm dibin fesadê. قَالُٓوا اِنَّمَا نَحْنُ مُصْلِحُونَ ﴿١١﴾  Dibêjin; em bes tenê avaker û qencîkar in. (11)

Kesê munafiq li dijî hukmê Xweda, piştevaniya hukmê taxût dikin û millet teşwîq dikin, ku li dijî fermanên Xweda serî hildin û hemû tiştên heram helal û yên helal jî heram dikin.

Ji bona belvbûna bê exlaqî û fesadiya nava civakê, çi ji destê wan tê dikin û di gel hemû van tiştên ne li rê, munafiq wusa dizanin ku ew li ser rêya rast in û ji bona civakê karê qenc û baş dikin. Her wiha wusa di fikirin, ku ew bi tenê kasê qenc in û her tiştê baş ew dikin.

Navê kom û kesên wiha bi piranî navê misliman in û xwe misliman dibînin. Lê hemû kar û xebatên wan ew e; ku millet d´ewetê rêyên kufr û nîfaqê dikin û wusa lê dikin, ku di nava civatek îslamîparêz da, kirina gunehan tiştekî ji rêzê tê dîtin. Her wiha hemû rêyên ku li gora rêbaza Îslamê heram in, li ba wan helal in.

 

اَلَٓا اِنَّهُمْ هُمُ الْمُفْسِدُونَ وَلٰكِنْ لَا يَشْعُرُونَ ﴿١٢﴾ Hişyar bin, bi rastî jî yên ku fesadiyê dikin her ew bi xwe ne. Lêbelê ew vê tênagihêjin(12).

Gava meriv ji rê û rêbazên îlahî bê agah be û nizanibe ku çi li ba Rebbê Alemê rast e û çi jî ne rast e, merû hiş û fikrên xwe ji xwe ra dike rebb û her tiştên di fêde û xizmeta meriva da be, ew rast e. Ji ber wê ye, ku Kesên fasiq û munafiq kesên xirabker û fesad in, lê pê nizanin ku ew fesad in.

وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمْ اٰمِنُوا كَمَٓا اٰمَنَ النَّاسُ قَالُٓوا اَنُؤْمِنُ كَمَٓا اٰمَنَ السُّفَـهَٓاءُۜ اَلَٓا اِنَّهُمْ هُمُ السُّفَـهَٓاءُ وَلٰكِنْ لَا يَعْلَمُونَ ﴿١٣﴾

Gava ji wan ra tê gotin: Hûn jî îmanê bînin ka çewa xelkê îman aniye! Dibêjin; erê ma çewa emê mîna aqilsivikan îmanê bînin? Naxêr, wusa nîne. Bi rastî yên aqilsivik her ew bi xwe ne, lêbelê ew pê nizanin (13).

Sefîh: Aqilsivik û kesê bê rêz in, ne kesê helîm yên birêz û bihurmet in. Li gora ayetê kesên ku tinaz û henekên xwe bi kesê bawermend dikin, kesên kêm aqil in û ji ber ku tinazê xwe bi kesê mumin dikin, kesên ne helîm in; yanê bêrêz û bêhurmet in. Her wiha li ehlê fisq û fesadê nesîhet û şîret tê kirin ku hûn jî wekî xelkê îmanê bînin, werin ser rêya rast, lê ew xwe kesê zana û pêşketî dibînin û bi kesê mumin jî qeşmeriyên xwe dikin. Kesên wiha bi fexr û kîbir, ji ber nezaniya xwe, di tarîtiya cehl û nîfaqê da nuq bûne, lê nizanin ku ew bi xwe sefîk û nezanin.

وَاِذَا لَقُوا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا قَالُٓوا اٰمَنَّاۚ وَاِذَا خَلَوْا اِلٰى شَيَاط۪ينِهِمْۙ قَالُٓوا اِنَّا مَعَكُمْۙ اِنَّمَا نَحْنُ مُسْتَهْزِؤُ۫نَ ﴿١٤﴾

Gava çevê wan bi yên bawermenda dikevin dibêjin; me jî bawerî aniye. Lê gava bi şeytanê xwe ra bi tenê dimînin dibêjin; em bi we ra ne, bes em tinazên xwe bi wan dikin(14).

Xweda di van ayetên pîroz da, ji muminan ra behsa rewşa gotin, tevger, helwest û sekinandina kesê munafiq ya li hemberî bûyeran dike, ku çi mirovên dilreş û nerast in. Kesên wiha gava tên ba muminan قَالُٓوا اٰمَنَّاۚ dibêjin; me jî bawerî aniye. Ji mumina ra îman xwe eşkera dikin, ku me jî îman aniye û em jî wekî we nin, bi her awayî bi we ra ne, destegê didin we, heval û dostên we ne. Lê gava bi mezin û serok û serwerên xwe ra bi tenê dimînin wiha dibêjin; قَالُٓوا اِنَّا مَعَكُمْۙ em bi we ra ne, em li ser rê û şopa we ne. اِنَّمَا نَحْنُ مُسْتَهْزِؤُ۫نَ  tenê em tinazên  xwe bi wan dikin. Roja îro di nava gelekî rêxistin û saziyên sivîl û siyasî da, kes henin gava tên ba xelkê dibêjin; heyra em jî mislimanin û baweriya me bi Xweda û roja Qiyametê heye. Lê gava tên ba hevalên xwe, fikra ku di dilê wan da veşartiye; yanê bê îmaniya xwe bi hev ra parve dikin. Lewra xelk mislimanin û ew jî li ser navê xelkê kar dikin, ji ber wê jî heya ji wan tê nikarin eşkera bê hurmetiyê li dijî Îslam û muqedesatên wê bikin. Niha em dibînin, pirên kesê ku demek berê misliman bûn, niha li Ewropa ne, Xweda înkar dikin û tu têkiliyên wan bi dînê Îslamê ra nemane.

اَللّٰهُ يَسْتَهْزِئُ بِهِمْ وَيَمُدُّهُمْ ف۪ي طُغْيَانِهِمْ يَعْمَهُونَ ﴿١٥﴾

Bi rastî Xweda bi ezabê xwe tinazê wan li wan vedigerîne û di kufra wan da, demeke dirêj muhletê dide wan û wan dermande û heyîrî dihêle (15).

 

Xweda bi vê ayetê dilrehetiyê dide muminan û kesê bê îman jî tehdît dike û ditirsîne; ku cezayê kêmdîtin û tinazên wan wê pir bigiranî li wan vegere. Îbin Kesîr ji Îbin Cerîrî radigihîne, ku Xweda bi tu kesekî henekan nake, wan kêm nabîne, li serê kesekî dek û dolaban çênake û tinaz û qeşmeriyên xwe bi mirovan nake. Lê ji ber ku mirov bi xwa wan karên ne li rê dike, Xweda jî bi ezabê xwe, hesab ji wan dipirse. Gava mirov ji bona ku di rêya şaş û batil da bi ser bikeve, du rûtiyê bike û tinaz û henekan bi kesê mumin bike, Xweda jî muhletê dide wan û demekî dirêj dibe bendewarê rêya nîfaq û gunehan.

 

اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ اشْتَرَوُا الضَّلَالَةَ بِالْهُدٰىۖ فَمَا رَبِحَتْ تِجَارَتُهُمْ وَمَا كَانُوا مُهْتَد۪ينَ ﴿١٦﴾

 

Ha ew in yên; ku bi hîdayetê şaşî (delalet) kirîne, vêca kirîn û firotina wan kar ne aniye û ew bi ser rêka ras ve jî nebûne (16).

 

Xweda Te´ala bi vê ayetê dide zanîn, ku kesê munafiq ji rêya rast ya îmanê, derbasî ser rêya şaş a nerast ya batil û delaletê bûye. Lewra hîdayet rêya Qur´anê ye û batil û delalet jî rêya şaş û nerast ya kufrê ye. Vêca kesê rêya hîdayetê bide bi rêya delaletê, wan di bazara xwe da kar nekiriya û wê zirara mezin li axretê derkeve pêşiya wan.

 

Xweda bi van ayetên wê li jêr werin, munafiq kirine du baş.

 

Beşa yekemîn: Ew kesê ku îman anîne û paşê bûne munafiqê xalis.

 

Beşa duyemîn: Ji destpêka da, îmana wan di şikê da ne û di navbera îman û kufrê da tên û diçin.

 

Beşa yekemîn ya munafiqan:

مَثَلُهُمْ كَمَثَلِ الَّذِي اسْتَوْقَدَ نَاراًۚ فَلَمَّٓا اَضَٓاءَتْ مَا حَوْلَهُ ذَهَبَ اللّٰهُ بِنُورِهِمْ وَتَرَكَهُمْ ف۪ي ظُلُمَاتٍ لَا يُبْصِرُونَ ﴿١٧﴾

 

Rewşa wan (munafiqan) eynî weke rewşa wî kesî ye ku (di şeva tarî da) agir vêxistibe. Çi gava agir vêket û ronahî da hawirdora wî; ji nişka ve Xweda (agirê wan vemirand) ronahiya wan bir û ew bi awayê ku tiştek nabînin di tariyê da hiştin (17).

 

Xweda rewşa kesê munafiq û kafir dişibîne wî kesê ku di şeva tarî da agir vêdixîne. Gava agir hat vêxistin merû hawirdorê xwe dibîne û dora meriva ronî dibe. Lê gava agir vemirî, merû di tarîtiya şeva reş da dimîne û tu tişteke nabîne.

Vêca gava kesekî îman anî, bi ronaya îslamê rastî û nerastî, helal û heram û rastiye gelekî tiştan dibîne û bi hukmê Îslamê dizane ku ji her tiştekî ra pîvanekî tayîbet heye. Lê gava meriv ji îmanê derket, wekî agirê ku di şeva tarî da vemire û her der tarî bibe, meriv jî di tarîtiya kufr û nîfaqê da wanda dibe û nikare tu tiştekî ji hev derîne.

Li ser wê Xweda dibêje; ذَهَبَ اللّٰهُ بِنُورِهِمْ Xweda ronaya wan bir; yanê ew ronay ku wan jê îstifade dikirin, nûra Îslamê bû û bi wê ronayê wan her tişt bi rastiya wê dizanîbûn. Gava ji Îslamê derketin Xweda ew nûra Îslamê ji wan bir  وَتَرَكَهُمْ ف۪ي ظُلُمَاتٍ û ew di tarîtiyê da hiştin; yanê di tarîtiye şik, şubhe, kufr û nîfaqê da hiştin, ku لَا يُبْصِرُونَ  tişteke nabînin; yanê rêya rast û xêrê nabînin ku werin ser.

صُمٌّ  Ew (munafiq) kerr in, heqiya xêrê nabihîzin, بُكْمٌ  lal in, behsa heqiyê û tiştên di fêda wan da ne nakin, عُمْيٌ  kor in, delaletê çevê wan kor kiriye û heqiyê nabînin, فَهُمْ لَا يَرْجِعُونَۙ ﴿١٨﴾ vêca ew (piştî heqî nas kirin û dev jê berdan, ji fikra xwe ya pûç) venagerin (18).

 

Ew venagerin ser wê rêya berê ya hîdayetê, ku berê îman pê anîbûn. Gelekî kesê bawermend, ji îmanê derdikevin dibin kafir û her wekî kerr bin, tu carî naxwazin behsa rewşa wan a berê were kirin ku xwdî îman bû. Her wiha tucarî li rewşa xwe ya berê venagerin. Lewra kufr û delaletê ew, kerr kirine, kor kirine, lal kirine û nahêle ew rêya rastiya ya Qur´anê bibînin.

 

Beşa duyemîn ya munafiqan:

 

Ev beşa duyemîn ji kesê munafiq, di navbera îman û kufrê da, tê û diçe. Hêvî heye ku werin îmanê. Lê beşa yekemin Xweda Te´ala bi xwe dibêje ew venagerin.

اَوْ كَصَيِّبٍ مِنَ السَّمَٓاءِ ف۪يهِ ظُلُمَاتٌ وَرَعْدٌ وَبَرْقٌۚ يَجْعَلُونَ اَصَابِعَهُمْ ف۪ٓي اٰذَانِهِمْ مِنَ الصَّوَاعِقِ حَذَرَ الْمَوْتِۜ وَاللّٰهُ مُح۪يطٌ بِالْكَافِر۪ينَ ﴿١٩﴾

Yan jî halê wan mîna halê yên ku rastî tavebaranekê bên ku tê de tarî, gurmegrum û birûsk hene. Ew ji ber gurmîniya birûskan, ji tirsa mirinê tiliyên xwe dixin guhên xwe. Xwedê (bi zanîna xwe) dor lli kafiran girtiye (êdî xelasiya wan tune ye) (19).

 

Xweda Te´ala, dînê Îslamê dişibîne taviya baranê. Çewa baran erdê hişkê mirî sax dike û her der kesk û hêşîn dike, her wiha dînê Îslamê jî xêr û xweşiyê dide bawermendê xwe û dilê wan ronî dike. Gava baran dibare, pê ra birûsk dide wekî Îslamê hawurdorê ronî dike. Carna jî dibe gurme gurma ´ewran, pirên caran meriv ji tirsa tiliyên xwe dixe guhê xwe û her der dibe tarî zulumat. Xweda şik û şubha munafiqan, şibandiye wê şeva tarî û gurmîna ´ewran ku meriv jê ditirs e. Kesên kafir çi dikin bila bikin, ji ber Xweda xilas nabin û di bin îrade û hêza wî da ne.

يَكَادُ الْبَرْقُ يَخْطَفُ اَبْصَارَهُمْۜ كُلَّمَٓا اَضَٓاءَ لَهُمْ مَشَوْا ف۪يهِۙ وَاِذَٓا اَظْلَمَ عَلَيْهِمْ قَامُواۜ وَلَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ لَذَهَبَ بِسَمْعِهِمْ وَاَبْصَارِهِمْۜ اِنَّ اللّٰهَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ۟ ﴿٢٠﴾

Di vê navê de birûsk vedide mîna ku çavên wan birijîne. Çi gava dora wan ronahî kir, ew hinekî dimeşin û çi gava li wan tarî dibe radiwestin. Eger Xweda bixwesta, muheqeq dê çevên wan kor û guhên wan kerr bikira. Bê guman Xweda li ser her tiştî qadire (20).

Gava birûsk vedide ji ber ronaya wê her wekî çeva wan birijîne. Mabesta Xweda ji ronaya birûskê ronaya Îslamê ye. Çewa gava birûsk vedide her wekî çevê meriva birije meriv çevê xwe digire, her wusa kesê kafir ji ber ronaya Îslamê û îmana pê, tehemula ronayê îmanê nakin û loma jî dibin kafir. Gava hisiyatê wan yê îmanê xurt dibe, dora xwe dibîne û diçin û gava şik û nîfaqa wan zêde dibe wekî di tartiya şevê bimîne li ciyê xwe disekinin ku nikarin gav bavêjin. Her wiha Xweda dide zanîn, ku gava Xweda bi xwesta bi rastî jî dikare çevê wan birijîne û wan kor bike. Lewra Xweda Te´ala di desthilatdariya xwe da Xaliqê mutleq e.

 

Jêder:

Ev tefsîra ha, ji ber tefsîra Îbin Kesîr, tefsîra Kebîr ya Fexreddînê Razî û El-Esas û fîh Tefsîr ya Seîd Hewa da hatiye nivîsandin.

 

Amadekar Feyzullah Yalçin 2016-08-15

Pin It on Pinterest