Exlaqê Pêxember

Çewa exlaq û zagonên sirûştê bê kil kêmasî û di dereca kemalê da rind û xweş e, her wiha exlaqê ku Xwedê di Quranê da, li muslumanan ferz û şîret kiriye, di dereca herî payebilinda ye û ji bo ku ´ebdên wî di dunê û axretê da serfiraz û bextewar bibin, ew exalqê qenc û baş ji xizna rehmeta xwe ji mirovan ra daxistiye.

 Xwedê di sûrê Qelem di ayetên 1-4 da, wiha ferman dike:

ن ۚ وَالْقَلَمِ وَمَا يَسْطُرُونَ مَا أَنْتَ بِنِعْمَةِ رَبِّكَ بِمَجْنُونٍ وَإِنَّ لَكَ لَأَجْرًا غَيْرَ مَمْنُونٍ وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ 

Nûn. Bi Qelem û (bi nivîskarên) rêz bi rêzên dinivîsînin sond dixwim, bi saya n´îmetên Rebbê xwe, tu ne dîn î. Bêguman ji te ra xêrekî hîç naqede heye. (Ya Muhemmed) Bi rastî tu li ser exlaqekî mezin î.

Van ayetên pîroz dên û bala meriva dikişîne; ku divê meriv raste rast li ser kesayetiya Muhemmed (e.s) hizir bike, bikole; ku çima Xwedê di warê exlaqî da, Pêxember wek temsîla merivekî kamil yê bê kil û kêmasî bi navkiriye. Gava meriv li ser tevaya Quranê difikire û hizir dike, pir bi zelalî tê xwiya kirin; ku Muhemmed pêxember di sefetê mirovekî da wekî kitêbekî ye û hemû exlaq û xwiyê qenc û baş di xwe da di´hewîne. An jî meriv dikera pir bi rihetî bibêje; ku Resûlê Ekrem silavên Xwedê lê be, Quranekî zîndî bû.

Lewra gava meriv li ser xwî û exlaqê Pêxember (e.s) lêkolîn dike û dixwîne, hemû exlqên ku ji aliyê Xwedê da mukerem-qenc û baş hatina binavkirin, tê da xwiya dike û ji ber wê jî divê kesên aqlimend, zana, pispor, hakim û paşa; wî ji xwe ra rêber û serwer qebûl bikin û li pey wî biçin.

Qedir bilindî û xweşikiya exlaqê Pêxember (e.s), ji Quranê ye. Lewra ji rê û rêbazên ku Xweda di Quranê da, pêşê mirovatiyê kiriye, rastir û durustir hîç rê û pergalekî din tuneye. Paye bilindiya exlaqê Pêxember ew e; ku fermanên Xweda ne. Çewa Xweda bi ayetên kewnî xeml û zînetek bêhempa daye sirûştê, ku meriv nikare bi çavan jê ra kil û kêmasiyek bibîne, her wiha ayetên Xweda yên derbarê exlaqê mirovan da jî, mirovan derdixin dereca kemalê ya herî qenc û baş.

Bi vê mijarê ve girêdayî, Xwedê di sûrê Ehzab di ayeta 21 da, wiha ferman dike:

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ فِي رَسُولِ اللَّهِ أُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُو اللَّهَ وَالْيَوْمَ الْآخِرَ وَذَكَرَ اللَّهَ كَثِيرًا

(Gelî kesên bawermend) Bi rastî ji bo we û ji bo kesê ku (qenciya) Xwedê û roja axretê hêvî dikin û Xwedê pir tînin bîra xwe, (di jiyan û tevgerên) Resûlê Xwedê da, nimûneyek gelekî qenc heye.

Xweda bi vê ayetê fermanê dide muminan, ku rêberê hûn li pey biçin, maqûlê ku hûn jê pend û şîretan bistînin û mamosteyê ku hûn jê ders û îlhamê bigirin û li gora rê û pergala wî perwerde bibin, bi tenê resûlê Xwedê Muhemmed Mustefa ye.

Jiber vê yekê ye; ku cenabê Pêxember (e.s) di hedîsekî xwe da wiha dibêje:

أَنَّ رَسُولَ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ: إِنَّمَا بُعِثْتُ لِأُتَمِّمَ حُسْنَ الأَخْلاَقِ

Pêxember (e.s) got: Ez hatime şandin, da ku exlaqê qenc û baş temam bikim.[1]

Ev hedîs bi çend awayên cihê bi hin riwayetên din hatiye riwayet kirin. Di Buxarî û Tebaqatê Îbn S´ed da wiha hatiye ragihandin:

 إِنَّمَا بُعِثْتُ لِأُتَمِّمَ صَالِحَ الْأَخْلَاقِ

Ez hatime şandin, da ku exlaqê salih temam bikim.[2]

Her wiha Hz. Aîşe Xwedê jê razîbe derbarê exlaqê Pêxember (e.s) da, wiha dibêje:

قال سعد بن هشام بن عامر حين قدم المدينة ، وأتى عائشة رضي الله عنها  فَقُلتُ : يَا أُمَّ المُؤمِنِينَ ! أَنبئِينِي عَن خُلُقِ رَسُولِ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيهِ وَسَلَّمَ ؟ قَالَت : أَلَستَ تَقرَأُ القُرآنَ ؟ قُلتُ : بَلَى قَالَت : فَإِنَّ خُلُقَ نَبِيِّ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيهِ وَسَلَّمَ كَانَ القُرآنَ  

Gava S´ed bîn Huşam bîn Amir diçe Medînê, tê ba Aîşê Xwedê jê razîbe û dibêje; min jê ra got: Ya dayîka muminan! Karî ji min ra behsa exlaqê Pêxember (e.s) bikî? Wê got: Erê ma tu Quranê naxwînî? Min got: Belê (ez Quranê dixwînim). Wê (Aîşê) got: Exlaqê Pêxember (e.s) Quran bû.[3]2

Meriv ji van ayet û hedîsên Pêxember (e.s) serwext dibe; ku şexsiyeta Resûlê Ekrem li gora exlaqê Rebbanî yê Qurnê hatibû avakirin. Ev jî dide nîşandan; ku Muhemmed pêxember kesekî xweşmirov, dadperwer û xwediyê exlaqê qenc û pak yê di dereca kemalê da, di mustewa herî jor da bûye. Îja dive her kesekî musluman li ser şop û rêça Quranê biçin, da ku karibin bibin xwediyê exlaqên ku Xwedê laîqê ´ebdê xwe dîtiye.

Dilnermî û rehma Pêxember

Dema Xwedê Te´ala wesfê Pêxember (e.s) dide, wî kesekî, dilnerm û birehm wesif dike.

Xwedê di sûreyê Alî Îmran di ayeta 159 da, wiha behsa dilnermî û rehma Pêxember (e.s) dike:

فَبِمَا رَحْمَةٍ مِنَ اللَّهِ لِنْتَ لَهُمْ ۖ وَلَوْ كُنْتَ فَظًّا غَلِيظَ الْقَلْبِ لَانْفَضُّوا مِنْ حَوْلِكَ ۖ فَاعْفُ عَنْهُمْ وَاسْتَغْفِرْ لَهُمْ وَشَاوِرْهُمْ فِي الْأَمْرِ ۖ فَإِذَا عَزَمْتَ فَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُتَوَكِّلِينَ

Bi sedema rehma Xwedê tu ji wan ra nerm bûyî; eger tu çors û dilreq bûya, wê ji dora te belav bibûna û biçûna. Nexwe tu wan ´efû bike û lêborîna gunehên wan bixwaze û di kar (û barê dunê da) bi wan bişêwire. Îja deme te biryara (karekî) da, xwe bispêre Xwedê. Birastî Xwedê ji yê ku xwe dispêre wî hez dike.

Çorsî û dilhişkbûn du exlaqên nebaş in û laîqê tu mirovekî nîne. Kesê ku xwediyê van sifetên ne Rehmanî be, nikare doza rêberiyê bike û xelkê li dora xwe nacivîne. Çikû dilreqî û çorsî xwîkirina meriva dixe dilê xelkê, ji ber wê jî kes meriva guhdarî neka û ji hevaltî û suhbetên meriva dûr disekine.

Îja kesekî wekî Muhemmed pêxember; ku Xwedê di heqê wî da, di sureyê Enbiya di ayeta 107 da dibêje; لِلْعَالَمِينَ وَمَا أَرْسَلْنَاكَ إِلَّا رَحْمَةً (ya Muehemmed) me tu ji aleman ra şand, da ku tu ji wan ra bibe rehmet û di sûreyê Qelem di ayeta 4 da dibêje; وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ  (ya Muhemmed) bi rastî tu li ser exlaqekî mezin î. Çewa dikre li hemberî dost û hevalên xwe kesekî dilhişk û xibertehl be? Her wiha ev ayeta hanê delîl û îsbata wê yekê; ku Pêxember (e.s) kesekî dilnerm, xwîpak û li hemberî muminan bi rehm û şefqet bûye. Bêguman van exlaqên qenc û baş, bi sedem rehema Xwedê di Pêxember da hebû; ku di herba Uhudê da li hembarî muslumanna bi rehm tevgerîye, ew ´efû kirin û ji Xwedê xwest ku li qusûr û şaşiyên wan bibore. Eger wiha neikiribe, bi dilreqî ew ceza bikira û heyf ji wan bistanda, wê pirên eshabiya ji dora wî balv bibûna û bi çûna.

Dema Pêxember (e.s) di ware exlaqî û bi rêya xwe, di dereca herî bilind ya kemalê da neba, dê Xwedê di heqê wî da negotiba; Pêxember ji bona muminan, ji nefsa wan bi xwe hîn çêtir û pêşdatir e û jinên wî dayîkên muminan e.

Feyzullah Yalçîn 2019 01 29


[1] Musned Ehmed:  Baqî musnedul-mukesîrîn, musnedu ebî Hureyrete rediya llahû ´enhû. Hijmara hedîsê 8729

[2] Tebaqat îbn S´ed, cild 1 rûpel 192-3. Buxarî: Kîtabul Menaqib, babu  sifetu Nebî selellahû ´eleyhî weselem.

[3] Fethul Barî: Şerha Sehîhul Buxarî, kîtabul el-menaqib, babu sifetu Nebî selellahu ´eleyhî we selem. Musned îmam Ehmed: Baqî musned el-ensar hedîs el-seyidetî Ayîş rediye Lahû ´enha.

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest