Reîs dixwaze çi bike?

Reîs dixwaze vê hilbijartinê li ser pişta dikandar û zerzewatfiroşan qezenc bike.
Reîs di her hilbijartinekî da, digel PKK û FTO welatekî ewrûpî jî dike hedefe xwe û xwedêgiravî ew welat nayartiya tirkan û berjewendiyên wan dike, îja ew jî li dijî wî welatî micadele dike û medya tiroler jî, wî wekî mucahîd nişan didin.
Trump, papz, Almanya, Holanda, Îsraîl û niha jî di hedefa wî da sebzefiroş û dikandar hene. AKP tim dixwaze şaşiyên xwe bi hisiyatên millî veşêre û her wekî ew ne îxtidar be, hin kesên din îxtidar be û ji rûyê wan da ewqasa aborî xirab e û tişt bihabûye.
Ji ber bêhaviliya mixalefetê, AKP tim di gotin û progirama xwe yê ne ji dil da bi ser dikeve. Digel ku ewqasa aravên propaxandya li dijî AKPî heye jî, lê mixalefet nikare bi rastî û durustî rûyê AKPê ji xelkê ra eşkera bike
Ji bona ku erzanî çêbibe hikumeta AKPê tu gavekî erênî ji bona millet ne avêtiye. Lê pir bi qurnasî her wekî dilê hukumetê bi millet dişewite û bahabûna tiştan ne xetayê wan e, xwe aligirê millet nîşan dide û dikandar serzewatfiroşan jî dujminê millet nîşan dide.
Millet bi hesabê dolaran di ser pire û otobanên ku AKPê çêkiriye ra diçe, lê gava kesekî din dolaran bikire, bi medya xwe ya tiroler ve bi çavên xiyanetê li wan dinêre.
Bacê danaxe, perê erdê bazarê ranake, perên ketin û derketina ji hala zebzan ji dikandaraan digire, yanê bi xwe qet fedakariyekî nake, lê ji feqîrê ku çar kase balîcanan difiroşe hemû fedekariyaê dixwaze.
Wisa dixwiye ku kesên bêkar hindikin, ew kesên çend kase balîcan, pîvaz û kartolan difiroşin, ew jî îflas bikin û ciyê xwe li nava refên bêkarana da bigirn û ji sibê heye êvarê biponicin; ku wê nanê zarokan yê sibê ji ku peyda bikin.
Bila kesekî mereqan neke, şaredariyên AKPê ne ji bona xêrê dest bi firotina serzewatan kiriye. Wê ev dewam neke,tenê ji bona ku hilbijartinan qezenc bike, vî karî dikin.
Çiqas rast e ez nizanim, lê tê gotin kîloya serzewatan di zeviyan da sê panot û pêncî quruş e (3.50) lê şaredariyê AKPê bi 2 lîra difiroşe. Piştî çend mehan hûn ê bibînin hemû perên ku ji firotina serzewatan zirarkirine wê bavêjin ser fatura avê, elektirîkê, emlakê, tirimpêlan û hwd…

Şerefdîn Gimgimî 2019-02-18

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest