ROJA NASÎN Û PEJİRANDIN A ZİMAN

Îro di cîhanê qada navnetewî de, Roja zimanê dayîkê hatiye pejirandin û nasîn. Roja ziman li netewa gelê kurd pîroz dikim. Ey gelê kurd bi zimanê xwe bi axivin bixûnin binivisînin û bi kurdî binbîrên xwe de xeyalên huner û hebûna xwe bikin.

Gelê ku bi zimanê netewa xwe ne axivin nenivîsin û nexûnin ew gela wekî 30 gelên ku ji koka xwe hebûna xwe netewa xwe û herwaha ji tevahî nirxên nasîna xwe wekî gel hinda bûnin û têk çûnin. Em wekî gelê kurd bi sedsalane bi rêk û pêkên dewletên dagirkerd ji tevahî çand û nirxên netewî dûr jiyan dikin, ji bo nasîn û parastina gelê xwe pir bedelên bê hempa danin û lewra bi ewqasa zordarî zextên dijwar bi sîstemên teknîkîva ji bo ku gelê kurd ji koka xwe û xaka we dûr bijîn û têk herin bi serde bikar anînin.

Di vî generasiyona teknolojîde ger gelê kurd bi zimanê xwe ê netewî ne axivin ne xûnin û nenivisînin, bi sedan salin dewletên dagirkerd nekaribûn kurdan ji koka wî û ji jiyana li ser xaka wî dûr bixin, lê bi rêk û pêka teknolojiyê va bi serkevin. Lewra zimanê netewî ji bo gel pir girînge, lazime tevahî hêz û rêxistinên kurdan wekî ayetên qûrana pîroz bi zimanê netewa kurdistanê bi axivin binivisînin û bixûnin, tevahî weşanan bi zimanê kurdî parve bikin.

Xweda cc ji bo ku gelê bi heman zimanê bi axivin sûrey Rûm ayeta 22 de waha ferman kiriye, rengê we, erd û esman afirderê wî Xweda cc le û tevahî ziman ayetê Xweda cc. Ji bo hey qewman ji zimanê wan Resûl (Pêximber) şandiye. Dîsa di sûrey Îbrahîm ayeta 4 de ewha ferman daye. Şandina Resûl bi zimanê heman gelê re rastiyê bipejirîne, tenê Xweda cc kî jiyana ezmûnê bi serkeftî dijîn anjî têk terin Xweda cc pê dizane û destûr dide. Xweda cc ji bo ku gelê bi zimanê xwe ê qewmtiya netewî bi axivin wekî îbadetan mecbûrtiyê (ferz) ferman daye, Lewra çawa ji bo ezmûna jiyana vî gerdûnî yê îbadet û serî ji Xweda cc re danîn mecbûriye ango ferze, axaftina bi zimanê netewa xwe jî xwendin axaftin û nivîsandin wekî îbadet mecbûriye (ferze).

Li gora ayeta rûm 22 û ayeta îbrahîm 2 kî ji bi zimanê xwe nejî ew gunehkare û wekî sûçdar tere bal hizûra Xweda cc. Li netewa xwe li xaka welatê xwe li zimanê xwe û li nasnama xwe xweyî derketin û parastin mecbûriye, tu kesek mafê wî ê xwe ji berpirsiyartîya van nirxan mesûl nevîne nîne. Lewra Xweda cc ji bo her zindiyan ango ji bo mirovan têgihîştina mêjî ango kamilbûyîna mêjî, vîna (îrade) azad û bi çevan dîtin, bi mêjî fikirinandin û dîtin jiyanê di binbîra mêjîde tomar kirin ji bo heman kesan yek weteyde di bedena mirovan de afirandiye.

Bi hêviya axaftina bi zimanê kurdî, bi rêxistina nirxên netewî, bi hêviya aştiya navxweyî û sazkirina artêşa parêstvanê tevahî heremên kurdîstanê. Dem û roja zimanê xwe bi nasnama xweva xwe nasîne. Bijî zimanê tevahî gelê cîhanê û teybetî gelê kurd.

Behçet Ateş: 21.02.2019

Lämna ett svar

Pin It on Pinterest